'Jehrkuja şerê taybet, rêxistinbûn e'

Gerîlayên YJA Starê bal kişandin ser karakterê mêtîngeriya Tirk a ku ti pîvanên însanî û exlaqî nas nake û destnîşan kirin, ku li dijî rejîma şerê taybet a heyî, rêxistinbûn û berxwedan şert e.

Gerîlayên YJA Starê, ji ANF'ê re qala şerê taybet ên dewleta Tirk ê li Kurdistanê û pêwîstiya têkoşîna li dijî vê yekê kirin.

Gerîlaya YJA Starê Rêvan Amed destnîşan kir, ku ya mirovan dike mirov nirxên civakî ye û got, "Eger mirov karîbû vî cewherî biparêze û li ser vê bingehê rêxistinbûna xwe ya civakî pêk bîne, hingî mirov dikare qala civaka azad bikin."

ŞERÊ KU ÊRÎŞÎ AZADIYÊ DIKE

Amed diyar kir, di rewşa heyî de mirov nikarin qala civaka azad bikin û civak tevî kesayetên xwe, bi rêya şerê taybet ji wesfên xwe bêpar hatiye hiştin. Amed, şerê taybet weke şerekî k êrîşî azadiyê dike bi nav kir û wiha dewam kir: "Ji ber ku sîstem mirovekî azad, civakeke azad naxwaze. Civak û kesayetên ku ji rastiya xwe çûye, dixwaze." Di dewama axaftina xwe de Rêvan Amed got, "Sîstem niha saziyên medyayê bi kar tîne û şerekî gelekî giran ê qirêj idmeşîne. Bi bernameyên televîzyonê, bi huner, materyalên dîtbarî û nivîskî re dor li mirovan girtiye. Ev yek ji bo saziyên din jî derbas dibe. Ji bo hemû mirovan bi xwe ve girê bide û bê bandor bike, gelekî hewl dide. Agahî jî di nav de, her tiştî kontrol dike û bi vê rêyê ji xwe re koleyan dafirîne."

HIŞMENDIYA XWEPARASTINÊ

Amed ragihand, şerê taybet li Kurdistanê di asteke gelekî qirêj de tê meşandin, di demên dawî de ev yek bêhtir hatiye dîtin û got, "Xefikên qirêj ên li Nisêfînê li ber keçên ciwan hatine danîn, navendên fûhûşê, bê av û bê elektrîk hiştina gelek bajaran, qedexekirina derketina zozanan çend ji çekên şerê taybet e. Pêwîste rêxistiniya bi hişmendiya xweparastinê bibe mekanîzmaya bingehîn a li dijî van çekan."

NE TENÊ ŞEREKÎ LEŞKERÎ HEYE

Li gorî gerîlaya YJA Starê Amargî Zîlda jî, şerê navbera hêzên dagirker ên Tirk û gerîla de, ne tenê şerekî leşkerî ye û got, "Li her tax, kolan, gund û malên Kurdistanê şer tê kirin. Navê vê jî şerê taybet e."

Zîlda anî ziman, ji perwerdeyê heta aboriyê, ji medyayê heta çandê li hemû cihan operasyoneke mezin hatiye destpêkirin û da zanîn, ku rastiya şerê taybet dema mirov li nava sîstemê be, zêde pê nahesin. Zîlda got, "Her tişt bi mirovan re xwezayî tê dîtin" û destnîşan kir, ku sîstem hê ji zarokatiyê ve hewl dide mirovan teslîm bigire. Gerîlaya YJA Starê Zîlda got, "Halbûkî hêza me heye ku em vê rewşê biguherînin. Bi rêxistinyeke xurt, em dikarin bikin ku ev çerx negere."

SÛR MÎNAKA BER BI ÇAV E

Gerîlayeke din a YJA Starê Avesta Kobanê jî anî ziman, sîstem êdî dizane bi tepisandin, bi kuştin û binpêkirinê re nikare encameke zêde bi dest bixe, lewma tevî vê yekê rêbazên din ên şerê taybet bi kar tîne û ji bo vê jî mînaka Sûrê da: "Xera kir, şewitand, kuşt. Niha jî dibêjin, 'Em xizmetê didin gelê herêmê. Em ê bajarê Sûrê ji nû ve dîzayn bikin'. Bi vî rengî civakê dixapîne. Ev yek rûyê herî qirêj ê dewletê ye."

Kobanê destnîşan kir, haya beşeke girîng a gel ji vê qirêjiyê heye, lewma li Sûrê li ber xwe dide û wiha dewam kir: "Gelê Sûrê dizane, ya ku dixwazin ji destê wan bigirin ne tenê xanî, tax, kolan û nirxên wan ên madî ye; di heman demê de nasname, rûmet û ruhê wan e. Ji ber vê yekê bi vê hişmendiyê li dijî şerê taybet li ber xwe dide. Jehrkuja şerê taybet a li Kurdistanê, rêxistinbûn e."

ŞER NE TENÊ BI ÇEKÊ TÊ KIRIN

Gerîlaya YJA Starê Arjîn Amed da zanîn, mêtîngeriya Tirk mirovan ji mirovbûnê dike, mirovan dixe rewşeke wî rengî ku nikare nirxên xwe yên civakî û çandî biparêzin û destnîşan kir, li dijî vê yekê ya divê were kirin şerekî hevgirtî ye. Amed bibîr xist, êrîşeke berfireh li dijî hêzên gerîla yên bi xurtî û zelalî li ber xwe didin tê kirin û got, "Li dijî me, ne tenê bi çek û topan şer dike. Lewma nabe ku em jî tenê bi kleşê şer bikin. Beşeke girîng a parastina me, parastina leşkerî ye. Lê tevî vê yekê, divê em mekanîzmayên parastinê jî xurt bikin. Li dijî navendên şerê taybet lazim e em her tim çalakiyan lidar bixin."

Amed diyar kir, li Amed, Gever û gelek cihên Kurdistasnê, weke rêbazeke şerê taybet qadên fûhûşê hatine afirandin; hewl didin ciwanan bixin nava vê xefikê û got, "Li dijî van hemûyan, divê ciwan her tim li ber xwe bidin û tercîha xwe li jiyana azad bikin."

EM SERKETÎ NE, EW GEMARÎ NE

Gerîlaya YJA Starê Berfîn Sêrt anî ziman, têkoşîna rast û serketî ya li dijî şerê taybet, destpêkê bi analîzkirina rast a sîstemê û rahiştina çekê dibe û destnîşan kir, têkoşîna bi rêbazeke li derveyî vê yekê, wê were wateya lihevkirina bi sîstemê re. Sêrt bibîr xist, ku li çar parçeyên Kurdistanê çar sîstemên cuda bi rêbazên şerê taybet ên cuda êrîşî gelê Kurd dikin û wiha pê de çû: "Me gelek caran nîşan da ku em aliyê serketî ne. Me jiyana alternatîf raxistin pêş çavan." Sêrt wiha dewam kir: "Hêzên YJA Star, HPJ, YPJ, YJŞ, YPS-Jin, ku îro hêzên parastina jinê yên jiyana azad in, li çar parçreyên Kurdistanê xwe bi rêxistin dikin û şer dikin. Bûne tirsa dilê hêzên şerê taybet. Eger em ewqasî serketî nebûna, ev qirêjiya wan nedihat dîtin. Yên gemarî ew in."

HÊZA ME HEYE KU EM AKP'Ê TÊK BIBIN

Gerîlaya YJA Starê Ciwana Destan got, "Me AKP nas kir û ji bo şerê AKP'ê bikin hatin çiyê; AKP çi dike bila bike, wê bi ser nekeve" û destnîşan kir, ku ji dayinên li Sûrê tê fêhmkirin, jin dikarin bibin bersiv ji pêvajoyê re. Destan got, "Hêza me heye ku em AKP'ê têk bibin."

JINEKE BI TENÊ YA KURD BIMÎNE JÎ...

Gerîlaya YJA Starê Dersim Baz bibîr xist, her roj jin tên girtin, kuştin, destavêtin lê tê kirin û got, bi vî rengî di şexsê jinê de hewl tê dayin civak teslîm were girtin. Baz destnîşan kir, jinan nîşan dane ku hêzeke dikarin mohra xwe deynin binê gelek serketinan, ev 15 sal in AKP têk birine û got, "Weke jinên ji PKK'ê, em ê ti carî destûrê nedin ku ev polîtîkayên qirêj bi ser bikevin. Bila AKP ji bîr neke; heta jineke bi tenê ya Kurd bimîne jî, wê serî netewîne. Hêza me ya siyasî û exlaqî têrê dike ku AKP'ê têk bibe."