'Ji bo hesab ji komplokeran bipirsim hatim serê çiyê'

Gerîlaya HPG-YJA Starê Ronahî Nûda yek ji wan ciwanan e, ku ji bo hesabê komploya navneteweyî bipirse berê xwe daye çiyayên Kurdistanê.

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera 18. de ye. Ji roja destpêkirina komployê û vir ve, bi hezaran jin û mêr tevlî nava refên gerîla bûn. Ronahî Nûda ji ajansa me re axivî û diyar kir, ew bi hesta tolhildana ji komployê mezin bûye û bi vê armancê tevlî nava refên gerîla bûye.

'RÊBER APO RÊBERÊ GELÊN BINDEST E'

Ronahî Nûda bi şermezarkirina komploya li dijî Ocalan dest bi axaftina xwe kir û anî ziman, komplo li dijî hemû gelên ji bo azadiyê têdikoşin hatiye kirin. Nûda got, "Hêzên hegemon gelekî baş pê dizanin, ku Rêber Apo rêberê têkoşîneke mezin a ji bo gelan e. Rêberê me li Îmraliyê jî be, her tim ji bo gelên bindest têdikoşe. Vê têkoşîna bê eman pêşî li komplokeran girtiye."

'EM ZAROKÊN GELEKÎ NE KU DIXWAZE BI RÊBERÊ XWE BIJÎ'

Nûda destnîşan kir, ku ji bo hesab ji komployê bipirse ew tevlî nava refên gerîla bû û got, "Em ê ne tecrîdê, ne jî sîstema Îmraliyê qebûl bkin." Ronahî Nûda di dawiya axaftina xwe de got, "Mîna her zarokeke/î Kurd, min jî ev komploya li dijî Rêberê me qebûl nekir. Bi hest û daxwaza pirsîna hesabê vê yekê, mezin bûm. Rêberê me yekane rêber û hêviya gelên Kurdistanê ye. Dîlgirtina wî li Îmraliyê ne tiştekî em karibin qebûl bikin e. Em zarokên gelekî ne, ku dixwazin bi Rêberê xwe re bijîn. Ji bo hesab ji hêzên komploker bipirsim derketin serê çiyayên Kurdistanê. Ji bo jiyana bi Rêbertî re li siberojên azad, tevî hevalên xwe em ê bê sekn têkoşînê mezin bikin û ji bo tinekirina zîhniyetên sîstema Îmraliyê afirandine, em ê li ber xwe bidin."