Girtiyên jin li ber zext û zordariyê radibin

Girtiyên jin li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, ji ber ku di dema hevdîtinê de deng û dîmenê wan tê qeydkirin, 5 meh in hevdîtinê bi parêzerên xwe re nakin.

Girtiyên li Tîpa E ya Mêrdînê, li dijî zext û binpêkirina mafên mirovan 5 meh in hevdîtinê bi parêzerên xwe re rakin.

Ji ber sirgûnê, 15 girtî li girtîgehê mane û ji ber ku di dema hevdîtinan de deng û dîmenê wan tê qeydkirin, hevdîtinê bi parêzerên xwe re rakin.

Girtiyan gelek caran îtiraz kirin, lê belê rêveberiya girtîgehê derbarê mijarê de gav neavêtiye.

Girtiyan gotin, heta ku kiryarên kêfî biqedin wê hevdîtinan nekin.