Li Îranê çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kirin, bênavber dewam dikin. Çalakî ji bilî meşên girseyî jî têne kirin. Jinan destpê kirin ku bi servekirî dakevin qadan û biguherin. Her wiha gelek çalakiyên korsan jî li ser medya dîjîtal hatin parvekirin. Aktîvîstê Îranî yê li Tirkiyeyê dimîne Araz Bagban li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Araz Bagban bi bîr xist ku çalakiyên li Îranê yên dawiya sala 2017'an li dijî bihabûnê destpê kirin di demeke kurt de veguherîbûn raperînê û got, "Çalakiyên li qadan di Çileya 2018'an de jî dewam kiribûn. Piştre Mijdara 2019'an li hemberî buhabûna benzînê gel daketibû qadan û li ber rabû bû. Buhabûna wê demê ne tenê buhabûna bi sê qatî ya benzînê bû, di heman demê de bandor li malzemeyên hilberînê yên bingehîn jî kiribû. Ji ber vê yekê herdu çalakî jî li hemberî bihabûnê hatibûn kirin. Di van herdu raperînan de li bajarên mezin çalakî hatin lidarxistin jî yên ku bi rê ve bir bi giranî bajarên biçûk ên xizan bûn. Lê belê dirûşmên ku di çalakiyan de hatin qîrîn ne tenê têkildarî daxwazên aboriyê bûn."
Araz Bagban anî ziman ku ew serhildan li bajarên mezin girseyî nebûn û wiha dewam kir, "Lê belê encameke girîng a serhildanê bûn. Kedkar bi tundî li ber sîstemê rabûn. Dirûşma 'lîstika reformîst êdî qediya ye' ku meha Mijdarê li qadan deng veda, dihat wateya nîşaneya qutbûna ji sîstemê. Êdî meşrûiyeta rejîma zordar li nava girseyan nema bû. Bi dîtina min ev qutbûn kir ku raperîna bi kuştina Jîna Emînî destpê kir ewqasî berfireh û xurt be.
Sedema destpêkirina raperîna heyî ya li Îranê ji herdu raperînên beriya niha cudatir jî be, radixe pêş çavan ku di navbera gel û dewletê de êdî pireke têkiliyê nema ye û gel qadan ji bo xwe weke yekane rêya rizgariyê dibîne. Ji aliyekî ve pêşkêşkirina olperestekî tund ê mîna Reîsî weke namzetê serokkomar û hilbijaritna wî di hilbijartineke bi tevlîbûneke lawaz; li aliyê din jî di demekê de ku pirsgirêka debarê ya gel gelekî giran e êrîşa dewriyeya îrşatê (polîsên exlaqê) li hemberî jinan. Her wiha kuştina jineke ciwan ji aliyê dewriyeya îrşatê ve bi hinceta 'serê xwe baş nenixumandiye' nîşan da ku dewlet û gel çiqasî ji hev dûr in. Bi vî rengî dema mirov bala xwe dide ser rabirdûya tarî ya Komara Îslamê ya 43'an, dikare bibîne ku jin, kedkar, komên etnîkî û olî yên li cografya Îranê guhertina vê sîstemê ji xwe re kirine armanca hevpar. Ev yek jî ji Şoreşa 1979'an û vir ve tifaqa herî mezin e ku pêk hatiye."
Araz Bagban diyar kir ku niha li Îranê kuştina her kesekî dibe sedema pêleke nû ya çalakiyan, derdorên nû tevlî raperînê dike û got, "Haya dewletê ji vê yekê heye. Lewma zextê li malbata her ciwanekî dike ku yên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve têne kuştin, ji wan dixwaze ku bibêjin ew ciwan ji ber sedemên xwezayî jiyana xwe ji dest dane. Di rewşeke bi vî rengî de dewlet nikare înfazeke komî mafdar nîşan bide."
Araz Bagban ragihand ku Komara Îslamê heta niha bi paş ve gavek neavêtiye û got, "Ji bo tepisandina raperînê derfetên xwe hemû ceriband, diceribîne. Em dibînin ku hêzên ewlekariyê bi tundî êrîşî çalakiyên li kolanan dikin. Dewlet bi çavekî dijmin li mirovên li qadan dinihêre, bi taybetî jî li yên li bajarê Belûcistanê dinihêre. Bi rengekî girseyî mirov têne girtin. Heta niha bi sedan kes hatin kuştin û bi hezaran mirov jî bi rengekî ku li dijî qanûnên Komara Îslamê ya Îranê hatin girtin. Rêxistinên mafên mirovan her roj agahiyên nû li ser kuştina mirovan û girtina mirovan parve dikin."
Araz Bagban destnîşan kir ku rewşa heyî xitimî ye û got, "Bi vî rengî hêza gel têrê nake ku Komara Îslamê ji bingehê ve bê guhertin. Li aliyê din Komara Îslamê jî nikare raperîna gel bitepisîne.
Lê belê encama raperînê çi dibe bila bibe ji bo Komara Îslamî bûye hişyariyek. Raperîna ku di rojên dawî yên sala 2017'an de hate kirin, meşrûiyeta Komara Îslamê ya li nava gel kir mijara nîqaşê, derbên mezin li bingeha wê xist. Xuya ye nepêkane ku van birînan bi hêsanî baş bike.
Li Îranê pêşdîtina li ser hilweşîna îstîbdada olî hêsan nîne. Sîstem hîn jî xwedî rêxistiniyeke gelekî xurt e. Ji bo veguherîna vê rêxistiniyê, di pêvajoya raperînê de pêwîstî bi kêliyeke diyarker heye. Ji bo şoreş pêk were divê raperîn mîna sala 1978'an girseyî bibe, gel komîteyên xwe yên xwecihî yan jî rêxistiniyên xwe ava bike, di pîşesaziyê de grevên giştî destpê bikin û bi rengekî berfireh belav bibe. Bi taybetî bêrêxistiniyeke giştî dibe sedem ku ev raperîn bi pêş ve neçe. Pêwîstî pê nîne ku hemû bi carekê pêk werin. Mînak, weke sala 2011'an li Misrê bû, bi milyonan mirov dakevin qadan, dibe ku ev têrê bike. Lê belê ji bo veguhere şoreşê di vê astê de pêwîstî bi pêngaveke ji her alî ya raperînê heye."