Hevparên TJA Wan: Berpirsê qetilkirina Leyla Erdogan e

Hevparên TJA Wanê, qetilkirina zarokên keç ên dewê dawî, dîsa destdirêjî û şideta li ser jinê şermezar kir.

Qetilkirina zarokên keç ên dewê dawî, dîsa destdirêjî û şideta li ser jinê ji aliyê hevparên TJA Wanê ve hate protestokirin. Di civîna çapemeniyê de Hevşaredara Wanê Yadîşen Karabûlak a qeyûm li şûna wê hatibû wezîfedarkirin, hevseroka DBP’ê ya Wanê Ayla Tarhan, Endama PM’ê ya HDP’ê Zelal Yerlîkaya, Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn, Hevşaredara Peyîzava Yildiz Çetîn û geleke kes amade bûn.

Di civînê de ev tişt hate gitin:

“Di demê dawî de, revandin, destdirêjî, destavêtin, kuştin û êşkenceya li dijî zarokên keç zêde bûye. Bi taybet hişmendiya hikûmeta AKP’ê ya ku qetilkirina jinê teşwîq dike, dîsa necezakirina kesên destdirêjiyê dikin, kir ku ev kiryar zêde bibe. Berpirsê kuştina Leylaya biçûk a îro li Agiriyê cenazeyê wê hate dîtin Erdogan bi xwe ye.

Ya li vir bê kirin ne êrîşkar, hişmen diya mêr a serwer divê bê kuştin. Heta ku li dijî vê hişmendiyê têkoşîn neyê kirin wê ev kiryar her ku biçe zêde bibe.

Em wek Heparên TJA’yê van qirkirina şermezar dikin û daxwaz dikin ku hemû berpirs bê darezandin. Weke TJA em ê li dijî şidet, destavêina zarokan, dîsa kuştin û qirkirinê heta dawî têbikoşin. Em ê ji bo Leyla, Eylûl û hemû zarokan welatekî ku bikarin lê bijîn ava bikin.”