HDP û TJA ji bo parlementer Semra Guzel daketin qadan

Ji ber desteserkirina destlêndana parlementera HDP’ê Semra Guzel li gelek bajaran bi pêşengiya HDP û TJA’yê çalakiyên protestoyê hatin kirin.

STENBOL

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê derbarê biryara ku ji bo parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel de hat dayîn daxuyaniyek da çapemeniyê. Jinan li ber avahiya HDP'ê ya Beyogluya Stenbolê kom bûn. Aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, endamên Komeleya Dema Jinê, parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, hevseroka HDP'ê ya bajarê Stenbolê Îlknur Bîrol, hevseroka SYKP'Ê ya Stenbolê Gurşenay Dalveren tevlî daxuyaniyê bûn. 

Li cihê ku daxuyanî bê dayîn ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Di çalakiyê de pankarta "Semra Guzel vîna jinê ye" hat vekirin û dirûşmên wekî "Semra Guzel vîna me ye", "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana jinan" hat berzkirin. 

Parlamenter Zuleyha Gulum di axaftina xwe de bal kişand ser zext û zordariya li hemberî HDP'ê û got: "Em ê bi ser kevin, em ê bi hev re têbikoşin û dê tifaqa demokrasiyê ser bi keve."

Metna daxuyaniyê ji hêla berdeva Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê Dîlek Ozer ve hat xwendin û wiha hat diyarkirin: "Bi hevkariya dewlet, îqtîdara siyasî û daraza mêr lîstîkek hat amadekirin lê divê bê zanîn ku jin êdî nakevin wan kemînan. Semra Guzel parlamenter e û vîna jinê ye. Têkoşera azadiya jinê ye." Parastina Semrayê tê wateya parastina têkoşîna jinê û siyaseta jinê ye. Ev êriş li hemberî têkoşîna me nabe asteng."

Daxuyanî bi dirûşma "Semra Guzel vîna me ye" û "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû. 

EDENE

Meclîsa Jinan a HDP’ê jî li pêşiya avahiya HDP’ê daxuyaniyek da. TJA, DBP û EMEP jî di nav de gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevseroka HDP’a Edeneyê Hêlîn Kaya daxuyanî xwend û diyar kir ku Semra Guzel îradeya wan e û nerazîbûn nîşanî rakirina destlêdana parlementera HDP’ê Semra Guzel da.

RIHA

Meclîsa Jinan a HDP’ê jî li avahiya HDP’ê ya Rihayê daxuyanî da. Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçilî di civînê de axivî û got “Vê êrişa li ser îradeya gelan û jinan wê nikaribe têkoşîna me bide sekinandin.”

MELETÎ

Rêxistina HDP’ê ya Meletiyê jî li avahiya xwe ya bajêr daxuyanî da. Hevseroka HDP’ê ya Meletiyê Perîhan Yucekaya di civînê de axivî û got “Vê biryara li ser Semra Guzel tê wateya ku dixwazin jinan ji siyasetê dûr bixînin.”

MÊRDÎN

Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû daxuyanî xwend û got “Desthilatdarî êrişî nasnameya jinan û îradeya jinê ya HDP’ê dike. Hûn ê têk biçin. Ji ber ku hûn têk diçin hûn êriş dikin.”