‘Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe, divê qenalên siyaseta demokratîk bên vekirin’

Fatma Bostan Unsal, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo nirxand û diyar kir ku vekirina qenalên siyaseta demokratîk û misogerkirina azadiya ramanê ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê şertên bingehînin.

Zanyara Siyasetê û Parêzvana Mafên Mirovan Fatma Bostan Unsal banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêber Apo û pêvajoya ku wê pê re pêş bikeve ji ANF'ê re nirxand.

Fatma Bostan Unsal, anî ziman ku êdî meseleya muxatabûna Rêber Apo ne cihê nîqaşê ye û destnîşan kir ku ev yek ji aliyê civakê ve jî hatiye qebûlkirin. Unsal, anî ziman ku bihêzbûna PKK’ê ji astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk pêk hatiye û got ku ev ne tenê meseleyek a cekdanînê ye, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku hawîrdora şer û pevçûnan ne tenê dibe sedema windahiyên mirovî û zirara aborî, her wiha bi hincetên 'têkoşîna li dijî terorê' azadî jî hatine sînordar kirin. Her wiha diyar kir ku rakirina parêzbendiyên parlementeran û pêkanînên qeyûman ên beriya 15’ê Tîrmehê di vê çarçoveyê de pêk hatine.

‘DIVÊ QENALÊN SIYASETA DEMOKRATÎK BÊN VEKIRIN’

Fatma Bostan Unsal, da xuyakirin ku divê dewlet qenalên siyaseta demokratîk veke û got, "Weke ku di bangê de jî bi awayekî zelal hat gotin, divê eniya dewlet-hikûmetê qenalên siyaseta demokratîk veke û azadiya raman ê û azadiya rêxistinbûyînê bicih bîne.

Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku desthilatdarî bi helwestek devgirtî nêzî pêvajoyê dibe, got ku lê sînyalên nerasterast dikarin bên wergirtin. 

Fatma Bostan Unsal, destnîşan kir ku serkeftina herî mezin a pêvajoyê peydakirina platformek berfirehtir ji bo axaftinê ye û nebûna pêşkeftina rêzikên qanûnî wekî kêmasiyek binav kir. Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku pêkanînên qeyûman, dozên li dijî siyasetmedarên Kurd û girtina rêxistinên sivîl mafên siyasî sînordar dike. Her wiha diyar kir ku astengiyên li pêşiya xebatên perwerdehiya Kurdî û xebatên çandî di nava pirsgirêkên li benda çareseriyê de ne.

Fatma Bostan Unsal, anî ziman ku hevdîtina bi Rêber Apo re gava herî berçav a pêvajoyê ye û got divê têkildarî rewşa Rêber Apo de amadekarî bên kirin. Fatma Bostan Unsal, destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê qanûnên ku azadiya ramanê binpê dikin, bên rakirin. Her wiha diyar kir ku divê pênaseya terorê were tengkirin û rewşên ku ne sûc in, di çarçoveya terorê de neyê nirxandin.

Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku divê çapemenî di pêvajoyên aştiyê de roleke girîng bilîze û got ku saziyên çapemeniyê yên nêzî dewletê dikarin tevkariyeke erênî bidin pêvajoyê.