Girtiyên jin ên li Tarsûsê dest bi greva birçîbûnê kirin

52 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tên ragirtin, bi daxwaza asayîkirina şert û mercan dest bi greva birçîbûnê kirine.

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê tê ragirtin, li dijî zext û êrîşên li ser girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine. Ji girtiyan Saadet Akin a bi rêya telefonê li gel xwişka xwe Emîne Akin axivî, diyar kir ku ji roja Duşemê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Emîne Akin a li gel xwişka xwe axivî wiha got: “Ji ber şert û mercên girtîgehê û bêmafiyê dest bi greva birçîbûnê ya ku ji roja Dûşemê û vir ve her 5 rojan doveger dane destpêkirin. Daxwazên em; dawî li zextan bînin û nêzîkatiyên baş li gel girtiyan bên kirin. Di rewşa domandina van nêzîkatiyan de wê çalakiya me gavekê pêş ve biçe û vegere çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger.”

Akin destnîşan kir ku di hevdîtinên rû bi rûyî de paravana tê bikaranîn û di dema hevdîtina girtî jî divê ferdên malbat hejmara nasnameya TC’ê her 6 tîpên dawî weke şîfre neçare bikar bîne, berovajî vê rê nayê dayîn ku hevdîtin bê kirin.

Akin bibîr xist ku xwişka wê diyarkiriye ku girtiyên nexweş nabin revîrê, destnîşan kir ku tevî hemû daxwazên wan rê nayê dayîn ku bi midûrê girtîgehê re bicivin. Akin a ku bang li parêzvanên mafê mirovan kirin, daxwaz kir ku guh bê dayîna dengê girtiyan.