Girtiyên ji doza PAJK’ê ji bo girtiyên di çalakiyê de bang kir

Girtiyên ji doza PAJK’ê ji bo girtiyên di çalakiyê de bang kir

Girtiyên ji doza PJAK'ê yên li Girtîgeha Jinan a Karataşê, bal kişandin ser çalakiya gireva birçîbûnê ya 33 rojin li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê û wiha gotin: "Divê demildest daxwazên hevalên me bên qebûlkirin. Ango em li hebrî vê yekê wisa bêdeng namînin û em dê serî li çalakiyên cuda bidin. Divê hemû raya giştî vê yekê zanibin."

Girtiyên PJAK'î yên li Girtîgeha Jinan a Karataşê, têkildarî çalakiya gireva birçîbûnê ya ji aliyê 19 girtiyên PKK'î û 2 girtiyên ji doza Biryargeha Şoreşgerî di 25'ê adarê de dan dest pê kirin daxuyaniya nivîsîkî weşandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 21 hevalên wan 33 rojin li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ne.

Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku bi salane li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafên mirovan di rojevê de ye û hevalên wan rastî pêkanînên dijmirovahî, rûmet şikandin û faşîst tên. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku daxwazên hevalên wan, daxwazên herî mafdar in û wiha hate gotin: "Di serî de Wezareta Dadê û aliyên din ên hikûmetê li hemberî vê yekê bêdengin me li hemberî gotinên çareserî, aştî û demokrasiyê bi guman dike. Rastiya di serî de Girtîgeha Tekîrdag û hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê û çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger a 33 rojan û gotinên çareserî û aştiyê li cem hev bêwate ne."

'EV NAKOKÎ YE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em dibêjin, ev nakokiyekî mezin e" û hate diyarkirin ku rewşa heyî li dijî pêvajoya çareseriyê provokasyon e û wiha hate destnîşankirin: "Gelo girtîgeh di kontrola hikûmetê de derketin e?" Di daxuyaniyê de hate bilêv kirin ku girtiyên PAJK'î yên li Girtîgeha Jinan a Karataşê piştgiriyê didin çalakiya hevalên xwe yên li Girtîgeha Tekîrdagê û wiha hate destnîşankirin:

 "Divê demildest daxwazên hevalên me bên qebulkirin. Heke daxwazên wan neyên qebulkirin û çalakî bi dawî nebe em tenê piştgiriya xwe bi gotinan nabîne. Divê hemû gelê me çalakiyên xwe bilind bikin û raya giştî li hemberî vê yekê bi hestiyar bibe."