'Her cihê jin lê ye, çavkaniya jiyanê ye'

Endama Akademiya Zanistên Civakî yên Abdullah Ocalan Denîz Esma: Bi berxwedana vê biharê ya bi pêşengiya jinê re, wê civak jî xwe nû bike û zindî bibe.

Endama Akademiya Zanistên Civakî yên Abdullah Ocalan Denîz Esma bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarê yên Cîhanê ji ajansa me re axivî.

Esma da xuyakirin, ruhê berxwedanê yê jinên di sala 1857'an de li New Yorkê nîşan dan, roja îro jî ronî dike û got, "Jinan çawa ku di sala 1857'an de li dijî talan û kedxwariyê ruh û dilê xwe kirin yek û dest bi têkoşînê kirin, di roja heyî ya dîrokî de nîşanî me didin ku ji bilî berxwedanê ti rê nîne."

'JINA KU AZAD BÛYE, HÊZA JIYANÊ YA HERÎ HÊJA YE'

Denîz Esma perspektîfên jinan ên rêxistinbûyî û jiyanê esas digirin, nirxand û got, "Bi taybetî, pêvajoya xwerêveberiyê yê bi vîna gel li Rojava dest pê kir, bi tevlîbûna aktîf a jinê re veguherî modela jiyaneke civakî. Jinê têra xwe kir û bû xwedî hêz û vîna xwe. Jina ku zane bûye û vîna xwe xurt kiriye, her tim bûye hêza pêşvebirina jiyanê. Jina ku azad bûye, hêza jiyanê ya herî hêja ye."

'YA KU LI ROJAVA PÊK HAT, ŞOREŞA XWEBÛYÎNA JINÊ YE'

Denîz Esma anî ziman, şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo jinan bû asteke diyarker û got, "Ya ku pêk hat, mirov dikarin bêjin şoreşa xwebûn û vînbûyîna jinê ye." Esma da xuyakirin, jina ku li her qada jiyanê cih digire, li ser bingeha avakirina parastina xwe, têdikoşe û got, "Jin, di çarçoveya dersên ji dîrokê derxistine, dizanin ku ji bo temînata hebûn û azadiya xwe divê ji aliyê leşkerî, siyasî û civakî ve xwe ji nû ve ava bikin."

'ARTÊŞBÛNA JINÊ HÊZA HERÎ VEGUHERÎNER A CIVAKÎ YE'

Denîz Esma bal kişand ser zerarên çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst li Şengalê kirin û destnîşan kir, ku jinan dîtin, ancax bi rêxistinbûna xwe dikarin pêşî li qirkirina fîzîkî û çandî bigirin. Di dewama axaftina xwe de Esma got, "Jinên Êzidî ku 73 ferman li wan rabûn, îro li ser bingeha artêşbûnê, yekemcar hêza xwe digihînin hev û azadî û jiyanê bi destê xwe dafirînin. Lewma artêşbûna jinê bi nirx, moral û plana xwe ya jiyanê re, hêza herî veguherîner a civakî ye. Em li Rojava û Şengalê dibînin, ku her milîtana jin nûnereke xurt a hêz û kesayetiya jina azadbûyî ye."

'HER CIHÊ JIN LÊ YE, ÇAVKANIYA JIYANÊ YE'

Denîz Esma der barê 8'ê Adarê ya îsal de got, "Her cihê jin lê ye, çavkaniya jiyanê ye. Çawa ku piştî zivistana dijwar xweza xwe dadiweşîne û ji nû ve şîn dibe; bi berxwedana vê biharê ya bi pêşengiya jinê re, wê civak jî xwe nû bike û zindî bibe."