HPG’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir -HATE NÛKIRIN

HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî û got “Hevrêyên me Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar bûne afirînerên rastîn ên dewlemendiya taktîkî ku gerîla gihiştiye wê astê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Sala 2017’an ku di dîroka me ya têkoşînê de qonaxeke girîng nîşan dide, bû saleke ku li dijî dagirkeran bi her awayî berxwedaneke fedaî hate jiyîn û îradeya Apoyî li hemû qadên berxwedanê serwer bû. Dewleta Tirk a qirker di vê salê de di şexsê tevgera me ya azadiyê de hemû hêza xwe ji bo tasfiyekirina gelê me bi kar anî û ji bo vê jî ji her demê zêdetir êrîşên xwe zêdetir kir. Hevrêyên me Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar ku mînakên sereke yên fedekariya Apoyî ne, li qadên ku lê bûn, pêşengiya berxwedana li dijî dijmin kirine. Ev milîtanên hêja ku hemû hevrêyan têkoşîna wan ji xwe re mînak digirtin, xeta PKK û PAJK’ê bi dilsozî û dirustî parastine û wisa ketine dîroka me ya têkoşînê. Hevrêyên me Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar bi şehadeta xwe ji me re bûne çavkaniya hêzê û sedema lêhûrbûnê û bûne afirînerên rastîn ên dewlemendiya taktîkî ku gerîla gihiştiye wê astê

Di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Diyana, Sema, Zîlan, Argeş û Gabar, em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Diyana Amanos

  Nav û paşnav: Heybet Çig

  Cihê jidayikbûnê: Edene

  Navê dê û bav: Fatma - Omer

  Dîrok û cihê şehadetê: Tîrmeha 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Sema Mahîr

  Nav û paşnav: Sema Taş

  Cihê jidayikbûnê: Mûş

  Navê dê û bav: Aynûr - Abdurahman

  Dîrok û cihê şehadetê: Mijdara 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Zîlan Dêrsim  

  Nav û paşnav: Canan Kanat

  Cihê jidayikbûnê: Baybûrt

  Navê dê û bav: Naciye - Hatem

  Dîrok û cihê şehadetê: Îlona 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav:  Argeş Rûken 

  Nav û paşnav: Yûnûs Ergun

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav: Gulşen – Cemîl

  Dîrok û cihê şehadetê: Tebaxa 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Gabar Wan

  Nav û paşnav: Dogan Berkî

  Cihê jidayikbûnê: Wan

   Navê dê û bav: Mûhabbet - Mûstafa

  Dîrok û cihê şehadetê: Tebaxa 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

DIYANA AMANOS

Hevrêya me Diyana di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Malbata hevrêya me neçar maye ku ji metrepolên Tirkiyeyê koçî Edeneyê bike. Hevrê Diyana weke gelek ciwanên Kurd neçar ma ku ji Kurdistanê dûr û bi hesreta welat mezin bibe. Çanda welatparêzî û  hişmendiya malbat û derdora wê bûye sedem ligel ku hevrê Diyana ji axa qedîm a Kurdistanê mezin bû wê rastiya welat dizanî û di nav têkoşînê de mezin bûye. Hevrêya me, Rêber Apo, partiya me PKK û berxwedana gerîla ya dîrokî ji biçûkatiya xwe nas kir û êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî ji nêz ve dît. Hevrêya me li hemberî êrîşên asîmîlasyon, înkar û îmhayê tu carî bêbersiv nema û di wê baweriyê de bû ku li hemberî polîtîkayên qirêj ên li ser ciwanên Kurd tê meşandin divê berxwedan bê kirin û li ser vî esasî biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe. Hevrêya me demekê di nav xebatên ciwanan de ma, pêşengî ji gelê me re kir. Di sala 1999’an de dema ku birayê wê di nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bû û dema li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploya navneteweyî pêk hat, wê ev tişt wekî barekî li ser milê xwe hîs kir. Hevrêya me Diyana ku soza bersivdayîna komployê bi bilindkirina têkoşîna xwe û hilanîna tola şehîdên me da, di sala 1999’an de tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.

Hevrêya me Diyana digot ‘Heke em xwe ji qedera ku li ser me hatiye ferzkirin re bihêlin, wê her roj qetlîamên wekî Dêrsim, Zîlan û Qoçgirî pêk were’ û bawer dikir heta ku xweparastina gelekî tunebe, ew gel jî wê tune be. Li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû ku hêza herî rast û rewa ya parastina gelê me ye û li dijî Komploya Navneteweyî û hêzên ku ev komploya tarî pêk anîn, berxwedana xwe geş kir. Hevrêya me Diyana ya ku xwe veguherand guloka ji agir û li dora Rêber Apo xeleqek ji agir çêkir, xeta têkoşîna fedayiyan kir bingeha jiyana xwe ya şoreşgerî, her roj bi hêzeke mezin li ber xwe da. Hevrêya me li hemberî êrîşên tasfiyeker ên hundir û derve yên li dijî partiya me PKK’ê ku hilgirê hêviya siberoja azad a gelê me ye, bû yek ji parêzvana xeta Rêber Apo. Weke jineke fedakar ku tevî şert û mercên herî dijwar jî bi îradeya azadiyê re Rêbertiya me, partiya me û nirxên şehîdên me yên nemir parast. Di têkoşîna xwe de di gelek qad û xebatên cuda de cih girt, bersiv da hewcedariyên serdemê û berpirsyariyên pêwîst hilgirt ser milê xwe. Hevrêya me Diyana ku demekê li Rojavayê Kurdistanê ma û têkoşîna birêxistinkirî ya gelê me bi rê ve bir. Di vê demê de ji aliyê rejîma BAAS’ê ve hate girtin û 3 salan di zindanên dagirkeriyê de ma. Hevrêya me ya ku di vê pêvajoyê de ji berxwedana xwe tawîz neda, bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe domand.

Ji Xinêrê heta Qendîl, ji Zapê heta Garê, ji Metîna heta Avaşîn hevrêya me Diyana li her qada ku berxwedan lê didomiya pratîk kiriye, ji hevrêyên xwe re fermandarî kiriye û li ser xeta serfiraziyê meşiyaye. Li her qadê wê têkoşîna xwe li ser xeta PKK û PAJK’ê domandiye û bûye yek ji milîtaneke mînak. Hevrêyame bûye şervan û fermandareke jîr a YJA Starê û pêdiviyên serdemê bi cih aniye. Wê her dem tecrubeya xwe daye hevrêyên xwe û bûye sedem ku hevrêyên wê jî bi jiyana PKK’ê ya pîroz û hevrêtiyê bibe yek. Hevrêya Diyana ku ji bo kûrbûna di felsefeya Rêber Apo de û di îdeolojiya azadiya jinê de kûr bibe, bi perwerdehiya akademiyê ya ku dîtiye asta xwe ya hişmendiyê derxistiye asta herî jor. Hevrêya Diyana ku bi berpirsyarî û cidiyeteke mezin li hemû erkên şoreşgerî bi cih anî, di sala 2013’an de tevlî xebatên çapemeniyê yên HPG’ê bû û di demeke kin de bû milîtaneke şareza ya propagandaya kevneşopiya çapemeniya azad. Hevrêya me ya ku ala kevneşopiya çapemeniya azad a ji Gurbetelli Ersoz heta Xelîl Dag bi serbilindî hildigire û bi nivîs û kameraya xwe têkoşîna hevrêyên xwe nîşanî gelê me û hemû gelên bindest re daye.

Hevrêya me li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker di sala 2015’an de bi israr û coşeke mezin xwe pêşniyas kir û xwest li eniya herî pêş de cih bigire, hem di şer de hem jî di jiyanê de kesayeta xwe ya milîtanî nîşan da. Hevrê Diyana ku yek ji pêşengên berxwedana gerîla ya dîrokî ya li Avaşînê ye, bi hevrêyên xwe yên di bin fermandariya wê de cih girt, di refên herî pêş ên berxwedana efsanewî de cih girt. Hevrêya me ya ku li Avaşînê derbên giran li dagirkeran xist û taktîkên gerîla bi awayekî serketî pêk anî, rastiya jinên Kurd a ku pêşengî kir û ev tişt di pratîka xwe de nîşan da.

Hevrêya me Diyana ku ti carî cudahiyê naxe nava hevrêyên xwe, bi nêzîkatiyeke adil û wekhev  nêzî hemû hevrêyên xwe bû. Hevrêya me tu carî hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran kêm nekiriye û dizanibû ku wê bi serketinê di jiyanê de serketinek rast were bidestxistin. Bîranîn û têkoşîna hevrêya me Diyana ku fermandara mîlîtanî ya YJA Starê ye wê her dem rêya me ronî bike û wê bîranîna wê teqez bi serkeftinê were tacîdarkirin. 

SEMA MAHÎR

Bajarê Serhedê Mûş ku yek ji qadên ku têkoşîna me zû lê bi bandor bû û xwe gihand gelê me, ji serê salên 1990’î ve têkoşîna me nas kiriye û zarokên xwe yên herî wêrek tevlî nav refên gerîla kirine û xwestiye hêviyên xwe yên ji bo azadiyê veguherîne rastiyê. Ji ber vê sedemê ji bo serketina têkoşîna me ya azadiyê ji fedakariyê nereviya û ji bo serketina têkoşîna me ya azadiyê her berdêl da. Gundê Vartînîs ê navçeya Tîl a Mûşê jî bi taybet di sala 1993'an de têkoşîna me nas kir û wê salê gelek ciwanên Vartînîsê tevlî nava refan bûn. Ji ber ku gelê me bi helwesta xwe ya bi rûmet, tevlî nav partiya me PKK’ê bû, vê rastiyê dewleta Tirk a qirker gelekî hejand. Dewleta Tirk a qirker ku nikarîbû vê berxwedana bi rûmet a gelê me qebûl bike, careke rûyê xwe yê qetlîamker derxist holê û hesab kir ku wê bi qetilkirina gelê me wê karibe gelê me ji têkoşînê dûr bixîne. Di 3’ê Cotmeha 1993’an de li gundê Vartînîsê jin û zarok jî di nav de 9 welatparêz bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Armanca wan ew bû ku gelê me ceza bike û gelê me ji têkoşîna me ya azadiyê dûr bixîne.

Hevrêya me Sema ya ku li Vartînîsê di malbateke welatparêz hatiye dinê, ji biçûkatiya xwe ve bi rastiya vê komkujiyê re rû bi rû maye û vê feraseta qetlîamker dijmin nas kiriye. Ji ber vê yekê her tim gerîla weke rizgarker didît û weke yekane armanca xwe diyar dikir. Malbata hevrêya me Sema ji ber zexta dijmin neçar maye koçî Stenbolê bike lê hevrê Sema her dem girêdayî ax, welat û nirxan bû. Di sala 1997'an de xizmên wê û birayê wî Mahîr -Mehmet Zakîr Taş- tevlî nav refên gerîla bû û vî tiştî bandoreke mezin li ser hevrê Sema çêkir. Hevrê Sema berê jî heyrana gerîla bû û piştî ku birayê wê jî tevlî nav refên gerîla bû, wê gerîlatî wekî armanc, xeyal û heqîqetekê nirxandiye. Hevrê Sema ku hemû jiyana xwe ji bo pêkanîna vê xeyalê derbas kir, her ku mezin bû bi vê armancê re hate girêdan. 

Hevrê Mahîr-Mehmet Zakîr Taş- di sala 2007’an de di operasyona dijmin a li herêma Kelareşê de,  qefilî û şehîd bû wê xwest zû tevlî nav gerîla bibe. Ji ber ku bavê wê rehmet kir û aboriya malbatê ne baş bû, wê nekarî vê daxwaza xwe bi cih bîne lê tu carî dev ji vê armanca xwe bernedaya. Hevrêya me Sema ku xwe ji her kêliya jiyana xwe berpirsyar dibîne, ji bo derbaskirina zehmetiyên ku malbata wê dikişîne tişta ji destê wê hatiye kiriye û bi desteka aborî re hewl daye berpirsyariyên xwe yên li hemberî malbatê bi cih bîne. Di heman demê de bi xebata di gelek karên cuda de, weke jin tevkarî daye debara malbata xwe. Hevrê Sema dît hem weke jin hem jî weke kedkar du caran rastî îstîsmara kedê hatiye, nakokiyên wê yên di vî warî de zêde bûye. Ji bo vê jî têkoşiya û weke jin tu carî serî li ber pêkanînên pergala heyî netewand. Wê dît ku ji pirsgirêkên neteweyî, ji ber nasnameya jin û kedkariyê jî nakokiyên wê yên li hemberî pergalê jî zêde bûye, tekane cihê ku karibe van tiştan derbas bike jî PKK ye. 

Hevrê Sema di sala 2013’an de dev ji zanîngeh û mamosteyiyê berdaye û biryar daye ku tevlî nav refên gerîla bibe. Di nava demeke kurt de ew hînî jiyana gerîla bûye û bi coş û heyecan bû lê ew her dem xemgîn bû ku çima zû tevlî nav refên gerîla nebûye. Ji ber vê jî wê her kêlîka xwe daye têkoşîna gerîla û di nava demeke kurt de çi tiştên ku divê derbarê gerîlatî û şer hîn bibe, ew hîn bûye û wekî gerîlayeke YJA Starê tevlêbûneke ser esasê pêşengiyê nîşan daye. Hevrêya Sema ya ku roj bi roj xwe îdeolojîk pêş dixe û di têkoşîna xwe ya ji bo nasnameya jina azad de her kêliyê dixwaze di kesayeta xwe de şoreşan biafirîne, bi ronîkirina vê di jiyana xwe de bi ser ketiye û bûye milîtana yekbûyî ya PAJK’ê. Ji bo vê jî dest bi xebatên çapemeniyê kir ku aliyê wê yê bîrdozî zêde heye û nêzî 2 salan li Navenda Çapemeniya YJA Starê bûye kedkara çapemeniya azad û dengê hevrêyên xwe.

Hevrêya Sema ya ku di salên 2015-2016’an de li herêma Cîlo ku di dîroka têkoşîna me de yek ji salên ku şerê me yê azadiyê yê li dijî dagirkeran di lûtkeya xwe de bû, li qada Cîlo xebatên çapemeniyê pêk anî. Wê di warê qeydkirina çalakiyan û belavkirina wê de kedeke mezin daye. Hevrê Sema hezkirina hevrêtiyê ya di dilê hevrêyên xwe de, kenê hevrêyên û rastiya têkoşîna qeyd kiriye û ji bo nemirbûna van tiştan kedeke mezin daye. Dilsoziya wa ya bênavber a ji bo rastiya Rêber Apo û şehîdan û bi taybetî jî şehadeta gelek hevrêyên wê yên ku şahidiya têkoşîna wan kiriye, bûye sedem ku hevrêya me Sema têkoşîna xwe geştir bike. Hevrêy,a me Sema ku di şaxa sabotajê de perwerde dît bi baweriya ku wê têkoşîna xwe bi bandor, dewlemendtir û bi encam bimeşîne, bi saya zîrekiya xwe perwerdeya xwe di demeke kin de qedand û derbasî Zagrosê bû. Hevrêya Sema ya ku bi baweriya ku dikare derbên giran li dijmin bixe, di amadekarî û pêşxistina gelek çalakiyan de kedeke mezin da.

Hevrê Sema pêşengeke xwezayî bû û ji aliyê din ve jî fermandariya taximê girt ser xwe û wê peywira xwe ya têkoşîna me ya azadiyê bi layiqîpêk anî û bûye fermandareke têkoşer. Em sozê didin ku em ê bîranîna wê di têkoşîna xwe de bide jiyîn. 

ZÎLAN DÊRSIM

Hevrêya me Zîlan di nava malbateke Dêrsimî ya endamê eşîreta Abdalanê li bajarê Baybûrtê hatiye dinê. Hevrêya me Zîlan weke ciwaneke jîr û hêja xwendiye û Zanîngeha Tekîrdagê qezenc kiriye. Ji bo weke jinekê bi hêza xwe ya cewherî bijî, weke karkerekê xebitî ye û têgeha kedê nas kiriye. Her çendî ku hevrêya me Zîlan ji Kurdistanê dûr jî mezin bibe, kokên xwe yên civakî meraq kiriye û xwestiye xwe bigihîne wir. Hevrêya me Zîlan dikeve nava lêgerînê û li zanîngehê nêzî xwendekarên Kurd û welatparêz dibe û dest bi xwe naskirinê dike. Bi saya vê yekê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û têkoşîna wê ya bê hempa nas kir û bi eleqederî lêkolîn kiriye. Hingî ku îdeolojî û felsefeya Rêber Apo, Rêbertî kirina ji gelê Kurd re û têkoşîna ji bo azadiya jinê nas dike, bersiva lêgerînên xwe dibîne. Demekê di nava xebatên ciwanên welatparêz de cih digire û di salvegera komploya 15’ê Sibata 1999’an de, ji bo li dijî komployê bibe bersiv di 15’ê Sibata 2014’an de berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û biryar da ku bibe şoreşgerekî Apoyî.

Di rojekî gelek bi wate de tevlî nava refên PKK’ê dibe. Hevrêya me Zîlan destpêkek rast pêk anî û dît ku Rêber Apo ne mirovekî ji rêzê ye, nasnameya gelekî ye, Rêberek e ku îrade û pêşeroja azadiya xwe di kesayeta xwe de şênber kiriye. Bi taybetî hingî ku dibîne Rêber Apo ji bo jinan, gelê Kurd û hemû gelên bindest temenê xwe bi têkoşînê derbas kir û hîna jî li Îmraliyê di nava berxwedaneke mezin de ye, bi minetdarî û dilsoziyeke mezin tevlî vê doza azadiyê dibe.

Hevrêya me Zîlan bi zanebûn û baweriyeke mezin tevlî nava refên PKK’ê dibe û ji têkîliyên hevrêtiyê yên gerîla pir bandor dibe. Aniye ziman ku PKK û hevrêtiya PKK’ê ji bo wê jiyaneke bi rûmet e, jiyana çiyê jî têkoşînê îfade dike. Diyar kiriye ku bi tevlîbûna PKK’ê ji kesayeta ezezî ya modernîteya kapîtalîst dûr dikeve û li ser bingehê nirxên komunal ber bi civakbûna nû û kesayetek azad ve diçe. Li ser vê bingehê pêşketinê nasnameyekê ji xwe re diyar dike, navê Zîlan Dêrsim li xwe kir û biryar da ku mîna Zîlanê (Zeynep Kinaci) bibe jineke azad û fedayî. Li qada Metînayê qasî du salan gerîlatî kiriye, tecrubeyên mezin bi dest dixe û dibe jineke Kurd a çiyayî.

Hevrêya me Zîlan weke mîlîtaneke ku her tim xwe pêş dixe, dilnizmiyên mirovahiyê bi kesayeta xwe dide qezenckirin, azad dibe û hingî ku azad dibe bedew dibe, biryar dide ku lez bide meşa xwe ya şoreşgerî. Ji bo heqê navê xwe Zîlan Dêrsim bide tevlî rêxistina Hêzên Taybet dibe ku saziya fedayiyan e. Di nava Hêzên Taybet de bi fedakarî, hevrêtî, tevlîbûna xwe ya bê hesab, hevrêtiya xwe li ser xeta azadiyê ya jinê xwe kûr dike û hingî ku xwe kûr dike van tiştan di kesayeta xwe de şênber dike. Bi vê sekna xwe hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe qezenc dike. Weke Dêrsimiyekê hingî ku zilma dijmin li gelê Dêrsimê kirî, êrîşên qirkirinê, ji warê xwe dûr mezinbûnê tê bîra wê, bi hezkirin û xwestekek hîn mezintir tevlî dibe. Hewl dide ku armanca xwe ya Zîlanbûnê gav bi gav, bi ked dayînê û bi sebir pêk bîne. Hevrêya me Zîlan ku hîna pêşerojek ronî li pêşiya wê bû û hîna gelek tişt hebûn ji bo jiyaneke azad, gel û welatê xwe bike, di êrîşeke dijmin a nemerdane de pir zû şehîd dibe.

Hevrêya me Zîlan ji xeta lehengiyê tawîz neda û ji bo azadiyê mîna Besê, Zarîfe, Sara, Bêrîtan û Zîlanan têkoşiya. Weke jineke Kurd a şoreşger û bi wêrek ku gelê Dêrsimê her tim pê serbilind be, navê xwe li dîroka têkoşîna me nivîsand.

ARGEŞ RÛKEN

Hevrêyê me Argeş li navçeya Erdîş a Wanê di nava malbateke welatparêz de ku tevlîbûn û şehîdên wê di nava têkoşîna azadiyê de heye, hatiye dinê. Bi saya van taybetmendiyên malbat û xizmên xwe hîna di temenê biçûkahiyê de Partiya me nas dike. Hevrêya me Argeş komên gerîla yên diçin gundê wan dibîne û ji sekin, şer û heybeta gerîla bandor dibe. Lewma hîna di temenê zarokatiyê de li hemberî gerîla eleqederî hîs kiriye û tevlîbûna wê kiriye armanca xwe. Hevrêyê me Argeş 12 salan di dibistanên sîstemê de dixwîne, di demê mayî de jî li gund şivantî kiriye û alîkarî daye debara malbata xwe. Hevrêyê me li gund di nava taybetmendiyên xwezayî yên civakî de mezin dibe, di heman demê de bi kesayeta xwe ya kedkar ji aliyê derdora xwe ve tê hezkirin. Hevrêyê me Argeş bi saya hestiyariya li hemberî derdora xwe, êrîş û polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ku li hemberî gelê me pêk tîne, fêm kiriye. Hevrêyê me fêm kir ku divê li hemberî van zextên dijmin, têbikoşe û li ser vî bingehî ketiye nava lêgerînan. Hevrêyê me Argeş demekê diçe metropolên Tirkiyeyê û şahidiyê ji nêzîkatiyên faşîzan ên dijmin ên li hemberî gelê me re dike. Car din vegeriyaye Kurdistanê û biryara tevlîbûna nava refên têkoşînê dide.

Hevrêyê me Argeş di sala 2014’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û ji qada Serhedê tevlî nava refên gerîla dibe. Piştî ku çend rojan li qada Bakurê Kurdistanê dimîne, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Di wê pêvajoyê de jiyan û hevrêtiya gerîla bandor dibe; fêm kir ku çiqas biryareke rast daye. Hevrêyê me Argeş piştî jiyaneke bi kelecan derbasî qada Xakurkê dibe û perwerdeya xwe ya destpêkê ya di nava gerîla de li vir dîtiye. Hevrêyê me Argeş bi perwerdeya ku dibîne di demekî kurt de, fêrî jiyana gerîla û çiya dibe. Bi saya kesayeta xwe ya ji fêrbûnê re vekirî, kêlî bi kêlî xwe pêş xistiye. Hevrêyê me Argeş hewl dida ku tiştên fêm kirî di nava jiyanê de jî pêk bîne û bi saya çanda Partiyê di kesayeta xwe de guhertinên girîng pêk tîne. Hevrêyê me bi perwerdeyên ku dibîne, rastiya dijmin hîn zêdetir fêm dike û xwestiye ku tavilê li dijî dijminê qirker şer bike û ji bo vê yekê jî israr kiriye.

Hevrêyê me Argeş bi tevlîbûna xwe ya di pêvajoya perwerdeyê de pêşengiyê ji hevrêyên xwe re dike û vê asta tevlîbûnê piştre li qadên pratîk domandiye. Lewma di hevrêyek xwe de şop hiştiye. Hevrêyê me Argeş li qada Xakurkê ku lê dest bi gerîlatiyê kiribû, bi tevlîbûna xwe ya zindî û xwîngerm di demekî kurt de tevlî xebatên pratîkê dibe. Hevrêyê me Argeş ji bo bersiva êrîşên dijmin ên li hemberî gelê me bide, kiriye xeyala xwe ya herî mezin ku çalakî bike. Bi lêhêrbûnên ku pêk anî û tarzê gerîlatiya profesyonel, derfet dît ku vê xeyala xwe pêk bîne. Li ser vî bingehî li qada Xakurkê tevlî gelek çalakiyan dibe ku têde derbeyên giran li dijmin tê xistin. Tola bi salan ji dijminê qirker distîne. Hevrêyê me Argeş hezkirin û rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc dike û li qadê rolê pêşengiyê digire ser milê xwe. Hevrêyê me armanc dike ku serkeftinên xwe leşkerî yên li qadê, di aliyê îdeolojîk de jî pêk bîne. Ji bo vê yekê her tim xwendiye, tiştên ku ji van xwendinan fêm kirî û bi hevrêyên xwe re parve dike û bi hevrêyên xwe re pêş dikeve. Lewma ji bo hevrêyên xwe yên ku pê re pratîk meşandine dibe fermandar, mamoste û hevrêyekî baş.

Hevrêyê me Argeş bi sadebûn, samîmiyet û tevlîbûna xwe ya bi moral a di hevrêtiyê de dibe mîlîtanekî pêşeng ku cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de digire. Bi şehadeta xwe ji bo hevrêyên xwe dibe çavkaniya hêzê û dibe wesîleya ku li dijî dijmin têkoşînek hîn bi bandortir were meşandin.

GABAR WAN

Hevrêyê me Gabar li navenda berxwedana Serhedê Wanê, di malbateke ji eşîra Birûkî ya welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî xwedî çand û kevneşopiya kurdîbûnê bû û bi hişmendiya neteweyî ya ku bi Partiya me derketiye holê re bûye welatparêz, ji biçûkatiya xwe ve têkoşîna me ya azadiyê bihîstiye û hezkiriye. Hevrêyê me Gabar, dema ku li zanîngehê beşa civaknasiyê dixwend, derfeta naskirina partiya me PKK'ê dît û demekê li vir tevlî xebatan bû. Di vê pêvajoyê de Partiya me ji nêz ve nas kir û hezkirina wî veguherî dilsoziyek hişmendî. Her çiqas ew dixwest vê girêdanbûna xwe veguherîne şoreşgeriyek profesyonel jî, lê ji ber zehmetiyên aborî yên malbata xwe piştî zanîngehê dest bi xebatê kir. Bi vî awayî erk û berpirsyariyên xwe yên li hemberî malbata xwe bi cih anî û di vî warî de bû kesekî dihate hezkirin û rêzgirtin. Lê evîna PKK’ê ya ku ket dilê wî, bû sedem ku hevrêyê me Gabar lêgerîn û lêhurbûnên xwe bidomîne. Ji aliyek xebata xwe dewam kir û ji aliyê din jî xwest bibe bersiv ji bo daxwaza azadiya gelê xwe. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, di wê baweriyê de bû ku divê li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên di sala 2014'an de bi taybetî li ser herêmên Rojava û Şengalê bersivek bê dayîn û bi redkirina jiyana pergalê têkoşîna di refên azadiyê de hilbijart.

Hevrêyê me Gabar ku azadî û jiyana bi rûmet a gelê me di ser her tiştî re dibîne, ji bo vê jî amade ye her cure fedakariyê bike. Hevrêyê me yê ku perwerdehiya xwe ya yekem di nava refên gerîla de li qada Xakurkê dît, fêm kir ku tevî ew zanîngeh jî qedandiye tiştek ji dibistana pergalê hîn nebûye. Her wiha bi perwerdehiya PKK’ê re hîn bû ku, pergal tenê dersên ku xizmeta polîtîkayên qirkirin û asîmlasyonê dide. Ji ber vê sedemê hevrêyê me Gabar ê ku hemû zanînê xwe lêpirsîn kir, bi destpêkirina jiyaneke nû re dîsa dest bi hînbûnên nû kir. Bi perwerdeyên ku dît re, rastiya Kurd û Kurdistanê, polîtîkaya qirkirinê ya dijmin a li ser gelê me derxist holê. Her ku partiya me nas kiriye ewqas girêdanbûna wî zêde bû û zanî ku Partiya me ji bo gelê me pîroziyeke bêdawî ye. Ji bo vê jî bi coş û kelecaneke mezin beşdarî xebatan bû û ji bilî serkeftinê ti pîvanek ji bo xwe qebûl nekir. Hevrê Gabar ku li qada Xakûrkê tevlî xebatên pratîkî bû, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û bi îrade di demeke kurt de bû gerîlayekî jêhatî. Bi taybetî ji ber ji sala 2015’an û vir ve êrîşên dijmin ên li dijî Tevgera me û gelê me zêde bûne, hevrêyê me Gabar di taktîkên gerîla de xwe kûr kiriye. Hevrêyê me derxistiye zanebûnê ku ancax bi vî rengî dikare bersivê bide êrîşên dijmin. Dîsa asta xwe ya entelektuelî ya heyî bi temamî xistiye xizmeta hevrêyên xwe û bi vî şeklî xwestiye erka xwe ya hevrêtiyê pêk bîne.

Hevrêyê me yê ku texmîn dike êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wê hîn zêdetir bibin, fikirî ku ji bo vê jî divê li dijî dijmin çalakî bênavber bê meşandin. Li ser vî esasî li herêma Xakûrkê beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû û van lêhûrbûnên xwe xiste pratîkê. Bi cesaret û tevlîbûna xwe ya bênavber li qada şer hêz li hêza hevrêyên xwe zêde kir û berpirsyarî hilda ser milên xwe. Hevrê Gabar ku ji sekna jiyanê û tevlîbûna hevrêyên xwe yên ku pê re xebitî bandor bû, ew jî karî bi girêdan û hîskirina hevrêyên xwe hezkirina derdor bi dest bixe. Ji bo vê jî hurmet û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kiriye û bûye yek ji hevrêyên me yên hêja.

Hevrêyê me Gabar ê ku bi tevlîbûna xwe ya ji dil û durist ji bîrdoziya Apoyî re karî bibe milîtanek pêşeng, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin weke milîtanekî bi rûmet ku divê her ciwanê Kurd ji xwe re mînak bigire, têkoşiya û tevlî karwanê nemiran a şoreşê bû."