Ji KOMAW ji bo 8’ê Adarê daxuyanî

KOMAW, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da û got: “Li djî êrîşên desthilatdariya faşîst û aqilê baviksalariyê, ruhê 8’ê Adarê li her qadê û her derê bilind bikin.”

KOMAW, daxuyaniyek nivîskî weşand, di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku îro bi taybet li Rojhilata Navîn di serî de, li hemû cîhanê desthilatdariya faşîst û hişmendiya nêr a kapitalîst a ku jinê weke mal, mil û xenîmetê şer dibînin.

Di daxuyaniya KOMAW’ê de ev tişt hate gotin: “Dîroka têkoşîna me ya ku ji nirxên azadiyê tijî, di rojên dîrokî yên ku bi hemû têkoşînên jinan ên cîhanê re bûye yek de, dijîn. Li pêşberî Rozayan heta Sakîneyan, Olymperleran hata Arîn Mîrkan, ji Clara Zetkînan heta Asya Yukselan û hemû şehîdan bejdan xwe ditewin û bi rêzdarî bibîr tînin, di ser de Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li dayikên Kurd, li jin û hemû jinên herjar ên cîhanê pîroz dikin.

Em di rojên dîrokî ku jinên Kurd di dîroka xwe ya ji têkoşîn tijî de ku li nirxên xwe yên koka civakîbûnê digerin, bi têkoşîna xwe ya 40 salî bi têkoşîna jinên cîhanê re kire yek. Ji ber vê yekê jinên berxwedêr ên ku li dora têkoşîna azadiya jinê bûye yek silav dikin.

Mîras û ruhê têkoşîna Clara Zetkîn a li dijî qetlîama li ser jinê ya 8’ê Adarê, bi Şoreşa Rojava re bi çalakiya Arîn Mîrkan re gihişt lûtkeyê, bi Sakîne Cansiz re jî bûye gerdûnî.

Îro em baş dizanin ku bi taybet Rojhilata Navîn di serî de,li hemû cîhanê desthilatdariya faşîst û hişmendiya nêr a kapitalîst a ku jinê weke mal, mil û xenîmetê şer dibînin. Di hemû kaos, şer û koçberiyê de, ekonomî, siyasî di serî de beşa ku herî zêde ziyanê dibînin jin û zarok in. Di berxwedana xwerêveberiyê de jin her tim li pêş bûn, têkoşîn û berxwedana bi rengê jinê pêş ket, bûye hedefa rejîma faşîst a AKP-Erdogan. Berxwedana ku jinên Kurd ku li Sûr, Cizîr, Silopiya û Nisêbînê dan, di kesayeta Sêvêyan, Pakîzeyan û Asyayan bilind bûn, bûn efsûnewî û li dijî zilma zaliman bû tirs û xofa herî mezin.

Hê êş û birînên gelê me yên li Şengalê nehatine pêçan, hê jin û zarokên Êzidî yên dîl di destê çeteyên DAIŞ’ê de nehatine rizgarkirin, ji aliyê dewleta Tirk a faşîst bi destê PDK’ê dixwazin femana 74’an bidin dewma kirin. Li dijî vê xiyanetê ne jinên Êzidî û ne jî gelê me vê qebûl nake û wê hemû jin li ber xwe bidin. Ji ber vê sedemê ti projeyên civaka ku bê ku pişta xwe bide piştgiriya azadiya jinê, demokratîk nabe û ti şansê pêkhatina wê jî nîne. Ji ber vê yekê wê bi têkoşîna jinê ve azadî bi ser bikeve.

Li ser bingehan ku Rêbertiya me gotî: “Modernîteya Demokratîk, Şoreşa Jinê û Çerxa Şaristaniyê ye” bi vê yekê ji bo sedsala 21’an bibe sedsala jinê û bi zanîstiya jinê, azadiya jinê ve ji bo ji nû ve dîroka mirovahî û jinê ya hatî qetilkirin û tinekirin, bi girêdana şehîdan re weke berpirsyariyekî dîrokî li pêşberî me ye.

Weke KOMAW bi boneya 8’ê Adarê, di serî de yên hatin perçiqandin, jinên Kurd û cîhanê yên hatin perçiqandin yektiya enternasoynalîst û piştgiriyê xurt bikin. Li dijî polîtîkayên zayendperestiyê, nîjatperestiyê, dagirkerî, mêtîngerî, qirkirina jinan û civakê bêjin ‘NA’. Li djî êrîşên desthilatdariya faşîst û aqilê baviksalariyê, bi ruhê 8’ê Adarê li her qadê û her derê bilind bikin.”