'Ji du aliyan ve êrîş li ser jinên Kurd heye'
Nûnera Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Prz. Çîgdem Sevîmlî, êrîşên li ser Kurdan hem bi asta zayendî û hem jî bi asta nasnameya netewî ye.
Nûnera Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Prz. Çîgdem Sevîmlî, êrîşên li ser Kurdan hem bi asta zayendî û hem jî bi asta nasnameya netewî ye.
Parêzer Çîgdem Sevîmlî diyar kir jinên Kurd xwedî qadeke berfirehtir a têkoşînê ne û got her ku têkoşîna jinan geş dibe, desthilat vê weke talokeyê dibîne û tundiyê zêdetir dike.
Nûnera Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Prz. Çîgdem Sevîmlî li ser xisletê tevgera jina Kurd got, ''Tevgera jina Kurd di serî de bi rengê têkoşîna nasnameya netewî dest pê kiriye lê piştre bi perspektîfa azadiya jinê têkoşîna zayendî jî vehewandiye.''
Sevîmlî wiha domand: ''Têkoşîna jinên Kurd ji tevgerên femînîst ên li Tirkiyê pir ne qut be jî, li gel nasnameya zayendî têkoşîna nasnameyê jî li pêş e. Dema ku mirov hem têkoşîna zayendî û hem jî ya netewî die dewlet zêdetir êrîşê tîne û tundiyê zêdetir dike. Li Kurdistanê hem tundiya li ser jinan heye û hem jî tundiya li ser nasnameya netewî. Jinên Kurd xwedî qadeke berfirehtir a têkoşînê ne. Her ku têkoşîna jinên Kurd geş dibe, desthilat vê ji bo xwe weke taloke dibîne û tundiyê zêdetir dike.''
Sevîmlî siyasetmedarên Kurd Ayşe Gokkan, Aysel Tugluk û navên din ên ku di tevgera jina Kurd de sembol in bi bîr xist û got ji bo ku di nav têkoşîna jina Kurd de ne dewlet wiha tund bi ser wan de diçe. Sevîmlî êrîşên bi destê qeyûman bi bîr xist û got, ''Em pê dizanin ku Aysel Tugluk bûbû sembola pergala hevseroktiyê. Hevseroka pêşî bû. Ayşe Gokkan jî bi pratîka xwe hebûna jinên Kurd û qada têkoşînê ya jinên Kurd diparast. Bi destê qeyûman jî êrîş anîn. Li Kurdistanê li dijî qad û saziyên jinan êrîş anîn. Zextên li Kurdistanê yên li ser jinên Kurd ji têkoşîna Kurdan ne qut e.''