Ji bo gerîlayên jin merasîma bîranînê
Li bajarê Fransa Creîlê, di kesateta Gulbahar Amed (Fatma Karayîl) û Arjîn Garzan de, 15 gerîlayên jin ên ku di 24'ê Adara 2012'an de jiyana xwe ji dest dayîn, merasîmê biranînê hate lidarxsitin.
Li bajarê Fransa Creîlê, di kesateta Gulbahar Amed (Fatma Karayîl) û Arjîn Garzan de, 15 gerîlayên jin ên ku di 24'ê Adara 2012'an de jiyana xwe ji dest dayîn, merasîmê biranînê hate lidarxsitin.
Merasîma ku ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a Fransayê ve hatî organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên tekoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir. Aktivîteya ku merasîma bîranînê tevlîbûnek zêde ya kesan çêbû û di merasîmê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Xeyrî Ûlûdag axivî û wiha got: "Em şehîdên xwe bi rêzdarî bibîrtînin. Ev tekoşîna ku bi şeref a wan dayî meşandin, ji bo ku em bibin layîqê vê tekoşîna wan em ê berxwedana xwe bilindtir bikin û serketinê ji bo wan bibexşînin."
Di merasîma bîranînê de birayê Gulbahar Amed, Şahîn Karayîl jî axivî û got:"Em bi Gulbaharê serbilind û şanaz in. Şehîdên me şeref û rûmeta mene."
Merasîm bi dirûşemyên 'Şehîd Namirin' û 'Bijî Serok Apo' bi dawî bû