Hijmara 165'an a Newaya Jinê derket: ''Çeper berfireh dibin'

Newaya Jin a ku li Ewropayê bi rengekî periyodîk derdikeve bi manşêta 'Çeper Berfireh' dibi kete ber destê xwendekarên xwe.

Rojnameeya ku bi gelek gotar û dosyayan tê ber destê xwendekaran, şopa 2018'an a li ser jinê analîz dike.

Di rojnameyê de cih dane nirxandineke Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat , Serhat dibêje 2018'an jin li dijî faşîzmê bûne yek. Serhat dibêje 2019'an hêza polîtîk a jinan 2019'an wê geştir bibe.
Di rojnameyê de her wiha endama TJK-E'yê Zeynep Dersim kapmanyaya ''Tundiya li ser jinê polîtîk e - Dibû ku ew tu jî bûya'' dinirxîne.

Rojda Yildirim jî diyar dike ku navendên paşverû hene ku kuştinên jinan xwe dispêrin ser wan û bi hev re jinan dikujin.

Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyê ya Demokratîk Foza Yûsiv  rewşa eniya Federasyona Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi giştî ya Sûriyê dinirxîne.

Nûçegihan Rojbîn Ekîn jî dibêje, dahatuya azad a welêt wê bi pêşengiya jinan pêk were.
Her wiha gelek nivîskarên din di bîr û boçûnên xwe di rojnameyê de cihê xwe girtine.