Ji bo Kongreya Meclisa Jinê ya Enqereyê banga tevlîbûnê

Ji bo Kongreya Meclisa Jinê ya Enqereyê banga tevlîbûnê

Meclisa Jinê ya BDP'ê ya Edeneyê ji bo tevlîbûna 2'emîn Kongreya Jinê ya BDP'ê ku li Enqereyê pêk bê bang li hemû jinan kirin û xwest jin tevlî bibin.

Meclisa Jinê ya Partiya Aştî Demokrasiyê (BDP) ya Edeneyê ji bo 2'emîn Kongreya Meclisa Jinê ya BDP'ê ya di 28'ê Nîsanê de li Enqereyê pêk bê banga tevlîbûnê kirin. Jinan beriya 2'emin Kongreya Meclisa Jinê ya BDP'ê li taxa Şakirpaşa ya Seyhanê li nava esnaf û welatiyan belavok belav kirin û xwest her kes tevlî kongreyê bibin.

Jinan daxwaz û armanca kongreyê ji jinên hatin pazarê û kolanê re parve kirin û xwestin hemû jin tevlî kongreyê bibin. Endama Meclisa Jinê ya BDP'ê Suzan Kiliç diyar kir ku, dê di 28'ê Nîsanêde Kongreya giştî ya Jinê li Enqereyê pêk bînin bû bang li hemû jinan kir û xwest tevlî kongreyê bibin. Kiliç xwest bi taybetî di vê pêvajoyê de jinên Kurd dengê xwe bilind bikin û tevlîbûnek xurt pêk bînin. Kilinç anî ziman ku, dê di kongreyê de Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya gelê Kurd bixwazin.