Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Milîtanên Apoyî yên hêja û hevrêyên me Mûnzûr Serhed, Erdal Reşo û Çiyager Dîcle 22’yê Tîrmeha 2024’an li dijî êrîşa dijmin a li ser herêma Zapê heta nefesa xwe ya dawî bi fedayiyane li ber xwe dan û şehîd bûn.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Hevrêyên me li ser xeta fedayîtiyê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û di nava şert û mercên herî zehmet de gerîlatî kirin. Bi berxwedana xwe têza têkneçûnê ya milîtaniya Apoyî îspatî cîhanê hemûyê kirin. Tevî ku dewleta Tirk a dagirker teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî bi kar anîn, têk çû. Gerîla hem di tîmên bi tevger ên araziyê û hem jî di tunelên şer de performans nîşan da. Di van karan hemûyan de ev hevrêyên me xwedî kedeke mezin bûn. Hevrêyên me Mûnzûr, Erdal û Çiyager ji ti wezîfeyê xwe nedan paş û hemû hewldanên dijmin pûç kirin. Bi pisporiya xwe ya di şer û taktîkên demê de û bi hevrêtiyên xwe yên xurt, navên xwe li dîroka têkoşîna me nivîsandin. Hevrêyên me parêzvanên xurt ên jiyana PKK’ê bûn, nirxên azadiyê di bin her şert û mercê de parastin û ji me şopdarên xwe re mîrateyeke têkoşînê ya mezin hiştin.
Em jî weke hevrêyên wan diyar dikin ku em ê her tim têkoşîna hevrêyên xwe Mûnzûr, Erdal û Çiyager ji xwe re bikin rêber û soz didin ku bîranîna wan li Kurdistana azad bidin jiyîn. Bi van hestan di serî de malbatên wan ên hêja, em ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”
Agahiyên derbarê nasnameyên gerîlayên şehîd bi vî rengî ne:

|
Nasnav: Mûnzûr Serhed
Nav û Paşnav: Îbrahîm Çîgdem
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav: Remziye – Maşallah
Cih û Dîroka Şehadetê: 22’yê Tîrmeha 2024’an / Zap
|

|
Nasnav: Erdal Reşo
Nav û Paşnav: Serhat Akçin
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik – Bav: Vecîhe – Omer
Cih û Dîroka Şehadetê: 22’yê Tîrmeha 2024’an / Zap
|

|
Nasnav: Çiyager Dîcle
Nav û Paşnav: Îbrahîm Miho
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Navê Dayik – Bav: Sultan – Cemal
Cih û Dîroka Şehadetê: 22’yê Tîrmeha 2024’an / Zap
|
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev tişt anîn ziman:
“MÛNZÛR SERHED
Fedayî ew in ên ku di her kêliya jiyana xwe de kesayeta xwe ava dikin, jiyana azad diparêzin, bi berdêlên mezin nirxên pîroz diparêzin, bêyî teredut hebûna xwe ya herî hêja fedayî jiyana azad û nirxên mirovahiyê dikin. Fedayiyê destpêkê yê Tevgera Apoyî Rêber Apo û bi hezaran şehîdên me xeta têkoşînê afirandin û fedayîtî kirin şêwazekî jiyanê. Lewma encex yên ku xwe fedayê vê jiyanê kirine, nemirî bi dest xistine û bi xwîna xwe ya pak dara azadiyê av dane dikarin fedayîtiyê bi wate bikin û hestên herî bedew hîs bikin.
Yek ji van jî hevrêyê me Mûnzûr e. Li navçeya Qelqelî ya Wanê ku hema bêje ji her gund û malên xwe tevlîbûnên nava refên gerîla hene û ji nava xwe bi sedan milîtanên fedayî derxistine, di nava derdoreke welatparêz û parêzvanê nirxên Kurdîtiyê de hate dinê. Lewma hevrêyê me Mûnzûr bi rengekî girêdayî cewherê xwe mezin bû û di tevahiya jiyana xwe de bi israreke mezin nirxên xwe parast. Mîna her zarokek Kurd bi saya welatparêziya kûr a derdora xwe, Tevgera Apoyî û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji biçûkahiya xwe ve nas kir. Li derdora wî çîrokên lehengiyê yên gerîla dihatin vegotin. Gerîla li dijî êrîşên dijmin bêyî ku xwe ji fedakariyê bide paş, gelê me diparêze. Evane hemû bûn sedem ku hevrêyê me Mûnzûr li hemberî gerîla bibe xwedî sempatiyeke mezin.
Hevrêyê me neçar ma ku bi malbata xwe re koçî bajarê Mûgla yê Tirkiyeyê bike. Li vir zanî xwe biparêze. Her çendî ku li derdora wî faşîst hebin jî, ji nasname, ziman û çanda xwe tawîz neda. Ji ber zextên li ser wî û malbata wî, fikarên wî yên li hemberî jiyanê hîn zêdetir bûn. Ji bo li ser esasekî rast bersiva van bibîne, ket nava lêgerînan. Ji ber ku jiyana sîstemê jê re hêsan û jirêzê dihat, hevrêyê me Mûnzûr berê xwe da felsefeya azadiyê ya Rêber Apo. Hingî ku xwend û lêkolîn kir, gavek din jî nêzî jiyana rast bû. Ji bo xwendina zanîngehê çû Qibrisê û li vir xwendekarên welatparêz nas kir. Bêyî ku dem winda bike, tevlî nava xebatên ciwanan bû. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de partiya me PKK û rastiya Rêber Apo hîn baştir fêm kir. Bi dilsozî û baweriya xwe ya kûr bi felsefeya azadiyê re, di nava demek kurt de di xebatên xwe de bû pêşeng. Hevrêyê me Mûnzûr bi saya kesayeta xwe ya vekirî û xwîngerm gelek ciwan bandor kirin. Her xebata di nav de, bi rengekî serketî qedand. Her çendî ku di salên 2015 – 2016’an de xwestibe beşdarî berxwedanên rêveberiya xweser bibe jî, lê giraniya bi cih neanîna vê yekê her tim hîs kir. Hevrêyê me bawer kir ku rêya herî bi bandor a telafîkirina vê yekê, tevlîbûna nava refên gerîla ye. Li ser vî esasî hevrêyê me jiyana sîstemê û zanîngeh terikand, tercîha xwe di aliyê azadiyê de bi kar anî û di sala 2017’an da berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Mûnzûr perwerdeya xwe ya destpêkê ya di nava refên gerîla de, li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi xwestek di nava demek kurt de bi jiyana gerîla û çiyê re bû yek. Hevrêyê me bi perwerdeyên dîtî re têkildarî hunera şerê gerîla agahiyên esas fêr bû û weke pisporê hemû hûrgûliyên jiyanê bû şervanekî azadiyê. Di dîroka têkoşîna me de sala 2016’an weke ‘Sala Fedayiyan’ tê zanîn. Hevrêyê me Mûnzûr di çalakiyên fedayî yên di vê salê de hatine kirin û ji hevrêyên me yên fedayî bandor bû. Hîna perwerdeya wî ya destpêkê neqediyayî, pêşniyar kir ku derbasî Hêzên Taybet bibe. Bi saya kesayeta xwe ya dirûst, sekna xwe ya bi biryar a di têkoşînê de û azweriya xwe bawerî da hevrêyên xwe hemûyan. Hevrêyê me çawa perwerdeya xwe ya destpêkê qedand, beşdarî Hêzên Taybet bû. Tevî ku hîna şervanekî nû bû, wezîfeyên jê re hatine dayîn bêyî kêmahî û bi rengekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe hemûyan qezenc kir. Hevrêyê me xwest ku di tarzê jiyana fedayî de xwe perwerde bike û bi hevrêyên xwe yên xwedî heman armancê re be. Ji bo bibe fedayî beşdarî dewreya perwerdeya esas bû. Hevrêyê me diyar kir ku ji bo bigihije jiyana azad û azadiya gelê me pêk bîne, beşdarî Hêzên Taybet bû. Ji kêliya destpêkê û şûn de bû xwedî sekin û tevlîbûneke li gorî vê armancê. Bi perwerdeyên îdeolojîk re xwe diyarî jiyana fedayitiyê kir û li dijî taybetmendiyên sîstemê yên di hundirê xwe de, bi cesareteke mezin têkoşiya. Lewma hevrêyê me Mûnzûr her roj di xwe de nûbûn ava kir û bi zelalbûna xwe ya di armanca xwe de û bi asaleta xwe derket pêş. Hevrêyê me qedrekî mezin da kedê û nirxandina Rêbertî ya ‘karkirin azadî ye’ ji xwe re kir distûr. Bi fedekariya di her kêliya jiyanê de, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Di pêvajoyeke welê de ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe seferber kiribûn û dixwest siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê me bigihîne encamê, hevrêyê me weke milîtanekî fedayî yê Apoyî xwest wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne û ji bo hewldanên dijmin bişikîne, xwest derbasî qadên ku şer lê dijware bibe. Hevrêyê me Mûnzûr bi pisporiya xwe ya di gerîlatiya dema nû de, tevlîbûna xwe ya bi înîsiyatîf û kesayeta xwe ya dirûst bawerî da hevrêyên xwe, derbasî qadên ku şer lê dijwar e, bû û armanca xwe pêk anî.
Li ser vî esasî hevrêyê me destpêkê derbasî Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bû û li vir bi perwerdeya hevrêyên xwe re eleqeder bû. Hevrêyê me Mûnzûr hevrêyên xwe yên mîna wî fedayî, di aliyê îdeolojîk û leşkerî de perwerde kir û di heman demê de xwe li ser xeta fedayîtiyê kûr kir. Di vê pêvajoyê de bi lêhêrbûnên xwe li ser pêvajoyeke şerekî muhtemel, heta hûrgûliya herî biçûk jî hesab kir û di serî de çêkirina tunelên şer di gelek mijaran de pêşniyarên xwe kirin û ji bo pêşketina berxwedana ku hîna dewam dike, bû xwedî kedekî girîng. Hevrêyê me Mûnzûr bi meziyetên xwe yên fermandariyê, hevrêtiya xwe ya samîmî, fedakarî û sekna xwe ya zelal a di pîvanên milîtaniya Apoyî de di dilê hevrêyên xwe hemûyan de cih girt û wezîfeya xwe ya li vir qedand. 25’ê Gulana 2022’yan dema ku li ser Girê Hekkarî, Girê Cûdî û Qada Berxwedanê ya Girê FM êrîşên dagirkeriyê destpê kirin, derbasî Qada Berxwedanê ya Girê FM bû.
Piştî ku êrîşên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê fireh bûn, derfetê şerkirina li dijî dijmin bi dest xist. Hêrsa ku bi salan di dilê xwe de kom kirî, veguherand çalakiyê. Hevrêyê me bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û hêviya jiyana azad, li dijî dijmin kir hinceta tolhildanê û li ser vî bingehî her roja borî têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Hevrêyê me sekna fedayî ya di jiyan û têkîliyên hevrêtiyê de raber kirî, di şer de jî nîşan da û mîna bazekî bi ser armanca xwe ve çû. Bi cesaret, atîkbûn û tarzê lêxistina dijmin, taktîkên gerîlatiya dema nû bi rengekî serketî bi cih anî. Di tunelan de û li araziyê tarzê şerê tîmên pispor bi performanseke bilind xiste pratîkê. Bi vê pratîka xwe jî, derbeyên herî giran li artêşa Tirk a dagirker xist. Hevrêyê me Mûnzûr şahidî ji şehadeta gelek hevrêyên xwe re kir û her şehadetek kir hinceta hîn zêdetir têkoşîn û fedayîbûnê. Bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd kir çavkaniya hêz û moralê û nêzîkatiya herî bi wate ya di rastiya şehadetê de raber kir.
Hevrêyê me 22’yê Tîrmeha 2024’an di êrîşa dijmin a li ser herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê de şehîd bû. Heta kêliya şehadeta xwe jî bû çiyayekî ku hemû hevrêyên wî xwe dispartê. Bi fedakariya di pêvajoyên zehmet û sekna xwe ya zelal a di jiyanê de, li qada ku lê ye pîvanên milîtaniya fedayî ya Apoyî bê kêmahî bi cih anî û dilê hevrêyên xwe hemûyan rehet kir. Hevrêyê me Mûnzûr bi vê taybetmendiya xwe di dilê hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî ku ti carî nayê jibîrkirin.
ERDAL REŞO
Hevrêyê me Erdal ê ji eşîra Didêrî ya welatparêz û bi kok a Kurdistanê, ji ber ku malbata wî di encama zextên dijmin û polîtîkayên ferzkirina cerdevantiyê de ji bajarokê Deşta Darê ya Hezexê koçî Nisêbînê kir, li vir hate dinê. Malbata wî ya koçer kevneşopî û çanda Kurdî bi rengekî herî sade jiyan kir. Lewma hevrêyê me Erdal jî bi rengekî girêdayî cewherê xwe mezin bû. Derdora wî ji salên destpêkê yên têkoşîna gerîla ve tevgera azadiyê nas kir û bi dilsoziyeke xurt xwedî li têkoşîna me derket. Hevrêyê me Erdal di nava rastiyeke eşîr û malbateke wiha de mezin bû û hîna ji temenê biçûkatiya xwe û şûnde têkoşîna me nas kir. Ji ber ku ji eşîra Didêrî tevlîbûnên nava refên gerîla zêde ne û mamê wî jî ji salên 90’î û vir ve di zindanê de bû, pir zû rastiya têkoşîna me fêm kir. Hevrêyê me Erdal di heman demê rastiya dijmin jî rasterast dît û ji vegotinên derdora xwe jî baş fêm kir, lewma li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin.
Hem hişmendiya welatparêziyê ya ji derdora xwe girtî û hem jî hêrsa li hemberî dijmin bûn sedem ku hevrêyê me Erdal eleqeyeke mezin nîşanî têkoşîna me bide. Hevrêyê me yê ku girêdayî vê yekê ji sala 2014’an pê ve tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz dibe, di vê pêvajoyê de derfeta naskirina rastiya têkoşîna me bi dest dixe. Hevrêyê me yê ku piştre dest bi lêgerînên mezinkirina têkoşîne xwe dike, demekê li herêma Mêrdînê li gel gerîlayan dixebite û milîstiyê dike. Hevrêyê me Erdal ê ku di van xebatan de di serî de fermandarê me yê fedaî Şehîd Soro Amed di nav de de derfeta naskirina gelek hevrêyên me yên hêja bi dest dixe, ji sekin û jiyana van hevrêyan bandor dibe û wan ji xwe re mînak digire. Hevrêyê me Erdal ji sala 2015’an û pê ve ku dijmin wê serdemê li hemberî gelê me amadekariyên komkujiyê dikir, di nava xebatên YPS’ê de cih digire, di berxwedana Nisêbînê ya gelekî baş nas dike de kedeke mezin nîşan dide. Hevrêyê me yê ku li vir jî di serî de fermandarê fedaî yê Berxwedana Nisêbînê Şehîd Xebatkar Baran şensê naskirina gelek hevrêyên me bi dest dixe, hemû kêliyên li gel van hevrêyan weke hêjatirîn kêliyên jiyana xwe pênase dike. Şehadeta apê wî Erdal-Abdurahman Akçin a li Dersimê di sala 2015’an de bandoreke mezin li hevrêyê me Erdal dike û biryarê dide ku tevlî nava refên gerîlayan bibe. Lê belê ji ber ku temenê wî biçûk bû ev daxwaza wî nayê qebûlkirin. Di encama êrîşên dijmin ên qirkirinê yên li Nisêbînê de mala hevrêyê me tê hilweşandin û piştre li gel malbata xwe berê xwe dide Qoserê. Hevrêyê me Erdal ê ku demekê li Qoserê dijî, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin û xwesteka xwe ya tevlîbûna nava refên gerîlayan li vir mezintir dike. Hevrêyê me yê ku bi taybetî ji tecrîda li ser Rêbertiya me, grevên birçibûnê û rojiyên mirinê yên li zindana li hemberî vê tecrîdê pêş dikevin bandor dibe, gihişt wê baweriyê ku weke ciwanekî Kurd erk û berpirsiyariyên ku dikeve ser milên xwe pêk bîne. Hevrêyê me Erdal dizanîbû ku wê vê yekê herî baş bi tevlîbûna nava refên gerîkayan pêk bîne, di sala 2019’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji herêma Mêrdînê tevlî nava refên gerîlayan bû.
Hevrêyê me Erdal perwerdeya şervanên nû li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibîne, bi saya tevlîbûna xwe ya dilxwaz di demeke kurt de li gel jiyana çiyayan yekbûnek ava kir. Hevrêyê me yê ku bi saya kesayeta xwe ya jidil ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin, bi tevlîbûna xwe ya dirûst bû milîtanekî mînak. Hêrsa xwe ya li hemberî dijmin kir egera sereke ya xwepêşxistinê. Hevrêyê me Erdal eleqeyeke mezin nîşanî dersên îdeolojîk û leşkerî da. Hevrêyê me yê ku beriya wê demê jî xwedî tecrûbeyên rêxistinî bû, bi van perwerdeya xwe zêdetir pêş xist. Hevrêyê me di pêvajoya nava YPS’ê de jî di warê leşkerî dexwedî tecrûbe bû û di pêvajoya perwerdeyê de xwest xwe di hunera şerê gerîlayan de zêdetir pêş bixe. Hevrêyê me di vî warî de dibe xwediyê kedeke hêja, xwe fêrî bikaranîna gelek çekan dike û di warê taktîkên gerîla yên serdema nû de xwe pêş dixe. Hevrêyê me Erdal bi fedekariya xwe ya di jiyanê de ji bo hemû hevrêyên xwe dibe mînak, girêdayî vê sekna xwe xwest derbasî qadên şer lê dijwar e, bibe. Lê belê ji ber ku hê nû tevlî refên gerîlayan bûbû, ev xwesteka wî ji aliyê hevrêyên wî ve nayê qebûlkirin. Fermandariya me, hevrêyê me Erdal li qadên ku xwe di warên leşkerî û jiyanî de pêş bixe û tecrûbeyan bi dest bixe, erkdar kir. Hevrêyê me girêdayî vê yekê li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dixebite, bi awayekî serkeftî vê pêvajoyê derbas dike. Hevrêyê me bi taybetî jî di warê taktîkên gerîlayên serdema nû de xwe gelekî pêş dixe, hemû kêliyên jiyana xwe baş bi kar tîne û xwe li gorî şert û mercên şer perwerde dike. Hevrêyê me di heman demê de li gel jiyana çiyayan û gerîlayan yekbûnekê ava dike û dibe milîtanekî çiyayî, ji bo erk û qadên herî dijwar xwe pêşniyar dike û tevlîbûneke di asta kûrbûna xwe gihandiyê de armanc dike. Hevrêyê me di pêvajoya ku dijmin bi awayekî dijwar êrîşan dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de weke milîtanekî Apoyî bêyî dudilî pêşniyar dike ku derbasî qadên şer ên dijwar bibe. Hevrêyê me Erdal demekê li bendê dimîne ku ev pêşniyara wî were qebûlkirin. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de xwe hem di tunelan de û hem jî li qadan bejahî li gorî terzê şerê tîmên pispor amade dike, ji destpêkê heya dawiyê bi cidiyet, biryardarî û disîplîneke mezin tev digere. Hevrêyê me Erdal ji şehadeta xizmê xwe yê nêz hevrêyê me Koçer-Mehmet Salih ya di sala 2023’yan de gelekî bandor dibe, dubare bi biryardarî û israreke mezin pêşniyar dike ku derbasî qadên lê şer dijwar e, bibe. Hevrêyê me baş dizanîbû wê bes bi pêkanîna armanc û xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd bîranînên wan zindî bihêle. Bi sekna xwe ya jiyanî û tecrûbeyên xwe yên têkildarî hunera şerê gerîlayan baweriyeke mezin da hevrêyên xwe.
Hevrêyê me Erdal girêdayî vê yekê derbasî Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dibe, derbasî Eniya Şehîd Munzûr a li Qada Berxwedanê ya Girê FM ku veguheriye keleha îradeyê dibe. Hevrêyê me Erdal ê ku bi îrade, coş û moraleke mezin tevlî têkoşîna li vir a destanî dibe, hem hêzeke mezin dide hevrêyên xwe hem jî ji wan hêzeke mezin digire. Hevrêyê me Erdal tevî hemû teknîk, çekên qedexekirî û rê û rêbazên dijmin jî bi tu awayî ji xeta milîtaniya Apoyî tawîzê nade û şer dike, bi vê sekna xwe çanda fedaîtiyê di kesayeta xwe de temsîl dike. Hevrêyê me di gelek çalakiyên li hemberî dijmin de cihê xwe digire û hêrsa ku bi salan di dilê xwe de kom kirî, veguherand tolhildanê. Dubare nîşanî hemû ciwanên Kurd da ku divê sekna li hemberî dijmin çawa be. Hevrêyê me Erdal li gel wêrektiya xwe bi kesayeta xwe ya mutewazî, kedkar, dirûst û jidil jî karî ji hevrêyên xwe re bibe mînak, ji destpêka naskirina têkoşîna me ya azadiyê û heya şehadeta xwe bi sekna xwe ya girêdayî pîvanên milîtanbûnê bû yek ji mînaka bijarte ya îdeolojiya Apoyî. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe Erdal teqez bigihînin serkeftinê û bîranînên wî li Kurdistana azad zindî bihêlin.
ÇIYAGER DÎCLE
Gelê me yê Kobanê ku bi berxwedana xwe û sekna xwe ya birûmet navê xwe bi hemû cîhanê daye naskirin, bi saya şehîdên xwe û hezaran ewladên xwe yên di nava refên gerîlayan de tim bûye hêza pêşeng a têkoşîna me. Hevrêyê me Çiyager ê ewladê gelê me yê ku li pêş çavê hemû cîhanê berxwedaneke mezin nîşan da û destan nivîsand, li bajarê berxwedanê Kobanê ji dayîk dibe. Bi saya tevlîbûnên ji derdora wî ya nêz û welatparêziya malbata xwe hê di zarokatiya xwe de Tevgera me nas dike. Hevrêyê me bi çîrokên lehengiyê yên gerîlayan mezin dibe, hê di zarokatiya xwe de xeyalên rojên gerîlabûnê û şerkirina ji bo gelê me dike.
Hevrêyê me Çiyager eleqeyeke mezin nîşanî milîtanên Apoyî yên weke efsaneyekê dihatin vegotin, dide. Hevrêyê me yê ku qet naçe dibistanên rejîmê, aliyên xwe yên pak tim diparêze û ji aliyê derdora xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêyê me Çiyager di ciwantiya xwe de lêgerînên xwe zêdetir dike. Bi meraqkirina hemû nûçeyên têkildarî gerîlayên ku li çiyayên Kurdistanê li hemberî dagirkeran têkoşîneke mezin didin meşandin, hewl dide Tevgera me baştir nas bike. Hevrêyê me alîkariya debara malbata xwe dike û û karên cuda dike, ti caran jiyana ku li ser gelê me dihat ferzkirin qebûl nekir. Hevrêyê me jiyana ku ji aliyê dagirkeran ve tevî dewlemendiyên Kurdistanê jî ji bo gelê me rewa dihat dîtin, qikirina aborî û bandorên dagirkeriyê lêpirsîn dikir. Fêm kir ku pergala heyî pergala dagirkeriyê ya dewletên serdest e. Tim li hemberî vê pergala ku xwe dispêre kedxwariyê nerazîbûnên xwe nîşan dan. Hevrêyê me Çiyager her çend mezin dibû xwest ji lêgerînên xwe re bersivan peyda bike û xwişka xwe ya mezin a tevlî refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûbû ji xwe re mînak girt. Hevrêyê me ji berxwedana destanî ya li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser bajarê Kobanê û seferberiya ji aliyê Tevgera me ve hatî destpêkirin, hêzeke mezin girt. Hevrêyê me dibe şahidê rizgariya bajarê Kobanê ya bi saya îradeya milîtanên Apoyî û dilsoziya ji bo şehîdan, ji şehadetan gelekî banor dibe. Şehadeta xwişka wî hevrêya me Dîcle Kobanê-Buşra Miho ya di sala 2018’an de dibe sedem ku hevrêyê me hêrsa xwe ya li hemberî dijmin mezintir bike. Hevrêyê me egerên dilsoziya ji bo şehîdan dizanî û fêm kir ku tekane cihê ku ji lêgerîn û nakokiyên wî re bibe bersiv tevlîbûna nava refên gerîlayan e. Biryarê dide ku tevlî nava refên gerîlaya bibe.
Di pêvajoyeke welê de ku operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo tasfiyekirina gerîla û çewisandina Tevgera me zêde bûn, hevrêyê me tevlî nava refên têkoşînê bû û bi perwerdeya şervanên nû di nava demek kurt de adapteyî jiyana Partiyê bû û tevlîbûneke aktîf nîşan da. Bi saya tiştên ku hem di perwerdeyên leşkerî hem jî îdeolojîk de fêr bûyî, Partiya me hîn baştir nas kir. Hevrêyê me ji bo bi rengekî aktîf di şer de cih bigire û tola şehîdan hilîne, li ser taktîkên demê lêhêrbûn kir û her tim berê xwe da qadên ku şer lê dijwar e. Li ser vî esasî hevrêyê me ji bo biçe qadên ku êrîşên dijmin lê zêde ne, pêşniyar kir. Bi îdîa û sekna xwe bawerî da hevrêyên xwe hemûyan. Hevrêyê me milîtanekî Apoyî yê mînak bû. Li ser esasê pêşniyara xwe çû Herêmên Parastinê yên Medyayê ku şer lê dijwar e. Hevrêyê me Çiyager pir zû fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Li qadên ku xwişka wê ya şehîd lê gerîlatî kir, bû û ev serbilindî jiyan kir. Hevrêyê me beşdarî xebatên pratîk bû û bi kesayeta xwe ya fedakar, kedkar, saf û samîmî di her xebatê de hevrêyên xwe bandor kir. Hevrêyê me derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû ku dijmin bi hemû derfetên xwe hewl da bi dest bixe, lê belê windahiyên mezin dan û li hemberî îradeya Apoyî bê encam ma. Ji bo mezinkirina berxwedanê, xwest bi rengekî aktîf rol bilîze. Hevrêyê me dilsozê şehîdan bû û ji bo bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd bide jiyankirin, ket nava hewldanekî mezin. Bi eşqeke mezin wezîfeyên xwe bi cih anî. Hevrêyê me li dijî dagirkeran di nava gelek çalakiyan de cih girt û bi sekna xwe ya bi biryar a ji bo pêkanîna taktîkên demê, wezîfeyên zehmet bi serketî pêk anî. Hevrêyê me Çiyager di jiyan û şer de ji pîvanên Apoyî tawîz neda û bi hevrêtiya xwe ya xurt navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsand.
22’yê Hezîrana 2024’an hevrêyê me Çiyager di êrîşa dijmin de şehîd bû û bû yek ji lehengên nemir ên ku li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê destan nivîsandin. Hevrêyê me Çiyager her cure êrîşa dijmin pûç kir, hêza têkneçûnê ya îradeya Apoyî îspat kir û ber bi şehadetê ve meşiya. Em car din soza xwe dubare dikin ku armanca hevrêyê xwe ya Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad pêk bînin. Em li ber bîranîna tevahî şehîdên Kurdistanê, bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.”