Ji jinên Amedî peyama 8'ê Adarê: Ji bo mezinkirina têkoşîna xwe em ê li qadan bin
Jinên ji Amedê diyar kir ku di 8'ê Adarê de wê li qadan bin û li dijî êrîşên li ser destketî û jiyanê wê têbikoşin.
Jinên ji Amedê diyar kir ku di 8'ê Adarê de wê li qadan bin û li dijî êrîşên li ser destketî û jiyanê wê têbikoşin.
Jinên ji Amedê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji ANF'ê re axivîn.
EM Ê LI QADAN BIN
Şîlan Aytemîz: 8'ê Adarê weke Roja Jinan a Cîhanê tê bilêvkirin lê belê li welatê me di Roja Jinan a Cîhanê de jî jinên me têne qetilkirin. Divê ev yek neyê kirin. Hem jinên me hem jî zarokên me têne qetilkirin. Li vî welatî bi ti awayî qîmetê jinê nîne. Li vî welatî jin nîne lê belê rojeke wan heye. Li vî welatî edalet nîne. Dema ku sûcên cuda têne kirin cezayên giran têne birîn, lê belê dema jin tê qetilkirin dadgerî bêdeng dimîne. Di vê mijarê de divê jin bibin yek. Em bi hev re li qadan divê têbikoşin û daxwazên xwe bînin ziman. Eger pêwîst bike divê em serî hildin. Di 8'ê Adarê de em ê li qadan bin.
PÊWÎSTIYA JINAN BI AŞTIYÊ HEYE
Hediye Kûrt: Beriya her tiştî em jin aştiyê dixwazin. Pêwîstiya gel û jinên Kurd bi aştiyê heye. Beriya her tiştî divê em zarokên xwe yên keç bidin xwendin. Weke jin divê em li hemberî zilm û neheqiyê dengê xwe bilind bikin. Em jin divê bibin yek. Yekane rizgariya me yekîtî ye. Heta ku em nebin yek wê zilm dewam bike. Hêvîdarim 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wê ji bo jinan bibe dîrokek û têkoşîna jinan wê mezin bibe.
QANÛNÊN KU JINAN DIPARÊZIN NÎNE
Eda Ekîn 8'ê Adarê ji bo jinên li cîhanê hemûyan rojeke girîng e. Divê jin tenê di rojekê de neyê asêkirin, qîmetê jinê divê her roj bê fêhmkirin. Em welatekî dûrî ji tundiya li jinan dixwazin. Em jin gelekî xurt in, divê em bibin yek û hêza xwe hîn xurt bikin. li vî welatî mixabin qanûna ku jinan diparêze nîne.
DIVÊ EM BI HEV RE TEVBIGERIN
Sûzan Koçak: Em jin divê xwe biparêzin. Jin bila êdî karibin fikrê xwe bi rengekî azad bibêjin. Ji bo tundî li jinan neyê kirin divê em bi hev re tevbigerin. Divê jin azad bibin. Saziyên ji bo jinan divê zêde bibin.
QANÛNÊN KU JINAN DIPARÊZIN DIVÊ BÊNE BICIHANÎN
Fatîma Kantar: Wate û girîngiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê gelekî mezin e, lê belê li welatê me girîngiya vê yekê nayê zanîn. Hêvîdarim ku tundî û komkujiyên li hemberî jinan wê bi dawî bibin. Divê li dijî mejiyê serwer ê mêr têkoşîn êdî bê mezinkirin. Divê qadên welê bêne afirandin ku jin karibin bi rehetî xwe îfade bikin. Mixabin li vî welatê ewlehiya jinê nîne. Qanûnên ku jinan diparêzin divê bi cih bêne anîn.