‘Ji bo şoreşa yekbûyî, wekhevî û azadiyê ‘NA’’
Konseya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan ji referandûma dîktatoriyê ku wê 16’ê Nîsanê were kirin banga ‘NA’ kir.
Konseya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan ji referandûma dîktatoriyê ku wê 16’ê Nîsanê were kirin banga ‘NA’ kir.
Konseya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (TŞYJ) ku beriya bi çend rojan avabûna xwe ragihand di daxuyaniya xwe de got,’ Li Tirkiyê em di pêvajoyeke wiha re diçin ku çarenûsa nasnameyên zayendî û gelan diyar dibe’’ û bal kişande ser giringiya ‘NA’yê.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi navê guhertinê faşîzmeke girantir a bi rengî Osmanî li ber civakê tê danîn. Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:
NA, JI BER KU;
Dirûşma ‘yek dewlet, yek milet, yek ala, yek ziman’ careke dî li êgir dikin. Me jinên şoreşger ti caran me ev sîstema faşîst, bêhn pê ketî qebûl nekir û em ê qebûl jî nekin. Em weke Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (TŞYJ) peywireke şoreşger û dîrokî dibînin ku bi ‘NA’yê lîstika referandûmê pûç bikin. Ji bo vê jî jî em dibêjin ,’NA’ ji ber ku;Sîstema zilêm a bi markaya ‘zilamekî weke zilam e’ herî jin kuştin, mêtin, tecawizî wan kir, êşkence li wan kir. Û bi lezeke zêde jî van êrîşên xwe berdewam dike.
Li hemû qadên jiyanê, li malê, li kuçe fabrîka, zeviyan, li dibistan, kargehan ev pergal herî pir ked, beden û giyanê jinê diçewisîne.
Rejîma ku tê xwestin bi ‘yek-zilamî’ were nûkirtin, ji serokkomar dest pê dike, li hemû qadên jiyanê zilêm dike yek û jinê tine dike. Tim dike koleya zilêm. Îdeolojiya yek zilamî, jina ku tecawiz lê bûyî bi tecawizkar re dide zewicandin, ENSAR û saziyên weke vê yên girêdarî dewletê bi gotina ‘ji carekê tiştek nabe’ diparêze, bûkên zarok û her cure koledariya jinê dike kevneşopî, ken qedexe dike, anîna sê zarokan teşwîq dike û bi vî rengî wan hepsî malê dike, yên ku pehînan davêjin, tecawiz dikin, sixêfan dikin diparêze, hiqûqa zilam serwer her ku diçe rewa dike.
JIN Û GEL TÊNE ÎNKARKIRIN
Ev rejîm tenê jinan na, ji jinan dest pê dike Kurdan, Lazan, Ermeniyan, Çerkezan, Tirkmen, Elewî, Romenan, nasnameyên cihê derek dike, înkar dike, bi tekirinê dixwaze tine bike. Bi nîjatperestî, şowenîzmê dixwaze hevgirtina dîrokî ya di navbera jinan de tine bike.
Ev rejîm li Kurdistanê bajar, gund û çiyayan tine dike, dixwaze Kurdan, vîna azadiyê ya jina Kurd dixwaze tine bike. Jinên Kurd ên ku li ber xwe didin, zarokan, welatparêzan, bi rêbazên herî hovane tine dike, wan qir dike.
Rewşa herî bêguneh a zarokên me bi kar tîne, tecawizî bedena zarokan dike, jê xirabtir jî vê meşrû dike.
Daristanên me dişewitîne, av û hewaya me dilewitîne, bi azweriyeke têrnebûyî ya karkirinê ji zindiyan re qada jiyanê nahêle.
Li hêlekê dibêje ‘’bihişt di bin piyê dayikan de ye’ û li hêla dî jîbi çavsorî êrîşê dibe ser dayikên me yên berxwedêr, dibe ser Dayikên Şemiyê.
Ciwanên me, herî pir jî jinên me yên ciwan bi dorpêça bê kar û bar ber bi xwekuştinê ve tehf dike. Bi deh hezaran mirovên me li zindanan têne girtin û êşkenceyê li wan dike. Bi giştî hemû welatê me dikine zindan.
Dema ku Ozgecan hate kuştin, tecawiz lê hate kirin, welatek hate kuştin, şewitandin, tecawiz li welatekî hate kirin. Dema ku Cizîr dihate şewitandin û hilweşandin, dema bedena bi sedan ciwanên me yên ku xwerêberî diparastin, şewitandin welatek hate şewitandin.
BANGA NA
Em weke TŞYJ’ em armanc dikin ku ji xweliyê welatekî şewitî, ji bedena vî welatê ku tecawiz lê hatî kirin û şewitandin em dixwazin welat û jiyaneke azad, wekhev û watedar ava bikin. Ji bo van hemû sedeman em di vê referandûmê de dibêjin, ‘NA’ û em bang li hemû jinên şoreşger, demokrat, bihistyar, xwedîî ûcdan, nasnameyê cuda dikin ku dengê xwe bikin yek û bibêjin, ‘NA’
Heke em bibêjin NA, eniya şoreşger-demokratîk wê xurt bibe, polîtîkaya faşîst a AKP-MHP wê têk biçe, wê derî li civakeke rûmetdar, derî li şoreşa yekbûyî vebe.’