Ji bo 3 jinên şoreşger li Baselê bîranîn
Li Baselê yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ên di 9’ê Çileya 2013’an hatin qetilkirin hatin bibîranîn.
Li Baselê yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez ên di 9’ê Çileya 2013’an hatin qetilkirin hatin bibîranîn.
Aktîvîteya bîranînê ku li Navenda Civaka Kurd a Baselê ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd hat lidarxistin, bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Meclîsa Jinê ya Ronahî axaftin hatin kirin, tevkariyên ku Cansiz û hevrêyên wê ji bo rêxistinbûyina jinê û têkoşîna jinê kirine hatin destnîşankirin. Her wiha Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir jî wek berdewama vê hat nirxandin.
Piştî axaftinan, pêşandana sînevîzyonê û xwendina helbestan çêbû. Di dawiya aktîvîteyê de Kurdistaniî ji bo mîtînga ku wê sibehê (roja Şemiyê) li Parîsê bê lidarxistin ketin rê.