Hejmara nû ya Newaya Jin derket

Hejmara Tîrmehê ya rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin, bi manşeta "Hemû bend wê bên derbaskirin" derket.

Hejmara 160'î ya rojnameya jinê Newaya Jin bi manşeta "Hemû bend wê bên derbaskirin" derket. Di hejmara meha Tîrmehê ya rojnameyê de hilbijartinên 24'ê Hezîranê, Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê, penaberî, suneta jinê, berxwedana hunerê û yekîtiya neteweyî hatin nirxandin.

Di rûpelên Kurdî yên Newaya Jinê de Tûgba Hezer encamên hilbijartinê nirxand û li ser Şêwra Jinê ya li Ewropayê bi endama KNK'ê Kvestan Davûdî re hevpeyvîn hate kirin.

Nirxandina Newroz Cizîn a bi sernavê "Hebûna jinê garantiya jiyana azad e" û ya Şevîn Cemo ya bi navê "Çîroska Şoreşa 19'ê Tîrmehê" di hejmara dawî ya rojnameyê de cih girtin.

Wekî din gotara Zeynep Erdem a bi sernavê "Helwesta li dijî dagirkeriyê" hate weşandin.