Ji UTAMARA û SMJÊ perwerdeya 'penaberî û travma'

UTAMARA û SMJÊ ji bo alîkariyê bi penaberan re bike, dewreyeke perwerdeyê ya bi navê 'penaberî û travma' organîze kirin.

Navenda Jîvana Jinan a UTAMARA bi hevkariya Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî, ji bo alîkariyê bi penaberan re bike, dewreyeke perwerdeyê ya bi navê 'penaberî û travma' organîze kirin. Perwede 17'ê Kanûna 2017'an qediya.

Perwerde ji aliyê komeke pisporên jin ên trawmaterapî, terapiya hunerê, xebatkarên UTAMARA û SMJÊ ve hate dayin. 

Beşdarên perwerdeyê, wê bi zanebûna xwe ya li ser trawma û penaberiyê, pêwîstiyên jinên penaber baştir tespît bikin û destekdayîn û alîkariya xwe xurt bikin.

Rêzeperwerdeya li ser Penaberî û Trawmayê ku maliya wê ji aliyê Daîreya Federal ya Koçberî û Penaberan (BAMF) tê dayîn û jinên ji gelek netewe û baweriyan beşdar dibin, bi moraleke xurt û dayîna dîploman li beşdaran bi dawî bû.