Konferansa Jinên Êzidî ku di dawiya hefteyê de li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê pêk hat, piştî du rojan duh êvarê qediya.
Konferansa bi sernavê "Li dijî êrîş û qirkirina jinên Ezidî, rêbazên têkoşîn û berxwedanê" hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn. Tevî Elmanyayê, ji Ermenîstan, DYA, Fransa, Belçîka, Îngilîstan, Swîsre, Danîmarka û Swêdê gelek jin lê amade bûn. Konferans ji aliyê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd û Platforma Têkoşînê ji Jinên Hatine Revandin, hat organîzekirin. Ji Elmanyayê Weqfa Rosa Luksembûrg, Navenda Kombûna Jinê UTAMARA, JXK, Fraune fur Fireden, Courage, Partiya Femînîst Die Frauen; ji Îngilîstanê Peace in Kurdistan Campaing Women's, Alliance, ji Fransayê Femmes Solidaires û Nûnertiya Tevgear Jinên Kurd a Navneteweyî destek dan konferansê.
DI DESTPÊKA KONFERANSÊ DE NÛNERA DADGEHA CEZA YA NAVNETEWEYÎ AXIVÎ
Di destpêka konferansê de nûnera Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî Songul Talay, Seroka Komeleya Frauen fur Frieden a Elman Barbara Candenas axivîn û ji Dadgeha Ceza ya Navneteweyî Patrîcîa Sellers axivîn. Sellers bal kişand ser şert û mercên darizandina qirkirinê di nava mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî de û işaret bi cihê qirkirina jinê li nava hiqûqê kir. Piştre peyamên nivîskî yên Koordînasyona KJK'ê û Fermandairya YPJ'ê hatin xwendin. Her wiha wêneyên fermana 73'an ên ji aliyê rojnamevan Abdurrahman Gok ve hatin kişandin, di pêşangehekê de hatin nîşandan. Wekî din sînevîzyonek li ser rêxistinbûna jinên li Şengalê piştî fermanê, hat nîşandan.
Di rûniştinê destpêkê de ji Platforma Têkoşînê ji bo Jinên Hatine Revandin Leyla Ferman, ji Akademiya Neteweyî ya Ermenîstanê pispora dîroka Osmanî Dr. Anûsh Hovhannîsyan, ji Navenda Têkliyên Jinên Kurd REPAK'ê Meral Çîçek û ji Koordînasyona Meşa Jinan a Cîhanê Vanîa Martîns axivîn.
QALA PIŞTPERDEYA QIRKIRINÊ HAT KIRIN
Rojnamevan Aysel Avesta jî qala çand, dîrok û baweriya civaka Kurd kir. Akademîsyen Rosa Bûrç jî, piştperdeya jeostratejîk, dîrokî û siyasî ya qirkirina li Şengalê vegot. Ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Bihar, ku ji ber dewleta Elman serlêdana wê ya vîzeyê red kir bi rêya dîmen tevlî konferansê bû, fermana 73'an bi berfirehî vegot. Ji Tevgera Jinên Azad (TJA) jî Ayşe Gokkan pêşkêşiye kir.
AVESTA PEYAMEK BI DÎMEN ŞAND
Di rûniştina destpêkê ya roja duyemîn a konferansê de li peyama bi dîmen a Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta hat guhdarîkirin. Avesta bal kişand ser faktorên rê li ber qirkirinê vekir û rola hêzan a di nava vê komkujiyê de raxist pêş çavan. Piştre endama Komîsyona Serbixwe ya Navneteweyî Sareta Ashraf, ku li ser sûcên DAIŞ'ê yên li dijî Êzidiyan rapora Neteweyên Yekbûyî amade kir, axivî. Ashraf ji bo darizandina berpirsyarên qirkirinê, rola hiqûqa navneteweyî vegot û anî ziman, mekanîzmayên darizandinê yên navneteweyî di pratîkê de di vî warî de qels dimînin.
Di dewama konferansê de jina ciwan a Êzidî Ahlas, ku karîbû xwe ji destê DAIŞ'ê rizgar bike, qala bûyerên bi serê wê ve hatî, kir.
Şervana YJŞ'ê Zeynep Cûdî jî bi rêya weşana zindî ji beşdarên konferansê re axivî û qala Yekîneyên Parastina Jinê yên li Şengalê û bandora vê yekê li ser civaka Şengalê kir.
JI BO ŞENGALÊ DAXWAZA STATUYÊ HAT KIRIN
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca jî di axaftina xwe de ragihand, nebûna statuya Êzidiyan, ferman hêsantir kiriye û destnîşan kir, ku bi statuya herêmeke xweser re dikare pêşî li komkujiyên nû bê girtin. Weke qisekera dawî jî nûnera Weqfa Jinên Azad a Rojava (WJAR) Maîke Nack peyivî û anî ziman, di şexsê Êzidiyan de Şengal bûye navendeke pîroz a hemû mirovahiyê û divê hemû jinên cîhanê têkoşîneke hevpar bimeşînin.
KOMÊN XEBATÊ HATIN AVAKIRIN
Di beşa dawî ya konferansê de biryar hatin xwendin û li ser navê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî Fîkriye Ana axaftina dawî kir. Di encama konferansê de 2 komên xebatê hatin avakirin. Koma destpêkê wê projeyan ji bo jinên Êzidî û Şengalê amade bike, ya duyemîn jî wê ji bo naskirina qirkirinê, qirkirina jinan û darizandina berpirsyaran li qada navneteweyî bixebite.