Ji Kongra Star ji bo tevgerên jinên cîhanê nameya '25'ê Mijdarê'

Kongra Star bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, nameya piştevaniyê ji şoreşger û tevgerên jinan ên cîhanê re şand.

Komîteya Tifaq û Têkiliyan a Siyaseta Demokratîk a Kongra Star bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê nameya piştevaniyê ji şoreşger û tevgerên jinan re yên cîhanê şand.

Nameya Kongra Star bi vî rengî ye:

""Di vê roja taybet de dengê jinan ji bo parastina rûmet û mafê xwe yê jiyaneke ewle û azad dibe yek. Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê em bi dengekî tijî têkoşîn û biryardarî ji we re dinivîsin. Em silaveke têkoşînwarî ya kûr ji her jinekê ku li mal, li kolanan û li zindanan û li her deverê li dijî zordariyê li ber xwe dide re dişînin.

Ji Filistîna ku jin li hemberî zordariya dagirkeriyê li ber xwe didin, ta Hîndîstana ku jin ji bo wekheviyê tê dikoşin û ji Sûdana ku jin berdêlê şer û zordariyê didin, ta Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku jin tevî zordestiyê ala têkoşin û berxwedanê bilind dikine, ji her jineke şoreşger ku ji bo cîhanek baştir tê dikoşe silaveke tijî şanazî û serbilindî.

Ji mêtingerî û dagirkeriya bi zorê bigire ta koletî û qetlîaman, şîdeta sîstematîk a li ser jinan, çavkaniya xwe ji hişmendiya baviksalar digire. Ji boyê vê jî gereke têkoşîna li dijî vê şîdetê, zihniyeta baviksalarî ya ku dewlet di her astê de xurt dike, were meşandin.

Îro ku bandora vê zihniyetê li cîhanê berfireh dibe. Rejîma baviksalar bi îdeolojiya xwe ya cudaxwaz şerekî taybet li dijî jinan dimeşîne û tevahî destkeftî û mafên wê yên bi têkoşînên domdar bi dest xistine dike armanc.  Armanca ji van hewldanan ew e ku tevgerên jinan tevli pergala heyî bê kirin da ku bê berxwedan û bê rêveberî bibin. Di heman demê de ji bo ku derfetên wan ên ji bo bidestxistina azadiyê tune bikin.

Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, jin ji gelek aliyan ve tên amranckirin û hewldanên bêdengkirina wan tên kirin. Armac ji vî şerê yê bi pêşengiya pergala baviksalar ve tê kirin ew e ku rihê berxwedanê yê di hundirê jinan de vemirînin, maf û destkeftiyên wan ji holê rakin.

Şerê Cîhanê yê Sêyem ne tenê şerekî leşkerî ye, lê belê şerekî sîstematîk e ku jiyanê bi hemû wateyên wê dike armanc, çand, xweza û nirxên bingehîn ên mirovahiyê tune dike. Nirxên azadî, aştî, demokrasî, têkoşîna jinan û xwezayê wek dijminekî ku divê ji holê bê rakirin dibîne. Ev şer di bingehê xwe de feraseta jiyana hevbeş, mîrateyên dîrokî û nirxên ku civak li ser hatine avakirin, dike armanc. Weke jin û gel, erka me ew e ku li hember vê şîdeta sîstematîk a ku jiyan, hebûn û hêvî dike hedef, rabin.

Em jinên li Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşma  “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze” li ber xwe didin. Li dijî hêzên tarî yên ku hewl didin şoreşa mezin a gerdûnî ya jinan asteng bikin hevgirtin û avakirina mekanîzmeya xweparastin pêwîstiyek in.

Şoreş ne bûyereke awarte ye, belê pêvajoyeke dirêj a têkoşîn û berxwedanê ye ku bê rawestandina wê ne mumkin e. Tevî zext û astengiyan jî şoreşa jinan a li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikeve û mezin dibe. Li dijî şoreşa bi pêşengiya jinan êrişên domdar hene. Bi tyabetî dewleta Tirk a faşîst ku xwe di rêza yekemîn a dijbertiya jinan de dibîne, hewl dide şoreşa azadî û wekheviyê ya jinan ji holê rabike.

Dijimin êrişên hovane pêk tîne ku mîna wê di tu şeran de derneketine. Bi van êrişan hewl dide şerekî topyekunê li ser gelê me û şoreşa me ferz bike. Li herêmên dagirkirî qetilkirin û sitemkariyê li dijî jinan didomînin û bi awayekî sîstematîk jinên pêşeng dikin armanc. Ev êrişên hovane tesaduf nin in, lê belê sîstematîk in. Rejîma Tirk baş dizane ku jin stûnên vê şoreşê ne, lew re bi hedefgirtina jinên pêşeng ên ku sembola berxwedan û azadiyê ne, hewl dide îradeya gelê me û hewldanên wê yên ji bo pêkanîna azadî û wekheviyê lawaz bike. Dijmin hewl didin hemû tiştên ku me ava kirine hilweşînin;  lê em baş dizanin ku şoreşa jinan têk naçe û heta ku armancên xwe biser nexe dê berdewam be.

Ev bang banga nûkirina wêrekî û pabendbûna bi rêya têkoşînê ye.  Ji bo ku dengê jinan her bilind bimîne, werin em mil bi mil li dijî tundiyê torên piştgirî û hevgirtinê ava bikin. Em soz didin ku em ê li kêleka her jinekê bin ku ji bo azadiyê  li dijî zordariyê li ber xwe dide. Em bi her jinekê re ne ku li hemberî astengiyan disekine û daxwaza mafên xwe di civakeke azad û jiyaneke bi rûmet dike.

Em di wê têgihiştinê de ne ku ji bo parastina şoreşa jinan pêwîstî bi xurtkirina rêxistinbûna xweser û mekanîzmayên xweparastinê heye.  Ev kêlî derfeteke dîrokî ye ku em hevgirtineke cîhanî ava bikin ku li hemberî zextan bibe bersiv û bide xuyakirin ku dengê jinan ji hêzên tarî bilindtir e.

Ji bo tevahî jinên şoreşger, ji bo tevahiya jinên ku tevî zordestiyê hê jî bi xeyalên xwe ve girêdayî ne, ji bo tevahiya kesên ku li her derê cîhanê li dijî tundiyê li ber xwe didin, em radighînin ku hûn ne bi tenê ne. Em bi hev re di dîroka têkoşînê de qonaxeke nû xêz dikin. Em ji bo avakirina pêşerojeke azad û bi rûmet dixebitin.

Werin em têkoşînê bidomînin, yekitiya xwe xurt bikin û vê sedsalê bikin sedsala azadî û dengê jinan."