‘Heta ku aşitî neyê em Roja Dayikan pîroz nakin’

Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo Roja Dayikan li Meydana Galatasarayê hatin cem hev. Dayikan çarikên spî ku sembola aştiyê ye dane serê xwe û gotin heta ku aştî neyê ew Roja Dayikan pîroz nakin.

Dayikên Aştiyê li Meydana Galatasarayê ya Stenbolê hatin cem hev û gotin ji bo dayikan diyariya herî xweşik aştî ye. Dayikan nexwestin ku têkevin nav barîyerên polîsan û di navbera dayikan û polîsan de ji bo demeke kurt rageşî çêbû.

Di çalakiyê de wêneyên Dayika Taybet a li Cizîrê cenazeyê wê heftiyekê li erdê mayî, sembola Dayikên Şemiyê Dayika Berfo, Muhammet û Furkay Yildiim ku çend roj berê li Silopya panzêrê ketibû mala wan û di xew de ew kuştibûn hatin hildan. Pankarta bi navê ‘’Diyarîa herî xweş a ji bo dayikan aştî ye’ hate vekirin.

 ‘EM NAXWAZIN LI WELATEKÎ KU ZAROK LÊ TÊNE KUŞTIN BIJÎN’

Di çalakiyê de Endama Meclîsa Aştiyê Rewşan Doner axivî û got, ‘’îmkanên ku vê roja xweş û taybet pîroz bikin nemaye. Em Dayik dixwazin li Tirkiyê û dinyayê aştî serwer bibe, em naxwazin li welatekî wiha bijîn ku zarok lê têne kuştin, bombe diteqin, cenaze li erdê dimînin û her roj ablûkayek lê heye.’’

HETA KU AŞTÎ PÊK WERE..

Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Zeytîn Soylu Ozdemîr daxuyanî xwend û got heta ku li Tirkiyê aştî çênebe ew Roja Dayikan pîroz nakin. Ozdemîr wiha pê de çû, ‘’di rewşeke wiha de ku zarokên me di nav şer de ti wateya vê rojê ji bo me nîn e.’’

Ozdemîr got ew dayikên aştiyê bi salan e di nav şer de aştiyê dixwazin û naxwazin ku di dayik êşa zarokên xwe bikişîne. Ozdemî diyar kir, ji bo ku têkoşîna aştiyê didin gelek dayik hatine kuştin û got: ‘’Cezaneyê Dayika Taybet a 70 salî heftiyekê li erdê ma, Selamet Yeşîlmen li ber mala xwe hate kuştin, dayikên ku zarokên wan di binçav de hatine nebedîkirin û li aqûbeta zarokê xwe dipirsîn bêyî ku hestiyên zarokên xwe bibînin jiyana xwe ji dest dan, her wiha il Silopya panzêr kete malekê û zarokên bi navê Muhammet û Furkan Yildirm ku temenê yekî 7 û yekî jê 5 bû hatin kuştin.’’

Ozdemîr herî dawî got, ‘’Em dayik jiyaneke ku lê şer nîn e ji bo zarokên xwe dixwazin. Diyariya herî xweş a ji bo me aştî ye.’’