Îran ji bo hilbijartinên serokkomariyê diçe ser sindoqan

Hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê wê roja Înê pêk werin ku di hildijartinê de 6 namzed hene.

Dihat plankirin ku hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê di sala 2025’an de werin kirin.  Lê belê piştî ku di 19’ê Gulanê de di encama qezaya helîkopterê de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û heyeta wî jiyana xwe ji dest dan, biryar hate dayîn ku bi hikûmeta demkî hilbijartin werin kirin.

Hilbijartinên Îranê di serdemeke wisa de tên kirin ku mijarên weke rageşiyên navxweyî, krîzên jeopolîtîk, şerê li Xezeyê û aloziya nukleerî tên jiyîn. Di heman demê de hilbijartinên Îranê dikevin 5 mehan beriya hilbijartinên serokatiyê yên Emerîkayê. 

Di hilbijartinan de 6 namzed hene ku tenê yek ji wan weke reformîst tê binavkirin. Namzedê ku weke ‘reformîst’ tê binavkirin zêde nayê naskirin lê belê tevî vê yekê jî tê payîn ku di hilbijartinan de zorê li serweriya muhafezakarên radîkal bike.

Mesûd Pezeşkiyan weke ji sê namzetên favorî derdike pêş. Ji ber namzedbûna Pezeşkiyan tê îdîakirin ku reqabeta di van hilbijartinan de wê ji hilbijartinên sala 2021’an zêdetir be. 

Her du reqîbên Pezeşkiyan yên sereke Serokê Meclisê Mûhammed Bakir Galîbaf û muhafezakarê radîkal û rayedarê nukleerê yê berê Saîd Cellî ne.

Ji avabûna Komara Îslamê heya niha bi tenê di hilbijartinên sala 2005’an de hilbijartin bi du tûran pêk hatine. Her wiha îhtîmal heye ku ev hilbijartin jî derbasî tûra duyem bibe.

Roja Sêşemê Serokê Dînî Ayetûllah Alî Hamaney ji bo ku hemû welatî beşdarî hilbijartinan bibin, bang kir.

Pezeşkiyan bang dike ku ji bo mijara nixumandina mecbûrî çareseriyek were peydakirin. Her wiha Pezeşkiyanî got: ‘’ Ev 40 sal in em hewl didin ku mijara nixumandinê di bin kontrola xwe de bigirin, lê belê me rewş xirabtir kir.’’

Gelek namzedên din jî têkildarî vê mijarê helwesteke bipîvan nîşan didin û ragihandin ku ew li dijî wezîfedarkirina polîsên exlaqê ne. 

Hilbijartin nîşan didin ku wê serokkomarê nû ne weke her du serokkomarên berê Hasan Rûhanî û Îbrahîm Reîsê yên Şîe û muhafezakar bin.