Gunay: Wê berxwedana jinan vê desthilatdariyê hilweşîne
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay: Em gelekî baş dizanin ku têkoşîna jinan û hevgirtina jinan wê vê desthilatdariyê hilweşîne. Bi berxwedanê em ê jiyaneke nû ava bikin.
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay: Em gelekî baş dizanin ku têkoşîna jinan û hevgirtina jinan wê vê desthilatdariyê hilweşîne. Bi berxwedanê em ê jiyaneke nû ava bikin.
Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya bernameya têkoşîna serdema nû ya partiya xwe piştî Dêrsimê li Enqereyê jî bi jinên Elewî re civiya. Berdevka HDP’ê Ebru Gunay, parlementer Fîlîz Kerestecîoglû û Gulistan Kiliç Koçyîgît tevlî civînê bûn.
Gunay di civînê de qala têkoşîna jinan kir û got, “Ziman, çand, bîr û baweriya me çi dibe bila bibe, em li ku dera dinyayê bin, hevgirtina me jinan, me tîne ba hev. Ez Seyîd Riza, Besê yên ji bo doza xwe li ber xwe dan, bi hurmet bi bîr tînim.
Bendewariyên civakê ji me jinan heye lê bêyî ku ferqê têxin navbera ziman, çand û bîr û baweriya me, em dibin hedefa zextan. Ev desthilatdarî dixwaze li ser zayend, şêwejiyana me, cil û bergê me û tercîhên em tehakumê bike, me di malan de bikin dîl û civakeke mêrserwer ava bike. Rêveberên vî welatî bi dijminane nêzî jinan dibin. Ev desthilatdarî mêrên ku sûcên zext ,pêkutî, mirin û qetlîaman dike bêceza dihêle. Em parçeyekî serhildana jinan in, yên ku li her dera dinyayê didome.
Desthilatdariya niha ji perwerdehiyê heta diyanet û saziyên darizandine zimanekî şîddetê ava kir. Lê a niha berxwedana jinan diyar kir kir ku ev polîtîka bi ser neketine. Di sedsala 21’an de jinan bênavber têkoşîna xwe domandin.
Di 18 salên AKP’ê de li gorî daneyên fermî 7500 jin hatine qetilkirin, li ser 100 hezar jinan tacîz hate kirin, li ser 200 hezar jinan jî êrîşên zayendî hatiye kirin. Em dizanin ku ev hejmarên fermî ne, mirinên bi guman ne di nav vê hejmarên de ne. Em dizanin ku rewş xerabtir e. Em hê jî bi aqûbeta Gulistan Dokû nizanin. Em rewşa Îpek Er dizanin ku bi bedena xwe li edaletê pirsî. Lê divê ev were zanîn wê di vê sedsalê de serweriya mêran têk biçe û jin bi ser bikevin.
HEVSEROKATÎ JI DINYAYÊ RE BÛYE ÎLHAM
Dixwazin pergala me ya hevserokatiyê krîmînalîze bikin û me jinan derxînin derveyî siyasetê. Pergala me ya hevserokatiyê di her pêvajoya polîtîkayên jinan de pergaleke wisa ye ku xwe dispêre azadiya jinan. Em tekane partî ne ku di rêveberiyên herêmî de em pergala hevserokatiyê pêk tînin. Ev tecrubeya me ji dinyayê re bûye îlham. Desthilatdariya AKP û MHP’ê dixwaze vê pergala azadîxwaze hilweşîne. Ev desthilatdarî hemû sazî û kooperatîfên me yên jinan digire û rê li ber hevgirtina jinan digire. Em ê destûrê nedin ku Peymana Stenbolê, hevserokatî û heqê nafaqayê were destserkirin. Ev êrîşên li ser têkoşîna jinan me ranawestîne, berevajî wê hêzê dide me jinan ku em hevgirtinê geş bikin. Em ê ne bi tenê li ber xwe bidin, ji bo avakirina jiyana nû jî em ê werin ba hev. Ji ber ku ked, hêz, xeyal û îradeya me ya guhertinê ji qesrên wan xurttir e. Em baweriyê bi hêza xwe ya gel û têkoşîna xwe tînin. Wê têkoşîn û hevgirtina jinan vê desthilatdariyê hilweşîne. Tekane rêya berxwedana li hemberî zilmê hevgirtin e. Em jin em ê mil bi mil bi hev re bimeşin. Dema vî tiştî hatiye ku em li dijî zextên desthilatdariyê hevgirtina jinan geş bikin. Di meha Mijdarê de em ê li kolanan bin.”