Gerîlayên YJA Starê yên li Qadên Parasatinê yên Medyayê 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coşî û moral pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de ya ku bi merasîma leşkerî dest pê kirî Endama Konseya Biryargeh a YJA Starê Hêzil Ozgur axivî. Ozgur Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir û got, “Bi hîsên xwe yên şoreşger ên jinan, 8’ê Adarê li mîmarê azadiya me, di şexsê dayikên şehîdan de, li hemû jinên cîhanê, di şexsê hevrêyan de ku li dijî zextên dewleta Tirk li ber xwe didin, li hemû jinên berxwedêr, ku li kolan, kuçe, barîkayan li dijî faşîzmê mafan diparêzin, pîroz dikim.
Weke ku tê zanîn me berxwedaniyeke bêhempa li pey xwe hişt û ketin 8’ê Adarar 2022’an. Bi vê maneyê em di şexsê Rûken, Sarya, Çavrê û Nûjînan de ku kirin em helwesta azadiya jinê geş bikin û wiha bikevin 8’ê Adarê, hemû şehîdên xwe bi bêrîkirin û minet bi bîr tînin, li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Bi bihara sala 2022’an em dikevin qonaxeke girîng a têkoşîna azadiyê. Li herêma me şerê cîhanê yê sêyan ku ji mêj ve dest pê kiriye û îro peşkên wê li gelek deverên cîhanê ketiye, bi hemû tundiya xwe didome, bêhtir aşkere bûye ku ev encama krîza pergalê ye. Mirovahî êdî fatoreya vê krîza pergalî zêdetir dide û êşa vê dikişîne. Li hemû deverên cîhanê bi rengên cuda şer hene. Li hemû rawestgehên civakîbûnê, li qada aborî, polîtîka, huner, têkiliyên mirovî û since de krîz û hilweşîn hene. Xwesta me hildiweşe. Cîhana me ji ber encamen hişmendiya mêr a baviksalar û vî aqilî zor û zehmteiyan dijî, birçîbûn, şepirzebûn û êşa ji ber newekheviyê civak dorpêç kirine.
Helbet terisîna vê herî zêde li ser jinê xuya dike, nasnameya jinê bûye nasnameye herî bi krîz a sedsalê. Bi rengekî wiha ku tesîra herî giran a krîza vê pergalê, tê ser nasnameya jinê ku jixwe bi hezaran salan hebûna wê mehkûmî newekheviyê hatiye kirin. Li hemû deverên cîhanê, her roja ku diçe zext û zordarî li ser jinê heye, tecawîz lê tê kirin, têne qirkirin. Ji vî alî ve li hemû deverên cîhanê jinan serî rakiriye, li ber xwe didin. Tekane rêya ku mirov he ji vê hilweşîna ji ber aqilê nêr derkeve, aqilê jinê yê wekhevîxwaz, demokrat û azadîxwaz e. Encex wiha mirov dikare peşî li qirkirinê bigire, encex bi helwesta jinê civakîbûn dikare ser piyê xwe bisekine û rabe ser piyan. Ji vî alî ve, weke Rêbertiya me jî diyar kirî, ev sedsal wê bibe sedsala ku têkoşîna zayendî geştir bûyî, berxwedana jinê wê heq ji hemû pergalên paşverû û faşîst derkeve. Bi vê bingehê berxwedana herî mezin wê li Kurdistanê be.
Weke ku tê zanîn li Kurdistanê şerekî giran heye. Li dijî vê tengijîna ku pergalê afirandî, di serî de Rêbetiya me, şervanên azadiyê û hêza parastina jinê YJA Star berxwedana herî dîrokî dike. Ji vî alî ve dîroka şerê me domdirêj e. Ev şer ji bo civakeke azad û wekhev, li Kurdistaneke azad, ji bo ku jin li ser heqîqeta xwe û nasnameya xwe, xwe biafirîne û ji bo ku jiyaneke birûmet û layiqî rastiya mirov were jiyîn tê dayin. Têkoşîna me bi esasî li ser vê tê geşkirin .Ji ber vê jî, hêzên YJA Starê li dijî konsepta qirkirin û dagirkirinê ya dewlta TC’ê ya li ser gelê me berxwedaniyeke dîrokî dike. Komploya li ser Rêbertiya me, ku mîmarê vê berxwedanê ye û ji her alî ve ev afirandiye û dike ku rê ve biçe, careke dî tê nûjenkirin. Ji alîyekî ve li ser Rêbertî tecrîd tê domandin û li aliyê dî tê xwestin ku qaden gerîla û navendên gerîla were qedandin, Kurdatî, helwesta jina azad were tinekirin. Ev, di şexsê Kurdistanê de êrîşa li ser jinan û mirovahiyê ye.
Ji ber ku li dijî pergala zilamswerwer îro helwesta herî mezin Rêbertî nîşan dide. Ji ber vê jî berxwedana li Kurdistanê, ne tenê berxwedana gelê Kurd û jinên Kurd e. Di şexsê gerîlayên jinên Kurd de, tê maneya berxwedana hemû jinên cîhanê. Ji ber vê jî îro helwesta YJA Starê tesîra xwe li ser hemû cîhanê dike. Ji ber ku li dijî êrîşa hişmendiya zilam serwer a li ser helwesta demokrat, wekhevîxwaz a jinê, li dijî tacîz, tecawiz, tundî, komkujî û qirkirinê, hêza YJA Starê û jinên Kurd têkoşîneke bêhemda didin. Di êrîşên sala 2021’an de ev helwesta xwe bi Nûjîn, Çavrê, Delal û Rûkenan gihandiye asta herî bilind.”
DI SALA 2022'AN DE JÎ WÊ BERXWEDAN BIDOME
Tê fêhmkirin TC ya faşîst ku sala 2021’an tundiya xwe zêde kirî, sala 2022’an jî li ser gelê Kurd û jinan wê êrîşan girantir bike. Ji ber vê jî ev sal ji bo me girîng e. Çawa ku bi berxwedana bi pêşengiya YJA Starê ya sala 2021’an plansaziya mêtingeriyê hatibe hilweşandin, êrîş hatibin pûçkirin, sala 2022’an jî, bi eynî astê û bi tempoyeke zêdetir berxwedan wê were domandin û bersiva van êrîşan were dayin û têkoşîn bidome.
Em ê soza xwe ya li şehîdên xwe ku sala çûyî bi lehengî li ber xwe dan û mîrate ji me re hiştin serfiraz bikin. Ev biryardarî û îdîaya me heye. Têkoşîna îsal a YJA starê jî ku bi perspektîfa azadiyê ji bo hemû jinên cîhanê hilmek e, ji hêla helweta azadiyê ya têkoşînê ve bide lezandin. Em biryardar in ku vê bidomînin, ji bo ku çanda civaka xweristî biparêzin û geş bikin têkoşînê geştir bikin û bidomînin.
Sala 2022’an ji bo ku em welatê xwe azad bikin û bi vê maneyê ji bo ku em ji hemû mirovahiyê re bibin hilmek, heta hilma xwe ya dawî em ê bi biryardayeriyeke mezin têbikoşin.Bi vê wesîleyê, li djî dagirkeriya Tirk em ê bisekinin û nehêlin ku xaka me dagir bikin û jinên me bikujin. Ji ber vê jî sala 2022’an ji bo me saleke pir girîng e. Ev sal berpirsyariyeke mezin dide me jinan ji bo ku em azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Gerîlayên jin ên Kurd ku li dora ronkahiya Rêbertî rastiya xwe dîtî, hay ji vê rastiyê hene. Her roja ku diçe xweştir tê fêhmkirin ku Rêbertî ji bo rizgariya jinê tê çi maneyê û em dibinin ku hemû jin êdî xwedî vê hişmendiyê ne û em ji vê bawer in.
HEMÛ JINÊN DIXWAZINAZAD BIBIN DIVÊ LI DORA RÊBERTÎ BIBIN XELEK
Ji vî alî ve ji azadiya fizîkî ya Rêbertî, ku ev tê maneya serfirazbûna gelek têkoşînan, hemû jin berpirs in. Hemû jinên ku dixwazin azad bibin divê li dora Rêbert Apo bibin xelek. Divê em sala 2022’an bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo tacîdar bikin ku Rêber Apo ji bo jinên Kurd û hemû jinên cihanê bûye ronkahî. Ev peywira me ya bivênevê ye. Em vê bi hemû şaneyên xwe hîs dikin, bawer dikin ku bi hebûna xwe em ê vê bi mane bikin. Sonda û îdîaya me temam e ku em têkoşînê heta dawiyê geş bikin.
Em vê baweriyê û hêzê ji nirxên ku hatine afirandin distînin. Kevirên hîmî ku em ê wan bişopînin ji hêla şehîdên me yên leheng ve hatine danîn. Helwesta hevala me Sema ku xwe kirî pira serfiraziyê ya di navbeyna 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de, wê bibe pêşenga me. Her wiha em Sakîne ku yek ji rêwana pêşî ya helwesta azadiyê jinê ye û bi hezarna şer tevlî têkoşîna rizgariya jinê ya nîv sedsalê kirî, wê bibe helwesta me ya azadiyê, giyanê me û rêşanîdera me. Bi ronkahiya helwesta van hevalan û hevalên wiha mezin em ê saleke nû pêşwazî bikin, bi coşî û kelecaniya ku 8’ê Adarê di rihê me de ava kirî bigihijin serfiraziyê.
Bi vê wesîleyê em 8’ê Adarê ya hemû hevalan û hemû jinên berxwedêr careke dî slav dikin, bi baweriya ku bi Rêbertiya azad bigihijin helwesta jina azad, hemû berxwedanan slav dikin, serkeftinê dixwazin. Û careke dî dibêjin, bijî Serok Apo, jin jiyan azadî.”