Hewldanên hiqûqî yên navneteweyî yên jinên Êzidî didomin

Dr. Leyla Ferman a ku xebatên ji bo jinên Êzidî dike diyar kir ku ew ji bo pêkanîna gelekî ku qetlîam li ser wê hatiye kirin û ji bo cezakirina çeteyên DAIŞ’ê di qada navneteweyî de xebatên xwe yên hiqûqî didomînin.

Dr. Leyla Ferman jineke Êzidî ya ku li Elmanyayê ji dayîk bûye. 15 sal in di saziyên Êzidiyan de dixebite. Niha jî bi Platforma Têkoşîna ji bo Jinên ku Hatine Desteserkirin dixebite. Dema ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê şêwirmend bû, di xebatên ji bo jinên Êzidî de cih digirt yên ji destê çeteyên DAIŞ’ê reviyane. Ferman diyar dike ku bi sedan jinên Êzidî hevdîtin kirine û belgeyên têkildarî qetlîamê kom kirine.

Dr. Leyla Ferman diyar kir ku li gorî zagonên Elmanyayê DAIŞ rêxistineke sûc e û kesên xisar ji DAIŞ’ê dîtine heke serî li dadgehên Elmanyayê bidin ew ê karibin xisara xwe bixwazin.

Dr. Ferman diyar dike ku ew niha bo rizgarkirina jinên Êzidî bi platformekê re dixebite û axaftina xwe wisa didomîne, “Dema ez li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dixebitîm, wê demê jinên Êzidî ji ser Dîlokê dixwestin xwe bigihînin Başûr û malbatên xwe. Ji bo ku dîsa nekevin destê çeteyan, em dixebitîn. Ji ber ku çeteyan xwe digihand van jinan û ew difirotin. Em giliyê wan kir. Li vê derê 6 kes hatin girtin. Lê dadgerê Tirkiyeyê di nav 6 hefteyan de ev her 6 kes serbest berda.”

Dr. Leyla Ferman diyar dike ku aliyê hiqûqî yê jenosîdê xebata wan a bingehîn e û dibêje, “Mesela di destê hinek kesan de belge û morên DAIŞ’ê hene. Em van tiştan kom dikin. Bi van belgeyan em dixwazin sûcdar werin cezakirin. Li Elmanyayê kesên ku xisar ji DAIŞ’ê dîtine dikarin li serî dadgehê bidin.” Dr. Ferman biryara NY´yê ya damezrandina komîsyonekê jî bi bîr dixe û dibêje; “Erka komîsyonê berhevkirina delîlên elaqedarî fermanê ne. Lê li gorî me aliyekî wê yê şaş heye. Belge û delîl li gorî biryara NY´yê wê bidin dest hikûmeta Iraqê. Lê Iraq ne dewleteke hiqûqê ye, Heşdî Şabî li gora dilê xwe lê tevdigere, rewşa Şengalê ne zelal e, di vê rewşê de em ji ku dizanin ka delîl wê bikevin destê kê! Ev ne rast e.”

Dr. Leyla Ferman dibêje, “Bi ya me divê ferman weke qirkirin bê qebûlkirin. Di hevpeyvînên bi jinan re, gava me ji wan pirsî ma hûn ê vegerin Şengalê, wan li me vegerand, heger komkujî weke qirrkirinê bê qebûl kirin, erê. Ango heger zerarên wan bên tezmînkirin, temînateke hiqûqî bê misogerkirin ew amade ne, vegerin.”

Li ser pirsa xweparastinê jî Leyla Ferman got, bi bahaneya ji nû ve anîna nav civakê, jinên Êzîdî yên mexdûr bi darê zorê dane zewicandin, wan dest werdaye meseleyê û kiriye ev yek bê rawestan û wiha dewam kir: “Jinên Êzîdî hem di nava YJŞ´ê û hem jî di nava Pêşmerge de hebûn. Lê di navbera wan de cudatiyeke mezin hebû. Jinan di nava YJŞ´ê de bi fikrên xwe cih digirt. Ew jin îro di warê parastinê de perwerde dibin û dibin pispor. Em bi wan serfiraz in.”

Li gorî Dr. Leyla Ferman pirsgirêka saziyên Êzîdî ya yekîtiyê heye û li ser mijarê ew dibêje, “Divê em nuqteyên ku me bikin yek esas bigirin. Belkî pirsgirêkên din qet neyên çareserkirin. Em yekîtiya xwe mesela ne tenê di ser Êzîditiyê, di ser ziman û çandê re jî bikin. Civaka Êzîdî û nexasim jinên Êzîdî ji bo yekîtiyê divê bibin xwedî helwêst û ked. Em amadekariyên kongreyekê dikin ku Êzîdiyên dinyayê bîne cem hev. Beriya fermanê me hevdu baş nas jî nedikir. Niha şert guherîn. Ji bo xatirê wan kesên di fermanê de canê xwe ji dest dan û ji bo wan ê ku ji bo wan rizgar bikin canê xwe feda kirin, divê em di nava xebatên yekîtiyê de cihê xwe bigirin.”