Fermandariya Hêzên Parastina Jinan (HPJ) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand.
Di peyama HPJ’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di serî de em 8’ê Adarê li rêberê gelan Rêber Apo û hemû jinen pêşeng, şoreşger, azadîxwazên cihanê ku di rêya jiyana azad de ji bo rûmeta mirovahiyê canên xwe feda kirne, pîroz dikin û em silav û hurmetê xwe diyar dikin. Di vê pêvajoya hesas û diyarker de em rê û xeta wan berdewam dikin û ji bo azadiya jinan û jiyaneke bi rûmet ji bo mirovahî asta têkoşîna xwe bilind bikin. Em hêzên parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê ev roj li rêberê gelan li Rêber Apo û hemû jinên cihanê, taybet jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin.
Sîstemê sermayedarî bi hemû hovîtiya xwe ser jinan û ciwanan şerê taybet bi her awayî dide meşandin û bi ser van de tê. Dixwaze jinan ji cewherê xwe yê jinê dûr bixîne. Ji hebûna xwe ya mirovahî ku bi salane pêşengiya civakan kiriye, ev nedîtî bigire û di dîroke de werin paqijkirin. Bi têkoşîna ku bi salane jinan ji bo hebûna xwe daye, serî netewandiye, ji bo ve jî her roj bi awayekî têkoşîna xwe domdar kiriye û heta roja me ya îro aniyê.
Ev bi pêşengiya jinê kurd, şehîd Sara yek ji avakerên Tevgera Azadiyê bû û di asta herî bilind de nûnertî û pêşengiya fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo kir, bi taybet ji bo jinan wek pêşeng bû. Ev pêşengî li her çar parçeyê Kurdistane belav bû bû, ne tene li Kurdistanê, li temamê cihanê domdar kir. Lê mirov dikare bêje ku şehîd Sara bi asta xwe ya hêza fikir û wate sînorên hebûn û nebûna fizîkî derbas kir. Bû bîrdoziyek ku îro bi hezaran gerîla fedaîyên xeta wê ne. Bû felsefeyek ku bi milyonan insan di heqîqeta wê de wateya hebûna xwe bigere û li ser şopa wê bimeşe. Bû manewiyatek ku li ser çarenûsa hemû mirovahiyê bandor bike. Bi taybet li Kurdistan û Rojhilata Navîn bû sembolek ku têkoşîna azadiyê jin û şerê hebûna wateya xwe pê pênase bike. Ev têkoşîn her diçe bilind dibe û bi vê asta bilindbûna xwe, rêya hebûna jinan diyar dike.
Rejîma Îranê bi cinsiyetparêz û faşîzmê û bi hemû siyaseta li dijî jinê, wekî ol, şerîat bi kar tîne, her wiha jinan li hemû qadê jiyan û siyasetê dûr dixe. Di van salên dawî de bi qetl, recm, bi zihniyeta baviksalarî li ser jin û civakan dimeşîne. Jinan di hemû qadan de ji zindanan bigire heya kolanan li hemberî vê sîstemê serî hildan. Cesareta xwe li hemberî pergala heyî nîşan dan, ev bi berxwedan, têkoşîna ku jinan wek Zeyneb Celalyan, Atena Dayîmî bi salane bi xwe re anîn ve îlham wergirtin. Taybet ev bi pêşengiya jinên Kurd bi bingehê 43 sal bi Hereketa Azadî bi xwe re afirand ve pêk hat. Ev têkoşîna Rêber Apo ji bo jinan li ser esasî îdeolojiya Rizgariya Jinan a bi pêşengiya heval Sara, Kawenda, Şîrînan û hezaran jinên ku ji bo azadî berdêl dan pêş ket, ev ji bo me jinan bû îlhamek ku bikarin di rêya wan de ji bo hemû jinan têkoşîna xwe xurtir û bilintir bikin.
Em gerîlayên HPJ’ê di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de li beramberî pergala zilamsalar a dagirkeriya Îranê, di xeta Sarayan, Kawendayan, Şîrînan de têdikoşin. Da ku bikaribin jinan dest bi dest hevdû bi yek deng, bi hemû rengên xwe û bi hemû neteweyan Fars, Azerî, Belûc, Tirk û Erep li derdora fikir û felsefê Rêber Apo kom bikin û di xeta bîrdoziya azadiya jin xwe de rêxistin bikin. Ji ber ku pêwîstiya jinên vê erdnîgariyê wekî giştî cihanê ya nasnameyên xwe naskirin, bûyîna îrade û bi rêxistinbûyînê heye. Wexta mijar dibe nasname û îradeya jinan destpêkê şehîden ku di wê xetê û şerê wê ya di van mijaran de tên bîra mirov. Ji ber ku şehîden qehreman şerê xwe yê herî mezin li beramberî bê nasnametî, bê îradetiya rastî li beramberî koletiya jin a ku bi hezaran sal e kêlî bi kêlî tê kûrkirin, meşand. Wekî pêşengên vê têkoşînê wasiyeta wan li me ev bû ku şerê li beramberî koletiya jin û civak bilind bikin. Ji bo vî jî her yek ji me di asta şer û têkoşîna Sarayan, Kawendayan de pêwîste pêşengtî bike û rihê wan, têkoşîna wan di nav civak de belav bike, kûr bike û vî şerî li beramberî koletiya jin û civakan bilind bike. Li ser vî esasî pêwîst e em hemû di bingehê îdeolojîk, felsefîk û manewî de bên gel hevdu, rêxistinbûneke piralî ava bikin û wek hebûna jinê, bijîn.
Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo ku xwe bigihînin hevdu, ev pêngava 8’ê Adarê divê bibe bingeha yekitî û bilindkirina têkoşînê. Li xwedî hevdu derbikevin û bi fikir û hestên azad li her qadên jiyanê cih bigrin û xwe pênase bikin, pêwîst e tevlî têkoşîn û berxwedaniya azadiyê bibin û meşaleya têkoşîna jinên wek Berîtan, Zîlanan bi tevlîbûna xwe ve bilind bikin.
Em jî di 8’ê Adarê de rêhevalên xwe yên dozê heval Şîrîn, Rojbîn, Ronahî bi rêzdarî bi bîr tînin û heta dawî soza bilindkirina têkoşîna wan didin.”