Ji KCDK-E peyama 8'ê Adarê

KCDK-E 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi peyamekê pîroz kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyameke nivîskî weşand û 8'ê Adarê li jinên rêxistinbûyî û berxwedêr pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, têkoşîna bi pêşengiya jinê wê ji sedî sed bi ser bikeve û hat gotin, "Dîrokê ev piştrast kiriye. Di serdemên ku jiyan ketiye nava rewşeke xetere û şer jiyan herimandiye de, jinan bi berxwedaneke bi heybet, hêzeke bêhempa ya rêxistinbûnê afirandine û dîrok guherandine. Mînaka berçav a vê yekê jî, di şexsê jinên Kurd de di roja îro de tê dîtin. Em li Rojava, Şengal û Bakurê Kurdistanê dibînin, ku jinê ji bo jiyanê hemû fedakarî daye pêş çavên xwe, ya nepêkan pêkan dike û mohra xwe datînin binê serketinên mezin."

KCDK-E da xuyakirin, ku ji Leyla Qasiman heta Zîlan, Arîn Mîrkan, Besê, Asya Yuksel û dayika Taybet, li çar parçeyên Kurdistanê berxwedaneke civakî û hêzeke têkoşînê ya rêxistinbûna jinê heye, ku jiyana azad dafirîne."

Di dawiya daxuyaniyê de, her sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û hemû şehîdên jin bi rêzdarî hatin bîranîn û hat gotin, "Em dixwazin bêjin; bi xurtkirina têkoşîna civakî re afirandina jiyaneke azad li axa bindestan, pêkan e."