PDK û YNK ji bo avakirina hikûmetê car din li hev civiyan

Ji Cotmeha 2024’an ve li Başûrê Kurdistanê hikûmet nayê avakirin. Şandeyên PDK û YNK’ê li bajarokê Pîrmam a Hewlêrê dest bi hevdîtinan kirin.

Hilbijartinên parlamentoya dema 6’an a Herêma Kurdistanê, di 20’ê Cotmeha 2024’an de hatibû kirin. Tevî ku 6 meh li ser hilbijartinan derbas bûne, hîna hikûmetek nehatiye avakirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîneyên Niştimanî Kurdistanê (YNK) ev demeke li ser hikûmeta nû muzakere dikin.

Hat ragihandin ku her du partî ji bo nîqaşkirina avakirina hikûmeta nû, hatin ba hev.

Alîkarê Serokatiya Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di rojên borî de daxuyaniyek da bû û diyar kiribû ku hevdîtinên di navbera YNK û PDK’ê de erênî derbas dibin û feraseteke hevpar derdikeve holê.

Li gorî Talebanî ew gihiştine qonaxa encamê û di nava demek kurt de peymanek tê hêvîkirin.