Hevseroka MSD'ê: Dema jin bi hêz bibin dikarin civakê biguherînin

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer anî ziman ku jin her ku têkoşîna xwe xurt bikin û bi hêz bibin, dikarin di civakê de guhertin û veguhertinê ava bikin.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî bersiv da pirsên ajansa me.

Hûn şerê ku li Rojava û Filistînê ji aliyê sîstemên netewe-dewletan ve li gel qirkirina gelan tê meşandin, çawa dinirxînin?

Konsepta şerê di navbera du gelan de ku kevirê bingehîn ê Rojhilata Navîn e, sedsal berê dest pê kiriye û didome. Herêmên ku ji aliyê hêzên hegemonîk ve ji hev hatine perçekirin, bi taybetî jî dabeşkirina dewleta Ereban li ser 22 dewletan, rewşek berdewam e. Bi peymana di sala 1917’an de xaka Filistînê dane Cihûyan. Di heman demê de xaka Kurdistanê di navbera 4 dewletan de hat parvekirin û parçekirin. Tevî ku sedsalek derbas bûye jî, bi vê şêwazê parçekirinê êşên kûr ji bo gelan afirandiye. Polîtîkaya sedsalê ya qirkirinê hê jî didome. Dixwazin bi siyaseteke weke qirkirina sîstematîk, koçberkirin û guhertina demografîk gelan tune bikin. Heya ku li dijî polîtîkaya qirkirina du gelan ku kevirê bingehîn ê Rojhilata Navîn e, çareseriyeke radîkal neyê dîtin, êş û pirsgirêk wê bidomin. Mînaka herî berbiçav îro polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî gelê Rojava ye. Êrîşên li dijî gelê Kurd û Filistînê bi hev tên meşandin. Li dijî gelê Filistînê komkujî tê kirin. Ji bo gelên Rojhilata Navîn di rewşeke aram de bijîn, divê pirsgirêka hebûna gelan bê çareserkirin.

Êrîşên dewleta Tirk ên ku bûne sedema komkujî û guhertina demografîk, bandora wê li ser rêxistinbûyîna jinê û têkoşîna civakî çi ye û têkiliya van êrîşan bi pergala kapîtalîst a cîhanê re çawa ye?

Beriya dagirkeriya dewleta Tirk li Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê, jin li van herêman pêşeng bûn. Rêxistinbûna jinan pêşketî bû, jin di nava sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser de çalak bûn. Ji bo azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk xebatên girîng dihatin meşandin. Her wiha civakeke nû bi rengê jinê û feraseta jinê dihat afirandin û şerê zihniyetê dihat meşandin. Mixabin piştî dagirkeriya dewleta Tirk binpêkirinên mafên jinan zêde bûn û polîtîkayên qirêj ên li ser jinan dest pê kirin. Mafên ku bi berxwedan û têkoşînê bi dest xistine ji destê wan hatin girtin. Bi dagirkeriyê re, komkujî, revandin, girtin, koçberkirin û destavêtina jinan pêk hat. Heya îro jî li herêmên dagirkirî hewldan tên kirin ku mafên jinan bên astengkirin, lê jin dîsa jî li ber xwe didin. Li van herêman ne sazî û rêxistinên jinan cih digirin û ne jî jin dikarin mafên xwe bi dest bixin. Lê dema em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dinêrin, jin bi mîsyoneke pêşeng xwe bi rêxistin dikin û di nava civakê de cih digirin. Her wiha hewl dide ji bo jinên di bin dagirkeriyê de bibe nefesek. Têkoşîn û berxwedana jinan a li herêmê ji bo azadiya jinên di bin dagirkeriyê de tê meşandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanek bi pêşengiya jinan heye. Ji bo azadiya jinên cîhanê têkoşînek mezin tê meşandin. Lewma civakeke demokratîk bi tevlîbûna xurt a jinê ya jiyanê, mafên jinan û azadiyê tê avakirin. Her ku ev berxwedan û têkoşîn mezin dibe, êrîşên dewleta Tirk û pergala kapîtalîst a cîhanê jî zêde dibin. Ji ber ku ji îradeya xurt a jinê û civaka demokratîk ditirsin. Di vê rewşê de polîtîkayên şerê taybet ên li hemberî jinan tê meşandin. Her ku têkoşîn mezin dibe, ji bo bêdengkirina jinan komkujiyên jinan zêde dibin. Jinên ku di civakê de pêşeng in hedef tên girtin. Civaka demokratîk bi têkoşîna jinê tê avakirin. Avakirina civaka demokratîk li dijî berjewendiyên hêzên hegemonîk e.

Girîngiya polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan ên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û têkoşîna li dijî olperestî, neteweperestî û zayendperestiyê li Rojhilata Navîn çi ye?

Rojhilata Navîn weke zayîn û dergûşa mirovahiyê tê zanîn. Rojhilata Navîn ji aliyê çand, ol, mezheb û gel ve xwedî avahiyeke dewlemend e. Bi derketina dewleta netewe re gelek guhertin pêk hatin. Armanca sereke ya avakirina dewleta netewe kûrkirina pirsgirêkên civakî ye. Tê wateya afirandin û kûrkirina nakokî û kaosê di navbera gelan, olan, mezheb û çandan de. Olperestî, neteweperestî û zayendperestî ji bilî êşê tiştek nedaye civakê. Ev êş û jan dibe sedema hilweşandina civakê. Di vê çarçoveyê de êşa civakê zêde dibe. Divê em li dijî olperestî, neteweperestî û zayendperestiyê di nava şerekî mezin de bin. Ger li dijî van zîhniyetan têkoşîn neyê kirin, azadî jî nabe. Olperestî, neteweperestî û zayendperestî nexweşiyên hişmendî ne. Tenê xwe û berjewendiyên xwe dibîne û nas dike û kor e. Ev têgihiştinên ku civakê di destê xwe de digrin dikarin ancax bi têkoşînê rizgar bibin.

Pêngava “Jin, Jiyan, Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê ve” li Rojava pêşket û asta pratîkkirina wê çawa bû? Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, armanca sala nû ya têkoşînê çi ye? 

Piştî qetilkirina Jîna Emînî, li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi dûrişma ”Jin, Jiyan, Azadî” pêngav hat destpêkirin. Dibe ku li Îranê dest pê kir, lê ew tevgerek bû ku li cîhanê belav bû. Jin her tim rastî tundiya dewlet û civakê tên. Divê tevlîbûna jinan a di nava tevgerê de xurt be. Her civak ne wek hev be jî, civak tundiyê dihewîne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tevlîbûneke xurt di vê pêngavê de hebû û heta niha jî didome. Ev jî nîşaneya pêşengiya jinên li herêmê ye. Em ê li dijî tundiya li ser jinê bisekinin, em ê qebûl nekin. Em dibêjin sedsala 21’ê wê bibe sala ku azadiya jinê û têkoşîn bigihêje lûtkeyê. Hêzên hegemonîk bi dîzaynkirina nû ya li cîhanê, civakê ber bi kaosê ve dikişînin, di civakê de qutbûneke kûr çêdikin û şer gur dikin. Ev rewş herî zêde bandoreke neyînî li jinan dike. Lewma divê beriya her tiştî jin li hemberî vî şerî û kaosê rawestin. Ji ber ku tundiya li ser jinê bi kaos û şeran tê meşandin. Di şert û mercên şer de herî zêde jin zirarê dibînin. Di bin koçberiyê de ne, tên qetilkirin, bi tundiya siyasî re rû bi rû dimînin. Hêza dawîkirina şer divê jin bin. Divê li pey doza azadiyê bibe. Lewma armanca me ya îsal bidawîkirina şer, misogerkirina azadiya jinê, bidestxistina mafên mirovan û avakirina civakeke demokratîk e.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî peyamek we heye?

Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, roja ku civak û jin careke din helwesta xwe nîşan bidine. Divê jin têkoşîna xwe mezin bikin. Em dikarin gelek cureyên tundiyê yên wekî fîzîkî, derûnî û aborî rêz bikin. Me êşên mezin dîtin û berdewam dikin. Divê jin hêza xwe li cihekî kom bikin û bibin yek. Çiqas bi hev ve girêdayî bin, ewqasî dikarin mafên xwe bi dest bixin û di civakê de guhertin û veguhertinê çêkin. Lewma divê jin bibin yek û têkoşîna xwe xurtir bikin.