Ji bo Bûlûttekîn daxwaza 7 heta 15 sal cezayê girtinê hate kırın
Ji bo Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn bi daxwaza cezayê 7 heta 15 sal a girtinê îdaname hate amadekirin.
Ji bo Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn bi daxwaza cezayê 7 heta 15 sal a girtinê îdaname hate amadekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" îdaname derbarê Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekînê amade kir.
Dozgeriyê xwest ku ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan ceza li Bûlûttekînê bê birîn. Yek ji tişta Bûlûttekînê pê tê tawanbarkirin jî tevlêbûna bîranîna Serokê HEP'a Amedê Vedat Aydin e ku ji hêla JÎTEM'ê ve hatibû kuştin.