'Ji ber polîtîkayên mêr-dewletê jin tên kuştin'

Jinan li Mêrdînê di çalakiyê de bal kişandin ser cînayetên li ser jinan û xwekuştinên jinan ên bi guman û li dijî polîtîkaya mêr-dewletê banga têkoşînê hate kirin.

Li Mêrdînê ji ber qetlîama li ser jinan û xwekuştinên jinan ên bi guman bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyanî hate dayîn. DBP, HDP û Meclîsa Dayîkên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de qala 4 jinan hate kirin ên ku di vê meha dawî de hatine qetilkirin.

'ÎRADEYA JINAN TÊ ŞIKANDIN'

Çalakvana TJA’yê Semîre Kut bal kişand ser saziyên jinan ên bi Rewşa Awarte re hatine girtin. Kut diyar kir, ji ber ku dewletê saziyên jinan girtiye bûyerên wisa zêde bûne û ji ber ku jin di nava malê de ne zext li wê tê kirin û jin xwe dikujin. Kut got, "Malbat û civak îradeya jinan dişikîne. Dema ku jin dixwaze çareseriya xwe derxe holê jî dibe hedef. Ev qirkirin e û yek ji sedema herî mezin a xwekuştinê ye."

Kut da xuyakirin, ku ew ê li hemberî vê qirkirinê têbikoşin û got, "Kêşeya herî mezin a civakê ev e ku jin û mêr ne wekî hev in. Em ê li dijî van polîtîkayan heta dawiyê li ber xwe bidin. Heta ku jin azad nebe wê civak azad nebe."