Hunermendên jin yên kurd 2’emîn konferansa xwe pêk anîn

Hunermendên jin yên kurd 2’emîn konferansa xwe pêk anîn

Yekitiya Hunermendên Jin yên Mezopotamyayê duyemîn konferansa xwe pêk anîn.  Yek ji nûnera Yekitiya Hunermendên Jin yên Mezopotamyayê Sultan Oger axivî û diyar kir ku çavkaniya mûzîk û çanda kurd jine û wiha got: “Hunermendên wek Eyşa Şan, Meryem Xan, Zadîna Şakîr astengiyên mezin derbas kirine û hunera xwe kirine.  Em dixwazin mîrateya wan bigirin.

Konferan li bajarê Koln a Almanyayê pêk hat. Li salona konferansê wêneyên Meryem Xan, Zadina Şakir, Eyşe Şan, Gûlbihar, Leyla Bedirxan, Mizgîn, Delîla Meyaser hatin daliqandin. Ji bo dîwanê jî Sultan Oger, Zozan û Xana Zazê hat hilbijartin. Xebatên salekê jî hatin nirxandin.

OGER: ÇAVKANIYA ÇANDA KURD JIN E

Sultan Oger destpêkê axvî û bal kişand ser rola jinê ya di çand û hunerê de û got: “Çavkaniya çanda me jine. Gelek stran ji aliyê jinan ve hatine hilberandin. Lê mêr lê xwedî derdikevin. Çima? Ji ber ku jin her tim tune hatine hesibandin.  Ligel vê Meryem Xan, Eyşe Şan, Gulbihar, Zadîna Şakir, Fatma Îsa li dijî pergala paşverû û feodal têkoşiyaye û hunera xwe îcra kirine. Ev gelek girîng e.

Oger diyar kir ku di civaka kurd de hunermendên jin xwedî roleke girîng in û got: “Em konferansa xwe di demek girîng de dikin. Em di pêvajoyek girîng de derbas dibin. Hemû hunermend, di vê hişmendiyê dene. Rola me diyare. Em bi rêxistinê ancax bi serkevin.”

Hunermend Zozan jî  bal kişand ser girîngiya sazîbûna hunermendê jin û got: “30 sal berê em çend kes bûn. Lê îro em bi sedan e. Ev hejmarek girîng e.  Îro hejmar ajinên ku li qadên têkoşîna kurd jiyana xwe ji dest dane bi yên mêran re heman e. Ev geşedanên niha hemû bi saya wan e.”

Hozan Eylem û Xana Zazê jî her yekê axaftinek kirin. Konferans bi xwendina raporan hat xwendin. Faliyetên salane hatin xwendin.  Her wiha plansaziya dema pêş jî hat kirin.

Piştî nîqaşan di 5 qadên hunerê de  rêveberiya ji 9 kesan pêk dihat hat hilbijartin.

Her wiha gelek biryar hatin girtin;

-Ji çandên cuda bi tevlibûna hunermendê jin şevek bê organîzkirin

-ji berhemên dengbêjin jin albumek bê çêkirin.

-Pêşbirkeke deng ya ku jin tevli dibin pêk were

-Ji bo zarokên di beşê cuda yê hunerê de qurs bên dayîn.

-Divê komîsyona şêwirmedniya çand û hunerê bê avakirin.

-Hunermendên jin li qadên cuda  divê her sê siyasetmedarên kurd  yên li Parîsê hatin qetilkirin di hunera xwe de bidin jiyîn

-Ji bo Rojava konserên piştevaniyê

-Pêkanîna şeva helbestê ya jinan