Ji CDK-F'ê banga beşdariyê ji bo meşa Parîs
Ji Hevserokatiya CDK-F'ê banga beşdariyê ji bo çalakiya edaletê û meşa ku wê 7'ê Çileyê roja Şemiyê li Gare du Nord bê lidarxist kir.
Ji Hevserokatiya CDK-F'ê banga beşdariyê ji bo çalakiya edaletê û meşa ku wê 7'ê Çileyê roja Şemiyê li Gare du Nord bê lidarxist kir.
Hevserokatiya CDK-F'ê, diyar kir ku bi bomeya salvegera 9'ê Çileya 2013'an qetikirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, wê li parîsê meşekî mezin li dar bixin.
CDK-F'ê bi bîr xist ku tevî ev 4 sal in li ser qetlîamê re jî derbas dibe hê dadgehê dest bi darezandina ti kesê nekiriye. CDK-F'ê wiha got: "Tevî ku dosyaya lêpirsînê Gulana sala 2015'an bi dawî bibû jî lê bê ku şahidiyek ji bo dosyayê bê zêdekirin, doz hate taloqkirin.Taloqkirina dozê ya 23'ê Çileya 2017'an û mirina sûcdar a mehek mayî ji dadgehê re tê wateya Fransa dewleta Tirk û sîxûriya wê parastinê. Dibe ku bi mirina sûcdar re dixwazin dadgehê bi dawî bikin. Kurd qet rê nadin ku doz bi vî awayî dawî bibe. Dibe ku sûcdar miribe lê faîl li derve ne."
CDK-F destnîşan kir heta doza qetlîama Cansiz, Dogan û Şaylemez ronî bibe wê şopdarê wê bin û wiha got: "Bi vê boneyê di salvegara 4. a şehadeta hevalên xwe de, ji bo hesab ji faîlan bixwazin di serî de bang li hemû Kurdên Fansa û Ewropayê dijîn, dost, kesên demokrat û şoreşger û saziyan dikin ku bi awayekî pir xurt beşdarî çalakiya edaletê ku wê roja 7'ê Çileyê ku li Gare Du Nord a Parîsê bê lidarxistin bibin."