Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya “Em ê bi hev re biguherin, niha dema jinan e” starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ber Alsancakê da. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî hatin qadê, li ber stranên Kurdî û tiliyan govend gerandin. Jinên ku demeke dirêj bi coşeke mezin govend gerandin, dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî tekoşîna jinan" û "Denîz Poyraz serhildana me ye" berz kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlamenter Serpîl Kemalbay, Dilşat Canbaz, dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz û gelek saziyên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta, "Bijî 8'ê Adarê, em ê bi hev re biguherînin. Niha dema jinan e‘, "Denîz Poyraz serhildana me ye", "Bijî piştevaniya jinan", "Ji girtiyên jin re azadî", "Ji qirkirina jinê re na", "Gulîstan Doku li ku ye?", "Hevserokatî xeta me ya mor e " hatin hildan. Beriya daxuyaniyê gelek polîsan li dora jinan barîkat danîn.
TÊKOŞÎNA JINAN
Destpêkê Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay bertek nîşanî barîkata polîsan a li pêşiya jinan danî da û hişyarî da ku paşde bikevin û neyên dîtin. Kemalbay anî ziman ku wan starta 8'ê Adarê li bajarê jinan Îzmîrê daye û da zanîn ku hêzên dewletê jinên hatine qetilkirin neparêzin, li hemberî jinên li dijî vê derketine dibin asteng. Kemalbay da zanîn ku têkoşîna jinan a li dijî zext û barîkatan wê tu carî nesekine.
DENGÊ DENÎZ POYRAZ
Piştre Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û bal kişand ser girîngiya sarta li bajarê ku Denîz Poyraz lê hat qetilkirin û got: "Li avahiya partiya me bi awayekî hovane Denîz hat qetilkirin. Dema ku jin derketin qadan polîsan li pêşiya wan barîkat danîn û qatilê ku Denîzê qetil kir jî kirin dibin milê xwe de. Yên ku li pêşiya jinên ku îro dengê Denîzê barîkatan datînin li pişt qatil in.“ Acar diyar kir ku jinan tu carî li hemberî faşîzmê gav paşde neavêtiye û got:“ Wê ji niha û vir de ji gavê paş de neavêje.Wê jin bi berxwedan û têkoşînê faşîzmê pûç bike.“
‘DESTKEFTIYÊN DÎROKΑ
Başaran anî ziman ku ku polîtîkayên nefretê welat ber bi kendalê ve biriye û wiha got: “Her roj tundiya li dijî jinê zêde dibe. Dewlet, daraz û çapemeniya ku pêşî li tundiyê nagirin, tundundiyê teşwîq dikin. Dixwazin jin guh bidin mêr û dewletê. Ji ber vê polîtîkayê tundî û komkujiî zêde dibin. Ji ber ku tundiya li ser jinê gihişt asta qirkirinê, Peymana Stenbolê ya ku jinan di encama têkoşîna xwe ya mezin de bi dest xistibû, ji holê hat rakirin. Peymana Stenbolê destkeftiyeke dîrokî ye. Em dest jê bernadin. Em ê biguherînin û peymanê ji nû ve pêk bînin.“
‘GIRTÎGEH VEGUHERÎNE MALÊN MIRINÊ‘
Başaran anî ziman ku polîtîkayên tecrîdê li girtîgehan hatine kûrkirin û got: “Jin li hemberî zext, îşkence û zilmê re rû bi rû tê hiştin. Mîna ku ev ne bes be, girtiyên nexweş nayên berdan û li girtîgehan tên girtin. Aysel Tûglûk yek ji rûmeta têkoşîna jinê ye. Kesê ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd têkoşiyaye. Pêşengiya siyaseta demokratîk kir. Yekemîn îcrakarê pergala hevserokatiyê ye ku li hemû cîhanê mînak e. Tevî ku hafizeya xwe winda kiriye jî di girtîgehê de dîl tê girtin. Hiqûqa dijmin roj bi roj mafê jiyanê ji hevalên me distîne. Girtîgeh vegugerîne malên mirinê."
'EM Ê VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN'
Başaran diyar kir ku jin wê rejîma desthilatdariya mêr a ji aliyê dewletê ve hatiye afirandin biguherînin û wiha dawî kir: "Em ê jiyana azad a jinê biafirînin. Em ê pergala heyî biguherînin û li şûna wê bi azadiya jinê demokrasiyê ava bikin. Em ê li her derê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê sedsala 21'an bikin sedsala jinan."
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.