Ji sedî 90’ê jinan di wê ferqê de ne ku tundî netenê fîzîkiye
Ji sedî 90’ê jinan di wê ferqê de ne ku tundî netenê fîzîkiye
Ji sedî 90’ê jinan di wê ferqê de ne ku tundî netenê fîzîkiye
Mala Jinan a Kardelenê ya Baglarê bi armanca ku di derbarê profîla jinên Baglarê de daneyen bi dest bixin û pirsgirêkên jinan tespît bikin, pêşniyarên çareseriyê pêş bixin lêkolîna qadê dimeşînin. Şêwirmenda Mala Jinan a Kardelenê Emîne Aslan diyar kir ku, ji sedî 90 jinên ku serî li wan didin dizan ku tundî tenê ne fîzîkiye, tundî di heman demê de aborî, psîkolojî, zayendiye.
Ekîbeke ji pisporan hatiye avakirin, li Mala Kardelenê ji bo jinan xizmetên şêwirmendiyê didin. Ji bo jinên daxwazên wan bi parêzer hebin alîkariya hiqûqî tê dayîn. Jinên mexdurên şîdetê jî xizmeta psîkolojîk û sosyal didinê.
Her wiha qursên cur bi cur yên derfetên îstîdhamê bo jinan diafirînin jî tên dayîn. Ji şêwirmendên Mala Kardelenê Emîne Aslan û Dîlek Alpaslan der barê xebatan de ji ANF’ê re axivîn.
ASLAN: ARMANCA ME EVE KU EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN TÊKOŞÎNA WEKHEVIYÊ
Emîn Aslan got armanca wan a sereke eve ku jinan tevlî qada çand, civak û aboriyê bikin û wiha got: “Di derbarê pirsgirêkên jin dijîn de em hedef dikin lêkolînan pêk bînin, teşwîqê piştevaniyê bikin, statûya jinê bilind bikin.”
Aslan balkişand ser qursên tên dayîn û diyar kir ku armanc û hedefa wan eve ku bi van kursên didin de derfetên îstîhdamê bo jinan ava bikin û got: “Li gel vê em perwerdehiyên bilindkirina hişmendiyê, xizmetên şêwirmendî û rehberiyê jî didin. Di kursên îstîhdamê de li ser paqijî, nihêrtina zarokan kurs tên dayîn.”
JI SEDÎ 90 DIZANIN KU ŞÎDET NE TENÊ FÎZÎKIYE
Aslan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku, beşeke jinan şîdetê tenê wek fîzîkî dibîne û wiha got: “Lê rastiyeke heye ku ji sedî 90’î jin dizanin ku şîdet ne tenê fîzîkî, şîdet aborî, psîkolojî û zayendî heye. Bi taybet jinên ku asta wan ya perwerdê qet tune jî aliyên şîdetê yên cur bi cur dizanin.
QURS BI PERWERDA DÊ MEŞANDIN
Dîlek Alpaslan jî da zanîn ku, armanca wan eve ku bi taybet keçên dibistana amadeyî qedandine bo wan qada îstîhdamê ava bikin û ji ber vê perwerda kompîturê didinê. Alpaslan got li gorî daxwaza jinan qursan vedikin û dîsa li gel vê qursên muhasebe, kuafurî û muzîkê vedikin.
Alpaslan got bi van qursan hedef dikin ku jinan ji malê derbixin û di warê hişmendiyê de xwe perwerde bikin.