Ji mîtînga 8'ê Adarê ya li Amedê çend wêne ji objektîfa ANF'ê

Çend wêne ji çalakiya 8'ê Adarê ya li Amedê ku ji aliyê TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ve hate lidarxistin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê îsal bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin" pîroz kirin.

Bi hezaran jin ên li qada stasyonê ya Amedê li hev kom bûn, qad bi alên kesk, sor, mor û spî xemilandin. Jin bi kincên xwe yên gelêrî tevlî mîtîngê bûn.