HDP û TJA: Bi hiqûqa dijminatiyê tecawiz dikin

TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Amedê bal kişandin ser tecawiza sîstematîk a li Kercosê û diyar kirin dewlet bi hiqûqa dijmin tecawizê dike.

Aktivîstên TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Amedê têkilî tecawiza sîstematîk a dewleta Tirk a li Kercosa Êlihê, ya li ser zaroyeke biçûk a Kurd, ku gelek ji tecawizkaran polîs, leşkerên Tirk û cerdevanên wan in, li avahiya rêxistinê ya bajêr a Amedê daxuyanî dan.

Aktivîsta TJA'yê Bahar Karataş Ulug tecawizkariya leşkerê Tirk Mûsa Orhan, Aslan A. bi bîr xist, ku ev leşkerên tecawizkar nehatine girtin, tecawiza li Kurdsitanê bi daxuyaniyên rayedarên dewletê têne destekkirin û dadgeha Tirk jî ti cezayî li wan nabire.

Karataş bal kişande ser ku rûdanên tecawizê yên li Kurdistanê weke parçeyek ji polîtîkaya şerê taybet e, bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin û di ser bedena jinê û zarokan re pê tolê ji Kurdan dihilînin.

Karataş her wiha diyar kir ev polîtîkaya şerê taybet ji salên 1990'î û vir ve li Kurdistanê tê rêveberin, bang li rewşenbîr, hunermend, nivîskar, rêxistinên civaka sivîl kir ku li dijî rûdanên tecawizê deng derxînin.

Karataş her wiha diyar kir ew TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li dijî van tecawizkariya sîstematîk têbikoşin, her rûdanê teşhîr bikin, heta ku berpirs bêne darizandin, cezakirin û dawî li van polîtîkayên gemarî were.