'Her 8'ê Adarê bîranîn û nirxandina karê saleke jinan e'

Jinên azadîxwaz der heqê pirsgirêkên jinan de got: “Jin bi dirêjahiya salekê têdikoşin û 8’ê Adarê ji bo bibîranîna wan xebatan e ku wan kirine.”

Femînîsta jîngehparêz Helwest Ebdulakerîm der heqê 8’ê Adarê de ji ANF’yê re axivî û got: “8’ê Adarê bibîranîna wan hewl û têkoşîn û xebatan e ku jinên azadîxwaz ji bo pêşvebirina têkoşîna jinan kirine. Em li başûrê Kurdistanê li ber qonaxeke hestyar in. Lewma pêwîst e jin careke din xwe di ber çavan re derbas bikin û rewşa xwe binirxînin û xebatên xwe bidomînin.”

Xwendekara bi navê Jenyar Ferzanê têkildarî 8’ê Adarê ev tişt anîn ziman: “Kesên ku di warê jinan de dixebitin, tenê rojekê naxebitin, ew bi dirêjahiya salê dixebitin û ev roj jî bibîranîna wan xebat û çalakiyan e. Bi fikira min girîngiya azadiya jinan divê ne tenê li ba jinên çalakvan, her wiha divê li ba hemû takekesên civakê hebe û her kes ji bo wê xebatê bike û pêşve bibe. Wekî ku Rêber Apo dibêje ‘jineke azad ji civakeke azad derdikeve’.”