HDP û hiqûqnas ji bo girtiyên jin li hev rûniştin

Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo êşkenceya li ser girtiyên jin li hev rûniştin.

Meclîsa Jinan a HDP'ê li otêleke li naçeya Sûrê ya Amedê têkilî binpêkirina girtiyên jin bi hiqûqnasan re rûnişt û daxuyaniya çapemeniyê da. Li civinê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komeleeya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Jinan Rosa û gelek kes hazir bûn.

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Gulcîhan Şîmçek got, ''Girtîgeh bûne malên mirinê. Em jî dixwazin bi hev re gotûbêj bikin bê ka em bi hev re dikarin çi bikin.''

Piştî Şîmşek Başaran axivî û got, ''Em li derve dijîn lê hevalên me yên jin ji bo ku têkoşîna jinan didin di vê pevajoyê ji hêla darazê ve têne tacîzkirin û rehîn têne girtin. 30 sal li Ayşe Gokkan, 22 sal li Leyla Guven û li gelek hevalên me yên jin ceza birîn.''

Başaran bi berdewamî diyar kir li girtîgehan tecrîd giran bûye, vê bandor li hemû qadên jiyanê kiriye û got, ''Garîbe Gezer mînaka vê ya herî beloq e. Hate gotin xw kuştiye lê em pê dizanin ku li girtîgehan tiştekî wiha nabe.'' 

Başaran bal kişande ser rewşa girtiyên nexweş û got, ''Em tim rewşa Aysel Tugluk û girtiyên nexweş tînin ser zimên. Ji ber raporên polîtîk ên Saziya Tiba Edlî li gel girtiyên edlî û siasî 59 kes mirin. Saziya Tiba Edlî tim li gorî desthilatê raporan hazir dikin û dibêjin girtiyên nexweş dikarin li girtîgehan bimînin. Li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş iran el ê xasma rewşa jinan, ji ber zorbûna tedawiya kansêra malzarok û çiçikan rewşa tendiristiyê li wan girantir dibe. Em ê li ser binpêkirina mafan a li girtîgehan û Aysel Tugluk gotûbêj bikin bê ka em dikarin çi bikin.''