‘Ji her milî çavkaniya jiyan û têkoşînê bû’
Rewşen Mêrdîn: Komkujiya Parîsê divê were ronîkirin. Her çiqasî dixwazin bi kuştina kujer Omer Guney ve li ser komkujiyê bigrin jî lê ev bûyer li gel me ser wê nayê girtin.
Rewşen Mêrdîn: Komkujiya Parîsê divê were ronîkirin. Her çiqasî dixwazin bi kuştina kujer Omer Guney ve li ser komkujiyê bigrin jî lê ev bûyer li gel me ser wê nayê girtin.
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Rewşen Mêrdîn bi boneya 4'emîn salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger ji ANF‘ê re axivî û got: “Di şexsê pêşenga me hevala Sara de em tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û soza şopandina doza wan didin.”
Rewşen destnîşan kir ku divê ev komkujî were ronîkirin û wiha dewam kir, “Her çiqasî dixwazin bi kuştina kujer ve li ser komkujiyê bigrin jî, lê ev bûyer li gel me ser wê nayê girtin. Weke jin em dest ji vê dozê bernadin. Ez di serî de vê zihniyetê şermezar dikim.”
Rewşen Mêrdîn têkîldarî Sakîne Cansiz jî hestên xwe wiha anî ziman: “Beriya ku ez beşdarî Tevgera Azadiyê bibim, di temenek biçûk de, min hevala Sara nasî. Berxwedana hevala Sara destan bû. Sakîne Cansiz weke jinek Kurd li hember hemû zext û zilma dewleta Tirk serî natewîne û li ber xwe dide. Berxwedaniya hevala Sara bandorek mezin li ser tevahî civakê kiribû. Ji ber vê yekê min wê pir meraq dikir û her tim dixwest wê bibînim. Min sala 1992’yan hevala Sara dît. Dema şerê Başûr, hevala Sara fermandara şer bû. Bi dîtina Hevala Sara dinya bû ya min, tenê min wisa hîs kir.
Hevala Sara bi sekna xwe, moral û disîplîna xwe ya jiyanê bandora xwe li ser me hebû. Me perwerdeya xwe ya birdozî û rêxistinî, her wiha milê leşkerî, biryar û îdîaya xwe ji wir girt. Her wiha Hevala Sara li ser tevahî tevgerê xwedî seknek girîng bû, xwedî berpisyarî bû û di hemû milê jiyanê û hevaltiya xwe de her wiha di milê estetîk û etîkê de jî Hevala Sara diyar bû. Em dikarin bêjin tarzê jiyana Hevala Sara însan perwerde dikir.”
Rewşen bi lêv kir ku Sakîne Cansiz, pir dagirtî bû, têkliyê wê yên bi gel re dihişt ku tevahî gel pê ve were girêdan û wiha pê de çû; “Di nava jiyanê û civakê de hevala Sara bi mezinan re dibû mezin, bi zarokan re dibû zarok. Vê bandora xwe li me jî dikir. Heta niha jî girêdana gel û hezkirina wan a ji bo hevala Sara diyar e. Hevala Sara ji bo gel bi tarzê xwe diyar dikir ku em tevgereke mirovî ne, ferq û cudahiyê naxin nav însanan.”