Ji Hêza Azadiya Jinê name

Hêza Azadiya Jinê bi boneya 8'ê Adarê nameyek şand û di nameyê de peyama tekoşînê hat dayîn.

Heza Azadiya Jinê (KOG) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê name ji bo jinan şand.

Di nameyê de ev peyam hate dayîn: “8’ê Adarê bûye xelata çalakiya me ya bê mirinê”, her wiha bal hate kişandina ser dijminahiya AKP-DAIŞ’ê ya li dijî jinê jî.

Di nameyê de wiha tê gotin; "Li Arjantinê bersiva pêwîst jinan da polîsan, li Emerîkayê dijî dijminahiya Trûmp a cinsiyetparêziyê bi hezaran jîn daketin kolalan, Li Tirikiyeyê ti kesê dengê xwe nekir, li dijî faşîzma destavêt jinan sileyek lêda û çeteyên TC yên bê rih ku li Rojava di nava 6 mehan de tişta nekirî, jinan di nava çend hefteyan de kir, rêya revê ji DAIŞ’ê re vekir. Ev hemû yên me ne, tenê çend sedemên ji şerê me yê mezin e.

'BERSIVA HERÎ MEZIN, PIŞGIRÎ Û TEKOŞÎN'

Di dawiya nameya Hêza Azadiya Jinê (KOG) de wiha tê gotin; "Li dijî zayendparêziyê, lêdan, bi metirsiya bombeyan, kiryarên paşverû yên faşîzmê û azadiya xwe windanekirina jinan tenê bersivek heye ew jî piştgirî û tekoşîn kirine. Li dijî van metirsiyan jina ku herî dûr bisekine û li dijî vê tekoşîn kirin, dîsa jine. Bûyina Jina Azad ev e."