HPC-Jin: Divê tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin

Hêzên Parastina Civakî –Jin (HPC) bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got “Li ser Rêber Apo 23 sal in sûcekî dermirovahiyê tê kirin. Divê ev tecrîd biqede.”

Daxuyanî ji aliyê endama HPC-Jin Nûrcan Teyfûr ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an de bi rêya komployeke navneteweyî dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk a faşîst hat kirin.”

Zindana Îmraliyê wek pergalake hovane û bêhiqûqî hatiye avakirin. Avakarên vê pergalê hêzên hegemon a navneteweyî ne. Rêber Apo nikare bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike, bi sedan caran serlêdanên parêzeran bi hincetên derew û vala hatine redkirin, her wiha mafê hevdîtina malbatê jî hatiye astengkirin.

Pergala Îmraliyê pergala îşkenceyê ye, divê bê hilweşandin û gelê me û mirovên demokrat û aştîxwaz divê li hember vî sûcê dermirovî helwesta xwe nîşan bidin û bêdeng nemînin.”

Di dawiyê de jî hate gotin: "23 sal e sûcê dermirovî li dijî Rêber Apo tê meşandin. Êdî divê bi dawî bibe. Rêber Apo rêya azadiyê nîşanî mirovahiyê dide. Em endamên Hêzên Parastina Civakî dibêjin em êdî vî sûcê dermirovî qebûl nakin.”