‘Ji bo jiyaneke azad û wekhev em serî hildidin’

Bi hezaran kes tevlîya şahiya 8’ê Adarê ya li Kadikoyê bûn.Jinan gotin ku “Em ji bo jiyaneke azad û wekhev serî hildidin.”

Platforma Jinan a 8'ê Adarê, bi minasebeta 8'ê Adarê bi dirûşmeya "Em li dijî qeyran û tundiyê serî hildidin, li hemû cîhanê li ser piyan in" li Qada Îskele ya Emînonu ya Kadikoyê şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de nûner û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Melîsa Jinan a OHD, li pêş avahiya HDPê ya Kadikoyê kom bûn û heta qada şahiyê meşiyan. Di meşê de pankartên “Em rêxistinê xurt dikin ber bi azadiyê ve dimeşin", “Di azadiyê de bi israr û di têkoşînê de bi biryar in", “Em dayîk şer naxwazin”, “Jinên Ciwan tirsa faşizmê û pêşengê berxwedanê ne." rakirin. Dîsa dowîz û lolîpopên “Jin jîyan azadî”, “Bijî yekîtîya jinan”, “Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" rakirin. Jinan di meşê de bê navber dirûşmeya “Jin jîyan azadî” berz kirin. Jinan cilên rengîn li xwe kirin û li ber dengê erbaneyan meşiyan qadê. Dema jin gihiştin qadê bi tîlî û çepikan hev pêşwazî kirin.

Li qada şahiyê Endama Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Bedia Ozgokçe axivî û wiha got: "Em alîgirê aştiyê ne. Em dixwazin aştî û aramî bê vî welatî." Piştre ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştre ji Piştevaniya Taksimê Mucella Yapici jî axivî û wiha got: "Em ji zext û tundiyan natirsin. Me îtîaat nekir û em îtîat nakin. Em 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. "

Piştre li ser navê Platformê daxuyaniya hevpar hat xwendin. Li ser navê Platformê Ezgi Bahçecî, Nazli Anda, Cemile Baklali, Şeyma Çopur û Çagla Akdere bi zimanên cuda daxuyanî xwendin. Jinan di daxuyaniyê de anîn ziman ku ewê li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin û wiha gotin: "Tundiya mêr, cînayetên jinan û qeyrana aborî, şer û mêrê serdest dema bi ser me de tê, em jin milê xwe dixin mile jina herî nêzik. Em jin piştevaniyê ava dikin. Em jin milê xwe dixin hev û barîkata ku tu kes nikare derbas bike ava dikin."

Şahî bi govend û muzîkê bi dawî bû.