Ji YJRK’ê banga boykotkirina hilbijartinên Îranê
Ji YJRK’ê banga boykotkirina hilbijartinên Îranê
Ji YJRK’ê banga boykotkirina hilbijartinên Îranê
Koordînasyona Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistan (YJRK) bi daxuyaniyekê dest nîşan kir ku ew Hilbijartina Serokkomariyê ya di 14’ê hezîranê de li Îranê wê pêk bê boykot dikin û di serî de jin û gelê Kurd bang li tevayî gelên li Îranê dijîn kir ku neçin ser sandoqan û hilbijartinê boykot bikin. YJRK’ê da xuyakirin ku ji bo nebin hevkarê sûcên dewleta Îranê û siyaseta wan a li hemberî jin û gelan divê li her qadê têkoşîn were pêşxistin.
Daxuyaniya YJRK’ê bi van sererêzan berdewam dike: “Komara Îslamî ya Îranê tu carî bi awayekî demokratîk hilbijartin çênekirine. Tevayî pirrrenginiya Îranê hatiye paşçavkirin. Di serî de jin tu carî vîna jinên Îranî nehatiye naskirin û hêz nedane vîna jinê. Çawa di her hilbijartinan de hatiye dîtin di vê hilbijartinê de jî hat dîtin ku tu projeyên demokratîk ên namzetiyê ji bo civaka Îranê û bi taybet ji bo jinan nîn e.
Civaka Îranê îro di nav pirsgirêkên civakî de fetisiye. Û tu projeyên dewletê yên ji bo çareserkirina van pirsgirêkan nîn e. Berevajî zewacê teşwîq dikin, mîna qey tenê pirsgirêkên civakê zewac e. Beriya niha cezayê recmkirinê ango kevirkirinê zindî kirin. Di nav civakê de fuhûş, bikaranîna tiryak û hişbirê, bazirganiya bedena jinê, rêjeya xwekuştinan, bidarvekirin, recmkirin pirsgirêkên aborî û hwd. di asta herî jor de ye. Eger siyaset ne li gorî berjewendiyên gel be û tenê xizmeta komek desthilatdar bike em ê nebin hevkarê vê siyaseta dij-demokratîk û bi siyaseta li dijî jinê. Tevî ku PJAK derfetek da dewleta Îranê jî ji bo helwesta xwe ya li hemberî pirsgirêka Kurd biguhere jî dewleta Îranê ev derfet ji nedîtî ve hat. Ev xusûs dide xuyakirin ku wê Îran siyaseta xwe ya dij-demokratîk a li hemberî gelê Îranî û bi taybet li hemberî gelê Kurd neguhere. Di rewşeke wiha de em wek jin û bi taybet wek jinên Kurd, em her tim rastî neheqî û zulma dewleta Îranê tên.
Ji bo boykotkirina Hilbijartina Serokkomariyê ya li Îranê têra xwe sedemên me yên mafdar hene. Eger tevî hemû paşverûtî û polîtîkayên dij-demokratîk ên Îranê em biçin ser sandoqan ev tê vê wateyê ku em vê pergalê erê dikin û her wiha wê bê vê wateyê ku bikaranîna dengê xwe re em siyaseta dewleta Îranê rast dibînin. Bêguman ev ne li gorî prensîp û felsefeya me ya jiyan û azadiyê ye. Ji bo demokratîzekirina Îranê me ji roja destpêkê heya niha têkoşîn pêş xistiye û me tu carî gav paşde neavêtiye. Berdêlên vê çi dibin bila bibin, me di rêbazên xwe yên têkoşînê de dudilî nejiya. Ji niha û pêve jî em ê xwe bispêrin hêza têkoşîna û li her qadan têkoşînê bilindtir bikin.”
"EM Ê NEBIN HEVKARÊ VÎ SÛCÎ"
Di berdewama daxuyaniyê de ku rewşa jinê ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tê destnîşan kir wiha tê gotin: “Di vê hilbijartinê de wekî berê dîsa namzetên jin hatin redkirin. Bi awayekî şeklî di qanûnan de dibêjin astengî nîn e û her du cins di qanûnan de wekhev in jî lê belê di pratîkê de rûyê wan ê rast aşkere dibe. Ji xwe eger jinek beşdarî vê qada ku qaşo jêre siyaset tê gotin bibe jî divê bi zîhniyeta wan tevbigere. Eger ew jin kêm be jî sekneke muxalif nîşan bide tê beralîkirin. Lewma di nav vê zîhniyeta heyî de eger jin têde cihê xwe bigirin jî tiştek zêde naguhere. Heya niha jî jinên di parlamento, sazî û dezgehên dewletê de cih digirin nekarîne bi awayekî serbixwe û sekneke bi vîn pirsgirêka jinê çareser bikin. Di vê hilbijartina dawiyê de jî hat dîtin ku helwest û projeyeke ji bo jinan, gelê Kurd û gelên Îranî nîn e û di heman demê de di nedemokratîkbûnê de israr heye. Ji ber vê yekê em ê nebin hevkarê vî sûcî.”
EM Ê BÊJIN, NA!
Daxuyaniya Koordînasyona YJRK’ê wiha bi dawî dibe: “Em wek Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê, di serî de bang li hemû jinên Îranî û bi taybet jî li jinên Kurd dikin ku nebin hevkarê pergala baviksalar û bi destên xwe kujerên xwe xwedî nekin. Baweriya me heye ku eger şoreşek li Îranê çêbibe jî wê bi hêza jinê pêk were. Ji her demê zêdetir ev derfet ji me re çêbûye û wext hatiye ku êdî em weke jin ji vê pergala bi serweriya zilam re bêjin, Na!
Îro yekîtiyeke bi hêz a jinên herêmê û heya ya jinên navneteweyî jî pêş ketiye. Eger em li
Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi cesaret helwesta xwe li hemberî Hilbijartina Serokkomariyê ya li Îranê raber bikin misoger wê pêşveçûneke mezin ji bo me jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çêbibe.
Di roja me de em wek jin hem xwedî rêxistin û hem jî xwedî hêza parastina xweser in. Lewma divê em qet dudiliyê nejîn, helwesteke serbixwe û bi vîn di vê Hilbijartina Serokkomariyê de nîşan bidin. Dengnedayîn û boykotkirin sekneke bi prensîp û azad a jinê ye.
Bêguman helwesta me ne helwesteke taktîkî; berevajî helwesteke siyasî û bîrdozî ye. Li ser vî esasî em wek Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistan Hilbijartina Serokkomariyê ya li Îranê boykot dikin.”