Ji Meclisa Jinan a BDP’ê peyama Roja Dayikan

Ji Meclisa Jinan a BDP’ê peyama Roja Dayikan

Meclisa Jinan a BDP’ê bi wesîleya Roja Dayikan peyamek weşand û got îro ne tenê bo roja dayikan e, roja têkoşîna ku dayik ji bo azadî û rumeta zarokên xwe dide  ye.

Meclisa Jinan a BDP’ê ji bo Roja Dayikan daxuyaniyek dan û got: “Em wek meclisa jinan a BDP’ê careke din diyar kirin ku dê şopdar û rêhevalên têkoşîna bi rumet ya dayikên xwe bin.  Em roja hemû dayikên xwe pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Dayikên  Şemiyê ku ev 18 sale  li aqûbeta zarokên xwe digerin,

Dayikên Roboskê ku ev 500 rojin li kujerên zarokên xwe digerin,

Dayikên Aştiyê ku êşa zarokên xwe yên wenda kirine veguhertine têkoşîneke bi heybet,

Dayikên ku keçikên xwe yên ciwan yên bûn qurbana zinhiyeta serdest ya mêr,

Dayikên li korîdorên girtîgehan ji bo ruyê zarokên xwe bibînin bi rojan dipayîn ew roj bê,

Dayikên her roj li fabrîkayan, tersaneyan û kanên madeyana zarokên xwe wenda dikin,

Dayikên zarokên xwe di şerê qirêj de wenda kirine,

Îro roja we ye!

Li vî welatî li dijî hemû neheqî û êşan we serî hilda. We têkoşîna azadî û demokrastiyê bi taca zêrîn xemiland.

We dîroka mexduriyeta hatibû nivîsin wek dîroka berxwedanê ji nûve nivîsî

Dayikên bi êş, fedekar û cefakar, we cefa û êşa xwe di dilê xwe de veşart û bi fedekarî têkoşin meşand.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku ew wek Meclisa Jinan a BDP’ê vê rojê ne tenê wek roja dayikan,  wek roja têkoşîna têkoşîna dayikan jibo azadiya zarokên wan dibînin.