BI DÎMEN

Gewriye: Erdogan li ber hilweşînê ye, berxwedanê bilind bikin

Endama Konseye Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Elîzabet Gewriye, anî ziman ku dixwazin sîstema xwedispêre zilmê û diktatoriya Erdogan veguhezin Bakurê Sûriyeyê.

Endama Konseye Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Elîzabet Gewriye, anî ziman ku dixwazin sîstema xwedispêre zilmê û diktatoriya Erdogan a li Tirkiyeyê veguhezin Bakurê Sûriyeyê. Gewriye diyar kir ku sîstema Erdogan li ber rûxanê ye û got: “Em ê sîstema xwe û hêza xwe ya leşkerî hê zêdetir bi rêxistin bikin û mezin bikin.”

Endama Konseye Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û berpirsa Civaka Çanda Sûriyaniya Elîzabet Gewriye, êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengal û Qerçox a Rojava û polîtîkayên dewleta Tirk a li ser Bakurê Sûriyeyê û êrîşên wê ji ajansa me re nirxand.

 

‘ÊRÎŞÎ BIRATIYA GELAN DIKE’

Gewriye diyar kir ku êrîşkirina dewleta Tirk a li ser Şengalê û Qerçoxê ji bo gelê Bakûrê Sûriyeyê xwedî wateyekî cudatire û got: “Vê êrîşê da nîşandan ku Erdogan çiqasê tengav bûye kû serî li êrîşên bi vî rengî dide. Gelê me li Rojava di nava ewlekarî û demokrasiyê de dijîn. Jiyîna me ya li Bakûrê Sûriyeyê ya li Rojava ku di nava sîstemekî demokratîk de Erdogan aciz dike. Yek ji sedemê vê êrîşê jî ev e. Bi rastî jî biratiya gelan a li Rojava pêşdikeve. Lê ev bi kêrî Erdogan nayê. Ji bo vê têk bibe êrîş dike û serweriya xwe li herêmê bide avakirin.

 ‘DIXWAZIN JI NÛ VE KURDAN, SURYANIYAN QETILBIKIN’

Gewriye anî ziman ku Erdogan dixwaze diktatorî û sîstema xwe ya zilmê ku li Tirkiyeyê dimeşîne, veguheze Bakurê Sûriyeyê ya ku parçeyek ji Rojavaye. Gewriye di dewam axaftina xwe de ev tişt got: 

“Tenê yên weke xwe û xwe qebûl dike. Diktatoriyê dimeşîne. Armanca Erdogan dixwaze sîstema Osmaniyan a qirêj ji nû ve ava bike. Wekî Osmaniyan mafê gelan û mirovan ji destan bigire, sîstema ku serî dibire ji nû ve bixe meryetê. Di hedefa Osmaniyan de Kurd, Sûriyanî û Ermenî hebûn. Gelek qetlîam li ser wan dan meşandin. Erdogan jî dixwaze Kurdan, Sûriyaniyan û Ermeniyan qetil bike.”

‘DIXWAZIN VÎNA ME YA FEDERASYONA DEMOKRATÎK BIŞKÎNE’

Dewleta Tirk beriya niha jî bi çend caran êrîşî Bakurê Sûriyeyê kiriye. Ne tenê bi balafirên şer bi rêya DAIŞ’ê jî êrîş kiriye. Destpêkê bi rêya El Nûsra êrîş kir. Ji bo vîna gleê Bakurê Sûriyeyê û tesfirykirina Sîstema Federasyona Demokratîkj û Xweseriya Demokratîk a ku li nav de cih digire bi gelek hêzan re hevkarî kir û ew rêxistin kirin. Ji beriya ku sîstema federal bê avakirin gelek caran êrîş kirin. Piştî bi berxwedana vîna hemû gelan Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê hate avakirin êrîşên artêşa Tirk hê zêdetir bûn. Cerablûs û rojavayê Bakurê Sûriyeyê dagir kir, bi xwezayê êrîşên xwe yên li ser Rojava hê dijwartir kir.”

 ‘TÊ DAWIYA SIYASETA XWE’

Gewriye,destnîşan kir ku yek ji armanca van êrîşan têkçûyîna çeteyên DAIŞ’ê ya li Reqa û Tebqayê ye, ji bo çete nefesek hilde êrîş dike. Gewriye got: “Dît ku azadkirina Reqa û Tebqayê nêzîk bû, hêzên me wê dawiya DAIŞ’ê bîne. Bi xwezayî wê bibe dawiya sîstema Eredogan jî. Niha jî hewl dide ku nefes hilde. 

Elîzabet Gewriye diyar kir ku yek ji sedema êrîşên dewleta Tirk û Erdogan siyaseta wê li ber rûxînê ye û wiha pêde çû: “Çiqas êrîş zêde bibin, lê divê em gel vê yekê baş bizanibin ku em ê bi awayekî rêxistinkirinê bi ser bikevin. Li ser vî bingehî em ê sîstema xwe û hêzên xwe yên leşkerî hê zêdetir birêxitin bikin û mezin bikin. Her kesê vedixwînin ji bo jiyanekî demokratîk û hevpar bijîn bikevin nava hewldan û pêşiya hemû êrîşan bigirin.”